Napoleon Bonaparte: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
ArthurBot (gotûbêj | beşdarî)
B robot serzêde kirin: yo:Napoleon Bonaparte
SpBot (gotûbêj | beşdarî)
B robot guhêrandin: jbo:napoleon
Rêz 115: Rêz 115:
[[it:Napoleone Bonaparte]]
[[it:Napoleone Bonaparte]]
[[ja:ナポレオン・ボナパルト]]
[[ja:ナポレオン・ボナパルト]]
[[jbo:Napoléon]]
[[jbo:napoleon]]
[[jv:Napoléon Bonaparte]]
[[jv:Napoléon Bonaparte]]
[[ka:ნაპოლეონ ბონაპარტი]]
[[ka:ნაპოლეონ ბონაპარტი]]

Guhartoya 10:23, 10 tebax 2009

Napoléon Bonaparte
Napoléon Bonaparte

Napoleon Bonaparte, (1769-1821) yek ji mezintirîn serokên Fransa yên piştî şoreşa sala 1789'an û yê ku tamar û çemikên wê di civaka Fransa de bicihkir bû. Napoleon di 15'ê gelawêjê 1769'an ji malbateke Îtaliya xwenedan li girava Korsîkayê hat cîhanê, ligel ku ji mala Ponaparte tu kesî karê leşkeriyê nekiribû jî Napoleon di şanzdeh saliya xwe de bû serbaz (lieutenant). Bavê wî (Carlo) parêzer (Avokat) bû, û bi doza serxwebûna Korsîkayê re lebikîbû. Lê piştî dagirkirina Korsîkayê ji alî Fransayê ve sala 1768'an û ji ber ku ew bi xwe ji malbateke xwenedan bû, bavê wî tevle arîstokrasiya (torina) Fransayê bû, û bi bandora wî lawê xwe Napoleon di bin saya Qeralê Fransayê Louisê XVI'an li amojgeha leşkerî (Brienne û École) li Parîsê da xwendin.

Xwendina Napoleon ya leşkerî di sala 1785'an de hêviş bu, û bû serbaz II di beşê gulebaranê di sobara Fransa de. Piştî ku şoreşa Fransayê despêkir, Napoleon di sala 1791 an de di parêzerên netewî yên Korsîka de bû serheng (kolonî), lê piştî ku Korsîkayê serxwebûna xwe eşkere kir, Napoleon ligel malbata xwe revî Fransayê û li wir bû Kapîtanê hêzeke Fransewî ya ku Bajarê Toulon dorpêç kiribu, ji ber ku Toulon bi alîkariya gemiyên Brîtanyayê li dijî Komara Fransayê û şoreşa wê derketibû, li wir Napoleon bu şongirê serokê beşê gulebaranê yê ku birîndar ketibû, û Karî alîkartiya Brîtanya bişikanda û herweha karî Toulonê jinûve vegerînê bin axatiya Fransayê.

Di encama vê serkeftinê de Napoleon hat xelat kirin û diyaroka wî ya leşkerî bilindbu, ango di 24 saliya xwe de bû serheng. Di sala 1795 an de Napoleon serpêçîk li hember desthilata şoreşî li Parîs talankir, û pêre ji Joséphine de Beauharnais zewicî—ya ku yek ji jinebiyên qinareyê (guillotine) û diya do zarokan bû.

Bargeyên destpêkê

Di sala 1796 an de Napoleon bu serokê sobara Fransa li Îtaliya, û gelek generalên Austorî ligel hijmareke mezin ji leşkerên wan şikandin, heya Austoriya mecbûr ma ku aşitiyê ji Napoleon bixwaze, lewra peymana Campo Formio hat morkirin, ya ku ji mercên wê Hemî herêmên ji alî Fransa ve hatibûn dagirtin bidest wê de bimînin. Li bakur Îtaliya Napoleon qiraliya Cisalpine ya ku paşê bi navê Italian hat naskirin afirand, û ji bo xurtkirina cihê xwe li Fransa Napoleon bi milyonan gencîneyên şer şandin Parîsê.

