Wîkîpediya:Kurdîgeh: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
bersiv bo Delalo-s
Kurteya guhartinê tine
Rêz 298: Rêz 298:
* Gelo em ji bo serê me dakeve dixebitin?
* Gelo em ji bo serê me dakeve dixebitin?


Bmx.. --[[Taybet:Contributions/77.22.90.30|77.22.90.30]] 21:00, 21 rezber 2012 (UTC)
Bmx.. --[[Bikarhêner:Bablekan|Bablekan]] ([[Gotûbêja bikarhêner:Bablekan|gotûbêj]]) 21:01, 21 rezber 2012 (UTC)

Guhartoya 21:01, 21 îlon 2012

 Kurdîgehbiguherîne ]

Tu bi xêr hatî Kurdîgehê! Ev rûpel ji bo gotûbêjkirin û parvekirina hemû mijar û ramanên di navbera xwişk û birayên kurd ên di derbarê pêşdexistin û alîkarîkirina hevdu ya li ser Wîkîpediyayê ye. Dema tu bixwazî beşdariyê bikî, ji kerema xwe, peyama xwe binivîse û li dawiya wê 4 tîldeyan (~~~~) lê zêde bike, an jî bişkoka îmzeyê () bitikîne.

Be xêr bêy bo Kurdîgeh. Em perre bo wituwêj û derbrrînî bîrurra leser pêşxistin û hawkarîy Wîkîpîdiya Kurdîyekan pêk hatûe. Tkaye be elfubêy Latînî û eger detwanî be şêwezarî Kurmancî lem perreyeda beşdarî bke.
Mijarekê lê zêde bike

Kurtenav:
WP:KG
Kurtenav:
WP:KG

Agahdarî

Silav xwişk û birayên hêja, me ev beş ji bo danûstendina di navbera kurdên me yên li hemû wîkiyên kurdî (soranî, kirmanckî, kurdiya başûr, dimilî) de kardikin re vekiriye. Hûn dikarin, pirsgirêk, raman û nêrînên xwe li vir parve bikin. Bi vî awayî em dikarin ji bo pêşdexistina wîkiyên me alîkariya hevdu bikin.—Gomadapeyam 16:05, 28 berfanbar 2011 (UTC)

Daway wergêrran

Sllaw hevallan. Tkaye gotari پەڵک کوردینووس wergêrrnewe bo Kurmancî. Eger braderêk zehmetî wergêrrani xudî bernamekeş bkêşêt zor memnûn debim. Bo dagirtinî: Download. Dîsan Supas. --Aso 19:00, 28 berfanbar 2011 (UTC)

Slav hevalê Aso, agahiya bi tîpên latînî heye? An jî bi zimanekî din? Pêwîst e hevalên bi tîpên erebî dizanin alîkariya me bikin.—Gomadapeyam 13:15, 4 rêbendan 2012 (UTC)
Bi alîkariya Pellk Kurdî Nûs 4.0, ev agahî bi tîpên latînî bi vî awayî xuya dike:

Pellk kurdînûs amrazêkî hellgirtnî, sekoserbest û serçawe kraweye bo gorrînî elfubêkanî kurdî û standarkirdnî îwnîkodekan û tayp kirdnî kurdî be şêweyekî derhêll û xêra. Pellk kurdînûs projeyekî nermamêrîy azade û berhemî "damezrawey pellk bo bernamedarriştin"e. Kurdînûs perreyekî HTiMLe û tenya wêbgerrêkî pêwîste. Kodekey têkellawêke le tagekanî HiTMiL û şêwazekanî CSiS û kodekanî JavaScript. Xanexwê em proje SourceForge.net e û le jêr molletnamey GPiLdaye. Pellk kurdînûs be rûkarî kurdîy nawendî û îngilîzî leberdestdaye. Dwayîn weşanî ta kanûnî yekemî 2011 weşanî 4.0 e.

