Tarîx dewlet el-ekrad (pirtûk)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Tarîx dewlet el-ekrad hat beralîkirin)

Tarîx dewlet el-ekrad [- we'l-etrak] (Tārīkh dawlat al-akrād [- wa'l-atrāk] an jî Tarîxû dewletûl Ekrad (We'l Etrak); bi kurdî: Dîroka dewleta kurdan [û tirkan]) pirtûka dîronasê ereb ya Hezrecî (El Hezrecî) ye.[1]
Navê El-Hezrecî yê rastî: Muhemmed bin Îbrahîm bin Muhemmed bin Ebi'l-Fewaris Ebdulazîz el-Ensarî el-Hazrecî ye.

Di pirtûkê de qala dewleta kurdan a Eyûbî dike. Tenê çend pel wî xwe gihîştine roja me. Ev pirtûk niha li Stembolê di pirtûkxaneya Silêmaniye (Süleymaniye Kütüphanesi) de ye.[2] Berhem di sedsala 13an de hatiye nivîsandin.[3]

Tirkan li ser pirtûkê bi dizî û ji çavnebariya kurdîtiyê li kêleka Tarîx dewlet el-ekrad "we'l-etrak" ji nivîsandine, yanê kirine Dîroka dewleta kurd û tirkan, lê pir eşkere ye ku peyva "we'l-etrak" ji dû re hatiye nivîsandin.[4]

Müfid Yüksel jî gotiye ku peyva "Wel-Etrak" ji durre li ser nivîsîne, û dibêje ku ewê "Wel Etrak" jî li ser nivîsiye mehtemelen Prof. Ramazan Şeşen e.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ http://www.rupelanu.com/mobi/news_detail.php?id=194[Girêdan daimî miriye]
  2. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 1 adar 2016 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 16 nîsan 2016{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  3. ^ http://www.arabicbookshop.net/main/details.asp?id=204-271
  4. ^ "Kopîkirina arşîvê". Ji orîjînalê di 16 sibat 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 16 sibat 2020.{{cite web}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)