Di sala 1798 an de, û di gavekê armanca xwe asteng û larkirina bazirganiya Birîtaniya bi Rojhilat re, Napoleon bargeyeke derî rêkir Misirê—ya ku wê demê di bin destê Osmaniyan de bu û karî ew dagirta; lê serkeftina Napoleon pir dirêjnekir, çimkî piştî kurte demekê gemiyên Birîtanî di bin seroketiya Nêlson de tengavê Abû-Qîr dorpêçkirin û karîn gemiyên Fransa tev bişewtandana; lê arîşanên (meneviyên) Nalopeon hîç nizim nebûn ligel ku têkiliyên wî bi hikûmeta navendî re li Fransa qutbûn. Napoleon bi rêya zana û yasanas û lêkolînerên ku bi xwe re anîbûn Misirê pir ezgerî li wir çêkirin, berî hertiştî benîtî û feudalism rakir û dîroka Misira Kevin vekoland, herweha ji cîhanê re yek ji dewlemendtirîn û kevintirîn şaristaniyên mirovantiyê pêşkêşkir.

Pêre Napoleon bargeyek şand Sûriyê ta rê li Êrîşên Osmaniyan bigire, lê ligel ku bargeya wî binkeftî bu; Napoleon riswatîk mezin gihand Osmaniyan dema ku leşkerên wan bi şêweyekî şermî şikandin, di vê navberê de qompileyek (polt) ji alî Rûsiya, Austoriya û Birîtaniya li dijî Fransa dihat çêkirin.

Rola Napoleon li Fransayê

Piştî Napoleon nûçeya hevpeymana dijbertiya Fransa bihîst, wî biryar da ku vegere Fransa û general Klîbêr bû şongirê wî li Misirê. Li Parîs, Napoleon beşdarî pilanik têkbirina hukûmeta Fransa bu, û ligel hevalan desthilat xist destê xwe. Bi vî şêweyî Napoleon rêjîmekî nû damezirand, û destûra bingehîn ya vî rêjîmî destekî bêsînor da serokê rêjîm, belê ewjî Napoleon bu, yê ku wek Konsolê yekemîn hat naskirin. Di sala 1802 an de destûra bingehîn hat dorandin û nivîsa xwe ya nû hêl da Napoleon wek Konsol heya mirinê, û di sala 1804 an de ew wek imperator hat binavkirin. Ev guhertin bi terzekî dilxweş ji gelê Fransa ve dihatin pejirandin. Di sala 1800î de, Napoleon cihê xwe xurt kiribu dema ku çiyayên Alps derbaskiribu û Austorî li Marengo şikandibûn, pêre Peymana (aştiya Ewropa ya giştî) morkir—ya ku çemê Rhine wek sînorên rojhilat yê Fransa nîşankir.

Di sala 1801 an de, Napoleon lihevhatina Concordat bi papayê Vatîkan re jî danîbu—ya ku dilsarî bi dîwara Katolîk ya Romanan re bidawî kiribu, û aramiya hundir ya Fransa jî parast, piştî helwesta nêgetîv ya dîwara Katolîk ji şoreşa Fransa.

Hemî ezgeriyên ku Napoleon afirandibûn li Firansa hatin pêşwazîkirin, herweha hemî dibistan ketin bin kontrola navendî ya hukûmetê, sîstema dadgehan hêsantirbu, û zagona Fransa hat standarkirin di Code Napoléon û şeş zagonên dî yên ku mafên sivîl, azadiya olan û takemafên dî yên ku şoreşa Fransa vexweribûn parastin.