Beşekan
  • Kurdî > kurdî: gorrînî elfubêy latînî bo elfubêy 'erebîy kurdî. Em beşe yarmetî dedat bo gwastnewey ew deqe kurdîyane ke be elfubêy standardî latînî (elfubêy hawar) nûsrawn bo elfubêy standardî 'erebî, bo nmûne, pellk bo pellk. Akam be tewawî guncawe legell standardî îwnîkod bo zmanî kurdî.
  • Kurdî > kurdî: gorrînî elfubêy 'erebî bo elfubêy latînîy kurdî. Em beşe yarmetî dedat bo gwastnewey ew deqe kurdîyane ke be elfubêy elfubêy 'erebîy kurdî nûsrawn bo elfubêy hawar, bo nmûne pellk bo pellk. Pêş em gwastnewey elfubêye kirdarî "beyunîkodkirdin" encam edrêt kewaye eger deqeke be şêwaze nastandardekan wek fontekanî 'elî yan fontekanî dîlan yan texteklîlî pêşûy kurd aytî grûpîş nûsrabêt bêkêşe degwazêtewe bo latînî. Dekrê em beşe wek amrazî tayp kirdnîş bekarbihênrêt çun dekrê tenya be pîtekanî îngilîzî hemû pîtekanî elfubêy 'erebîy kurdî bnûsrêt. (Wek gih bo xi , ee bo ê û hitd)
  • Beyunîkodkirdin: standardkirdnî pîtekanî elfubêy 'erbîy kurdî. Yarmetî dedat bo gwastnewey ew deqe kurdîyane be fonte nastandardekanî elfubêy 'erebîy kurdî nûsrawn bo pîte drustekanî zmanî kurdî le îwnîkodda. Em beşe betaybet bo wêb zor bekardêt. Bo nmûne be fontekanî 'elî (jmareyek fontî berhemî 1997 ke hêşta brrê car bekardêt çunkû pêwîstî be damezranî texteklîlî kurdî nîye) taypkrawe: tavge ke deqî standardikrawekey debê be: tavge. Herweha ew deqaneş ke be texteklîle nwêtrekan wek kurd aytî grûp nûsrawn lewaneye le çend pîtêk wek "e" û "h" standard nebin. Eger deqeket be fontekanî dîlan (jmareyek fontî nastandardî kurdîy berhemî KurdSoft.com) taypkrawn le hellbjardekanda debê "be fontekanî dîlan nûsrawe" çalak bkeyt. Gorrandinî jmarekan bo jmare 'erebîyekan be destî bekarhênere.
  • Taypî kurdî: taypkirdin be elfubêy latînî . Yarmetî dedat bê ewey texteklîlî kurdîy latînî leser kompîwtereket damezrabêt û tenya be texteklîlêkî asayîy îngilîzî, deqêkî kurtî kurdî be latînî tayp bkeyt. Bo ew pîte taybetaney kurdî ke le îngilîzîda nîn (ê û î û û û çi û ş) be rîz ee û ii û û û cih û sih tayp dekrê. Eger pîte gewrekanî îngilîzî bkarbihênrêt ekamîş pîte gewrekan debêt, bo nmûne: EE yan Ee bo Ê.
  • Taypî kurdî: taypkirdin be elfubêy 'erebîy kurdî. Bê ewey texteklîlî kurdî leser kompîwtereket damezrabêt û tenya be texteklîlêkî asayîy îngilîzî, deqêkî kurtî kurdî be elfubêy 'erebî tayp bkeyt. Le hellbjardekanda sê dîmenî texteklîle heye bo hellbjardin ke brîtîn le:
    • Bakûr (baştre bo ewaney be texteklîlî latînî QWERTiY 'adetyan kirduwe)
    • Rojhellat (baştre bo ewaney be texteklîlî farsî 'adetyan kirduwe yan leser texteklîlekeyan pîtekanî farsî lêdrawe)
    • Başûr (baştre bo ewaney be texteklîlî 'erebî 'adetyan kirduwe yan leser texteklîlekeyan pîtekanî 'erebî lêdrawe).
Besterî derekî
  • Perrey projey pellk kurdînûs le mallperrî SourceForge.net
  • Mallperrî damezrawî pellk (lejêr kardaye le serdanî 14/10/2009).
Silav --MikaelF 15:59, 4 rêbendan 2012 (UTC)