Şer û vekirinên Napoleon

Di sala 1803 an de, Birîtaniya bi kiriyarên tund yên Napoleon hat tûjikirin, û di encamê de şer di deryan de bi Fransa re hat serborîkirin, û piştî do salan Rûsiya û Awûstûrya hevpeymanek nû bi Birîtaniya re danîn, lewra Napoleon sêwiranên (pilanên) êrîşkirina Birîtaniya çekirin û leşkerên xwe berve hêzên Rûsî-Austorî birêkirin, û ew di cenga Austerlitz ya 2î heyva berçile ya sala 1805 an de şikandin.

Di sala 1806 an de, Napoleon qiralya Naples dagirt û birayê xwe yê mezin Joseph kir qiralê wê, pêre Napoleon Komara Holanda guhart qiraliya Holanda û birayê xwe Louis kir qiralê wê, paşê berê xwe da mîrîtiyên Almanî û li wir konfêdrasiyona Rhine damezirand û xwe kir parêzerê wê.

Terz û kiriyarên Napoleon bihna Birûsiya—mîrîtiya Almanî ya tev mezin tengkir, lewra Birûsiya berê xwe da Rûsiya û vê re hevpeymanek danî bû êrîşkirina Konfêdrasiyona ku Napoleon damezirandî; Lê Napoleon herdo leşkerên Birûsî û Rûsî lipeyhev li cengên Jena, Auerstädt û Friedland pelixandin û peymana Tilsit bi Alexanderê I danî, ya ku Napoleon têde Mîrîtiya Birûsiya biçûktir kir.

Bo qutkirina têkiliyên Birîtaniya bi Ewropa re, Napoleon pergalê (Continental system) damezirand, û bi rêya wê dorpêçek aborî li dijî bazirganiya Birîtaniya bi Ewropa re danî, û ji ber ku Burtogal û Îspaniya destekên Birîtaniya bûn, Napoleon di salên 1807 an û 1808 an de ew herdu dagirtin û desthilatiya wan li birayê xwe û xezûrê (brother-in-law) xwe belavkirin, ango birayê wî Joseph bu qiralê Îspaniya û xezûrê wî şona Joseph li Naples girt.

Gelê Îspaniya bi berxwedaneke çekdariya tund pêşwaziya gihîştina Joseph ya Îspaniya kir, vêça hemu serkeftinên Napoleon li wir tiştekî rêjeyî bûn, ango vê berxwedanê ya ku paşê bi nave Peninsular War hatibu naskirin, bi alîkariya Birîtaniya ji gerîlên Îspanî re pênc salan berdewamkir û 300,000 leşker ligel hejmareke diravî nediyar ji Firansa daqirtand. Belê ev qamûşa ku pişta împeretoriya Firansa birîbu, çimkî piştî vê ziyanê Firansa nema karibu xwe jinûve wek berê rake ser lingan û hêdî hêdî hemu împeretoriya Firansa hilweşiya. Di sala 1809 an de Napoleon Austorî carik dî li Wagram şikandin û herêmên Illyrian ( yên ku niha beşek ji Kirwatiya, Sirbiya û Bonse-Hêrsêkin) xistin nav împeretoriya xwe, pêre dewletûkên Papal hilweşandin. Di vê navberê de Napoleon jina xwe Joséphine berda û ji keça împeretorê Austoriya ji malbata Habsburg zewicî, bi vî şêweyî Napoleon malbata xwe bi yek ji kevintirîn malbatên desthilatdar yên li Ewropa ve girêda.

Armanca Naopleon ji vê girêdanê ew bu ku zarê xwe yê di sala 1811 an de hatibu dinê ji alî mîrîtiyên ku wî damezirandibûn bê pejirandin. Ligel vê serkeftinê împeretoriya Napoleon jî di wê salê de gihîşt firehtir sînorên xwe, piştî xistina Bremen û Lübeck ligel Holanda nav împeretoriyê.