slaw, kes kîbordî kurdî latînî heye bo windows 7 ? Hêvar 15:21, 27/1/2012

Silav, Windows bi kurdiya latînî ne hatiye çêkirin (bnr. Wîndowsa Kurdî); Ubuntu (Linux) bi kurdiya latînî ye…--Ghybu 12:51, 27 rêbendan 2012 (UTC)
Sillaw berrêz Hêvar. Le sayti KurdITgroup.org da keyboardî Latînî heye bellam le Windows 64-Bitî kar nakat. Xot detwanî be bernamey "Microsoft Keyboard layout Creator 1.4" yekêk drust bkeyt. Herweha detwanî "pellk Kurdînûs" be kar bênî. --Aso 16:52, 1 reşemî 2012 (UTC)

ezdixazm bbm be endam —(Ev peyama bê îmze ya 109.127.86.191 (y)e • NîqaşBeşdarî)

Silav Bişirîn, Têkeve an hesabekî nû çêke--Ghybu 22:34, 29 rêbendan 2012 (UTC)

Daxwaziyek ji hemû Kurdan

Dema em li gotarên di derbarê navdarên kurdan de dinêrin, di gotaran de wêneyên bi lîsans kêm in. Li gelek deverên Kurdistanê, peykerên navdarên kurd hatine danîn. Gelo hevalên li welêt nikarin wêneyên wan bikişînin û li wîkî - commonsê bar bikin? Mînak kurdên me yên başûr, ger ez ne şaş bim li Silêmaniyê parka navdarên kurd heye. Wêneyên wan mirovan hatibane kişandin wê pirr baş çêbûbane. Hêvîdarim hemû kurdên derfeta wan heye, alîkariyê bikin. Ji niha ve spas. --Gomada (nîqaş) 20:26, 22 adar 2012 (UTC)[bersiv bide]

Hurûfî Gewre

Bo cî le ewwellî nêwekanda hurûfî gewre be kar nahênın/nehênîn? Wek: 'Kurdî' le cêgey 'kurdî' ya 'Avrêl' le cêgey 'avrêl'?
-Odysseus 03:08 16 Apr 2012

Silav, di derbarê bikaranîna tîpên girdek te, tu dikarî li peyama (Bikaranîna herfê mezin (girdek)) hevalê MikaelF binêrî.--Gomada (nîqaş) 17:14, 16 avrêl 2012 (UTC)
Binêre jî: Wîkîpediya:Dîwan#Rêzimanê kurdî--Ghybu (nîqaş) 17:21, 16 avrêl 2012 (UTC)

Civîna Xebatkarên Kurd ên Wîkiyê? / Kobûnewey xebatkaranî kurdî Wîkî

Silav hevalno, ev demeke dirêj e, ez li ser civîneke xebatkarên kurd difikirîm. Weke hûn jî dizanin têkiliyên me tenê li ser gotûbêjkirina gotaran (peyv, wêne hwd) pêk tên. Ji bilî vê em bi hevdu re pirr danûstandinê nakin û hevdu baş nas nakin. Ger ev civîn pêk were, emê li ser rewşa, wîkîpediya, wîkîferheng, commons hwd. yên bi hemû ziman û zaravayên kurdî gotûbêj bikin.

Çima pêwîst e ku em bicivin?

  • Ji bo hevnaskirinê pêwîst e, divê xebatên me tenê li ser înternetê nemînin. Bi vî awayî hevaltiya me jî xurt dibe.
  • Divê em bi hevdu re li ser pêşeroja wîkiyên ziman û zaravayên kurdî gotûbêj bikin. Bi hev re kêmasiyên hemû wîkiyên ku bi kurdan re têkilîdar in, çareser bikin. Ji bo nêzîkkirina zaravayan jî tiştekî girîng e.
  • Di civînê de, hemû heval dikarin nêrînên xwe parve bikin. Bi vî awayî xwesteka xebatkaran a ji bo xebata wîkiyan xurttir dibe.
  • Gelek xebatkarên wîkiyên din civînan pêktînin. Rast e xebatkarên me ne gelek in, lê dîsa jî ev nayê wê wateyê ku divê em bê hêvî bin.
  • Xwedîlêderketina kurdî tenê bi nivîsandina çend gotaran çênabe. Ji bo ku xebata me nîvrê nemîne, divê em bêhtir bixebitin. Û xebata xwe tevlî jiyanê bikin.

Bi kurtasî, li gorî min; ji bo pêşvebirina xebata me, civîn girîng e û ji me kurdan re pêwîst e.

Dibe ku hûn bêjin emê li ku bicivin? Weke min fêhm kirî, xebatkarên me bi giştî li Ewropayê ne. Almanya, Swîsre, Fransa hwd. Bi pirranî li Almanya. Lewma em dikarin, li Almanya civînê pêk bînin. Lê dîsa jî hûn fikrên xwe parve bikin emê kêfxweş bibin.

Hûn çi difikirin? —Gomadapeyam 11:23, 9 pûşper 2012 (UTC)

Be kurdiy Soranî

Sillaw hevalîne, min zor lemêje leser kobûneweyekî xebatkaranî kurd bîr dekemewe. Wekî êweş dezanin peywendiy ême tenya leser witûwêj kirdinî witarekane (wişe, wêne û htd). Leme bew lawe ême legell yektir zor danûstan nakeyn û yektir baş nanasîn. Eger em kobûneweye pêk bêt, detwanîn leser rewşî wîkîpîdiya, wîkîferheng, kominz û htd be hemû ziman û şêwezarekaniy kurdî witûwêj bikeyn.

Bo pêwîste kobînewe?

  • Bo nasandin pêwiste, debê xebatekanman tenya leser înternêt nemênin. Awa dostayetîşman behêztir debê.
  • Debê ême legell yektir leser dwarrojî wîkiye kurdiyekan witûwêj bikeyn. Beyekewe kemûkûrriy hemû wîkiye kurdiyekan çareser bikeyn. Eme bo nizîk kirdinewey şêwezarekanîş şitêkî giringe.
  • Le kobonewe da, hemû hevalêk detwanin be rwangey xoyan beşdarî biken. Bem core daxwazî xebatkarn bo xebatî wîkiyekan behêztir debê.
  • Zorbey xebatkaranî wîkiyekanî tir kobûnewe pêk dênin. Raste xebatkaranî ême zor nîn, bellam dîsanîş eme bem wataye niye ke naumêd bîn.
  • Giriftî kurdî tenya be nûsînî çend witaran çak nabê. Bo ewey ke xebatî ême natewaw nemênê, debê zortir xebat bikeyn û xebatekeman awêtey jiyan bikeyn.

Be kurtî, be gwêrey min: bo pêşxistinî xebatekeman, kobûnewe giringe û bo êmey kurd pêwîste.

Lewaneye billên ême le kwê kobînewe? Wekî min têgeyîştûm, xebatkaranî ême be giştî le ewrûpan. Ellmaniya, swîsra, ferrensa û htd. Zorbeşan le allmaniya. Le ber ewe detwanîn le Ellmaniya kobûneweyek pêk bênîn. Bellam dîsanîş eger êwe be rwangey xotan beşdarî biken ême keyfxoş debîn.

Ray êwe çiye?