Rola Napoleon li Ewropayê

Li qiraliyên ku Napoleon li Ewropa damezirandibû zagona Napoleon(Code Napoléon) hat bikaranîn. Feudalism û benîtî hat rakirin, azadiya olan ji bilî Îspaniya li hemu qiraliyan hat belavkirin. Ji her qiraliyekê re destûrekî bingehîn hat dayîn, têde mafê dengdanê ji mêran re parastî bû, herweha terzê pergalê Fransa li wan qiraliyan jî belav bû. Bandora ezgeriyên Napoleon li van qiraliyan berdewamkir heya ku gel ji wan bidûrket dema ku zordestiya Napleon di komkirina bacan û serbaza leşkerî de diyar bû, lê gelê wan qiraliyan tu carî sûda ji zagonên Napoleon girtine nadarnekirin.

Vemirandina çira Napoleon

Di sala 1812 an de, Napoleonê ku hevpeymana xwe bi Alexander I re têkçû, êrîşek mezin li dijî Rûsiya destpêkir, lê piştî kurte demekê Napoleon ji wir kişî ji ber ziyanên mezin yên ku gihîştin sobara wî li Mosko.

Têkçûna Napoleon li Rûsiya wêrekiya Ewropiyan derxist holê, ango ew li dijî Napoleon bûn yek, lê ligel ku Napoleon bi şêweyekî bêhempa şerê wan kir; ciyawazî di navbera Napoleon û generalên wî de tişkî jênerevbû. Di sala 1814 an de şêwirmendên Napoleon nerazîbûna xwe li hember berdewamiya şer diyarkirin, piştî Ewropiyan berdana Napoleon ya desthilatê ji lawê xwe re nepejirandin, Napoleon ji nûşkeve û bi şêweyekî bêmercî desthilat berda û li girava Elba li derya Sipî hat koçkirin. Pîreka Napoleon Marie Louise û lawê wî li şon bavê wê Împeretorê Austoriya ketin zîndanê, Napoleon nema ew carik dî dîtin.

Xuyaye ku bihna Napoleon li koçberiyê teng bû, vêça di sala 1815 an de ji girava Elba revî û gihîşt Fransa. Li Parîsê Napoleon dilê ew leşkerên ku hatibûn wî binçav bikin dizî, û ji nûve desthilat kir bin destê xwe. Bo dilê hemî xelkê Fransa jinûve dagire, Napoleon destûrekî bingehîn nû û demokratîktir danî, herweha cengînên Napoleon yên Kevin li dor wî kom bûn û desteka xwe jê re diyar kirin.

Napoleon di destpêkê de banga aştiyê li Ewropiyan kir; lê wan li Napoleon wek mirovekê derzagon (outlaw) dinêrîn, ji ber wê banga wî redkirin. Bihna Napoleon pir tengbû û biryar da ku Ewropiyan peşbike, di encamê de wî bargeyek mezin rêkir Belçîka, bargeya ku bi şikestina wî di cenga Waterloo 18 Hezêranê sala 1815 an de hêvişbû. Li Parîsê cemawerê Fransa li ber Napoleon gerîn ku dest ji şer bernede, lê siyastmedarên Fransî desteka xwe ji Napoleon kişandin, lewra Napoleon revî Rochefort. Li wir Napoleon ji alî serokê hêza Birîtanî ya cenga Waterloo, Bellerophon ve hat binçavkirin, û vê care koçberî herêmeke pir dûr bû, ta nikaribe carik dî vegere, Herêma koçberiya wî girava Saint Helena li başûrî girsava Atlantîk bû. Napoleon li wir heya mirina xwe di 5î gûlana sala 1821 an de ma, pêre bi demekê laşê Napoleon vegerî Franas û di goristana Anfalid de bi aramî razbû.

Rastî Napoleon wek ferezîk leşkerî, siyasî û ezgervanî bi laşê xwe çû, lê ew wek nîşan û sembola jêhatin û wêrekiyê ta roja îro ne tenê di hişê Fransiyan de, lê di hişê hemu jiyanê de dijî.

Şablon:Link FA Şablon:Link FA Şablon:Link FA Şablon:Link FA Şablon:Link FA Şablon:Link FA Şablon:Link FA Şablon:Link FA