Çima nebe? Mirov kare civîneke 'giştî' li dereke 'navend' pêk bîne, wek te pêşniyar kir. Lê divê em berî her tistî bijimêrin ka kî-kî li Wîkîpediyayê hene û wê kî ji kîjan welatî tevlî Wîkîpediya kurdî bibe. Pistre em bo roja civînê li hev bikin û li gorî jimara endaman em lîsteyek ji bo mijarên niqaskirinê avabikin. Kî dixwaze derheqê kîjan mijarê agahiyan bide/'workshop'ekê cêke? Ger civîn pêkwere, divê em protokolek binivîsin bi hemû mijar û encamên niqasan... bo ku ew protokol ji bo civînên din karibe were bikaranîn. Bi alîkariya protokolê emê kêmasiyên xwe bibînin û ji bo pêserojê guhertinên erênî bona Wîkîpediya û civînên pistre pêk bînin. Herwiha, em karin protokola xwe bidin malper û medyaya kurd jî ( ku ew daxwaz û nêrînên Wîkîpediya kurdî bi civata kurd re parvebikin).
Endamên ku ji welêt tevlî Wîkîpediya dibin û nikarin werin civînê, karin di nav xwe de hevdîtinên wiha pêk bînin û encamên civînên xwe bi 'civîna gistî' parvebikin. Mînak: endamên Kurdistanê di nav xwe de civînek pêk tînin, yên Ewropa jî... pistre her du civîn encamên xwe bi hev re parvedikin, etc... --84.75.187.115 12:36, 9 pûşper 2012 (UTC)
Zor spas ji bo nêrînên te. Mebesta min jî ew e ku, hemû heval fikrên xwe parve bikin. Di dawiyê de emê biryarê bidin, ka emê çi bikin, çawa çêbikin. Di vê navberê de hêvîdar im tu xwe qeyd bikî an jî ger hesabê te hebî, tu bi hesabê xwe şiroveyan binivîsî.—Gomadapeyam 12:47, 9 pûşper 2012 (UTC)
Ez im, Ferrus. Min nedît ku kombersa min ez ji girêdayîbûne derxistî ye. Ferrus
sipas kak Gomada bo pêşniyarê we.ez dibînim ku ev tiştek gelek baş e û bo min xebat li ser termînolojiya zanistî gelek girîng e.--Jobar.bouzan (gotûbêj) 15:42, 9 pûşper 2012 (UTC)
Heke kombûn pêk were emê li ser termînolojiyên zanistî gotûbêj bikin. Her heval dikare tiştê di serê xwe de ji me re parve bike.—Gomadapeyam 12:27, 11 pûşper 2012 (UTC)
Derfetên min tune ne ku derkevim dervî welat lê hûn çi bikin,çi biryarê bidin ez tim bi we re me...--Dûrzan (gotûbêj) 09:08, 10 pûşper 2012 (UTC)
Spas ji bo piştgiriya te. Tu ji me re, li Kurdistanê kişandina wêneyan bidomîne, xebata te pirr girîng e.—Gomadapeyam 12:27, 11 pûşper 2012 (UTC)
chima na, bi rastî jî wê pirr bash biba. Jixwe ez jî li almanyayê me. Lê ez dil heme di 10ê meha tîrmehê de bichim welat, bawer dikim ezê qasî 25 rojan bimînim. Ger ku ez li Germanistanê bim, ezê bêm civînî. Silav --Baran Ruciyar (gotûbêj) 12:30, 11 pûşper 2012 (UTC)
Bila hemû heval biryara xwe bidin, em dikarin dîrok û cih diyar bikin. Kombûn wê li gorî xwestekên hevalan pêk were. Hûn dikarin bêjin, ez di filan dîrokê de li filan cihî dixwazim.—Gomadapeyam 13:36, 11 pûşper 2012 (UTC)
Gelo sazî, zanîngeh, hotel, karsaz, weqfeke başûrê Kurdistanê nikare civîneke wiha amade bike û me jî vexwîne? Pereyên wan hene, bi sedan projeyan fînanse dikin, ma carekê jî ji bo kurmancî-zazakî û ensîklopediya kurdî jî bikin qey dawiya erdxanê tê. Bo mînak zanîngehên Kurdistana Azad nikarin? Hêjano, hevalên li Bakur an Tirkiyeyê ne, dikarin bi hêsanî bo Başûr vîzeyê bigirin lê bo Ewropa na. Gelek ji me jî nikarin herin welat, herin Kurdistanê. Hela em berê nêrînên xwe bêjin. Xx.. --Bablekan (gotûbêj) 14:31, 11 pûşper 2012 (UTC)
Ev jî fikreke baş e, lê mixabin em di destpêkê de ne. Divê pêşî em kombûnekê pêk bînin û piştre ji saziyên başûrê Kurdistanê alîkariyê bixwazin. Em hevdu nas nakin. Nexşerêyeke me ya diyar nîne. Em nikarin bi tenê bêjin, em xebatkarên wîkiyên kurdî ne, lewma alîkariya me bikin. Em kî ne? Li kû ne? Xwestekên me ji saziyên kurdî çine? Emê di pêşerojê de çi bikin? Hewcedariya me bi çi heye? Gelek pirsên weke van... Lewma divê pêşî em kombûnekê bi serê xwe çê bikin. Heke gengaz be, dîsa hevalên ku dikarin alîkariyê peyde bikin, dikarin ji me re bêjin. Li Ewropa derfet nîn in? Ez jî tême Almanyayê piştî demekê, lê ji bo kombûnê kîjan welatê Ewropayê be ji min re ferq nake.—Gomadapeyam 16:10, 11 pûşper 2012 (UTC)
Sllaw berrêzan. Karêkî cwane, bellam be daxewe bo kurdanî rojhellat (ewaney wa êsta lêre ejîn) aşkrakirdnî naw û nîşan û kobûnewe tûşî kêşeman dekat. Ta nenasrawtir bîn baştre. Zor spas, her bjîn--Aso (gotûbêj) 16:14, 11 pûşper 2012 (UTC)
Hevalê Aso, mebesta me ne eşkerekirina navnîşana kurdên rojhilat an jî yên ji beşeke dî ye. Ev kombûneke di navbera me de ye. Jixwe ez dibêjim qey, kurdên ku li rojhilatê Kurdistanê ne, nikarin tevlî kombûna li Ewropayê bibin. (Ger dikaribin werin, ser çavan lê ez gengaz nabînim) Lê dibe ku yên li Ewropayê dijîn, dikarin werin. Helbet pirsgirêkên kurdên rojhilat li ber çavan e, lê mebesta me ne ew e ku em ji wan re kêşeyan peyde bikin.Spas.—Gomadapeyam 16:30, 11 pûşper 2012 (UTC)

بەرای من وا باشترە بابەتەکانی رێزمانی کوردی ئاماژەی پێ بکرێت لە ویکیپیدیادا (Beray min wa baştre babetekanî rêzmanî kurdî amajey pê bikrêt le wîkîpîdyada)Ev peyama bêîmze ya 95.159.89.58 (gotûbêjbeşdarî) e.

Hêdî hêdî bi encam bikin. Çend kes, li kîjan welatî, bi çi awayî? Bi ya min divê em xetên xwe yên sor tesbît bikin. Em çi nikarin bikin? Ez nêrîna xwe bêjim. Wîkîpediya kurdî gorî normên Wîkî tevdigere, ji nirxên kurdan re (wekî yê hemiyan) rêzdar e. Ti eleqeya wê bi siyasetê nîne, jê direve, xwe diparêze. Heger me civînên xwe lidarxist, divê em pirr baldar bin ku siyaset xwe negihîne me. Di komele û saziyên siyasetê de civînan nekin, wan li ser xwe mezin nekin. Xeta min a sor ev e. Lewra min di jiyana xwe de tecrube kiriye ku siyasetmedarên me destên xwe gihandinê kû, wir wêran kirine. --Bablekan (gotûbêj) 09:15, 9 tîrmeh 2012 (UTC)[bersiv bide]

Pêşniyarên min:

  • Heger gengaz e, bikarhênerên bakurê Kurdistanê, li Amedê wekî sîmbolîk di cihekê ku navê siyasetê ne li ser e, civîna yekemîn bikin. Li wir kurtegotin û pêşniyarên karberên nikarin tevlî bibin bixwînin û dema civîna duyemîn kivşe bikin. Ez bi xwe mixabin nikarin lewra çûyîna welatê bo min ne mimkun e.
  • Heger li Ewropayê be, bila Almanya be. Bi hev re cihekê kivşe bikin. Kesên dikarin bila werin.
  • Rêveberiya wîkîpediya kurdî divê êdî xwe bi gel bide naskirin. Lewra heger bê naskirin, dikare xebatê bike. Çawa? Dikare bo mînak derkeve televîzyonan, bang li bikarhênerên nû bike hwd. Niha ez ji yekê re bêjim, ez admîn in, kes bawer nake. Ez bêjim ciwanno werin wîkîpediyayê xelkê bêje qey ez ji xwe re kariyerîzmê diçêrînim. Min li cihekê yek dît, digot: "Ez berpirsiyarê wîkîpediya kurdî me". Camêr nivîsên min jî wekî yên xwe dida nîşandan. Ciwan bû, min hîç rexne nekirin, got bila dilê xwe negire. Lewra pê derxist mirovekî gelek baş e, di blogan de nivîsên xelkê bi navê xwe dide, Viya jî bo keçikekê dike. Keçik welatparêz e, dixwaze bikeve çavê wê. Bila Xwedê miradê wan bike. Min çima ev mînak da? Rêveberiya me dernekeve piyaseyê, him xebat geş nabe, him jî kes bi gotinê nake.
  • Heger li Başûr dibe, divê em beriya beriyê vîze bigirin. Hûn jî dizanin bêî destûr û referansê kurdên Bakur bernadin. Kurdên Bakur carnan ji balafirgehan vedigerînin.
  • Bûrokratên me yên din li kû ne? Niha bûrokrat ne ji ser me re ne? Ti gotineke min Erdal re nîne, lewra camêr bi qasî pê derxist gelek karîwer e. Bangîn jî ne bûrokrat e? Nêrîna wan jî girîng e. Ji wan jî bipirsin. Bersiv nedan, bi gotina xwe bikin.
  • Heger gengaz e, civîna yekem, bi tevelîzyonên neteweyî bidin hesandin. Heger xêra xwe hema nûçeyekê jî bidin baş e. Lewra qet nebe çend kes bi Wîkîpediyayê dihesin. Bi rastî jî gelê me nizane Wîkîpediya çi ye. Yekê ji min re gotibû "heya ji wir re dinivîsînin, ji cihên kurdan re dinivîsînim". Min gote wê "me wîkîpediya kurdî jî ya kurdan e". Dibêjin qey em Japon in, çinin.

Vêgav ev hatin bîra min. Bmx.. --Bablekan (gotûbêj) 09:46, 9 tîrmeh 2012 (UTC)[bersiv bide]

Divê êdî encam diyar bibe. Ez li benda hemû hevala me (MikaelF, Ghybu, GA..) ku ramanên xwe parve bikin. Weke ez dibînim li Almanya kombûn guncav e. Endamên me bêhtir li Ewropayê ne. Hevalên Dûrzan û MikaelF dikarin xebatekê li Kurdistanê bikin. Ji bilî wê hevalên din dikarin li Almanya bicivin. An jî heke pêsniyareke bastir hebe, bila heval bêjin. Lê ji kerema xwe re, bila heval yek bi yek bêjin, ev dîrok li vî welatî ji min re bas e, û ez dikarim ji bo kombûnê filan tistî bikim. Lewma emê karibin, cihê rind û dîroka rind ji bo tevahiya hevalan bipejirînin.—Gomadapeyam 19:33, 9 tîrmeh 2012 (UTC)[bersiv bide]
25-26'ê tebaxê çawa ye? Ez li bajarê Aachena Almanyayê nû me. Lê min ji hin xwendekaran bihîst li vir cihekî Dêra Katolîk heye (Min li wir meyzand). Ew ji bo kombûnan cihê xwe didine mirovan. Ger hûn bixwazin ez dikarim herim ji bo kombûna me jî daxwaza cih bikim, lê ji bo raketinê ez nikarim mêvandariyê bikim. Ji xwe ez jî nîv mêvan im niha. (: Hêvîdarim hun jî pêsniyarên xwe binivîsin.—Gomadapeyam 16:35, 10 tîrmeh 2012 (UTC)[bersiv bide]
Di meha gelawêjê (tebax) de bêhnvedana min heye. Bo du hefteyan. Vê înê jî dikevin tetîlê, du hefte.. Niha nizanim bêhnvedana tebaxê çendê mehê de ye, lê ez ê îro-sibeyê binivîsînim. Berê em bizanibin ka çend kes tevlî dibin û li kû civîn dibe. Raketin ne pirr girîng e. Nebû nebû em ê li kolanê rakevin ma qey çi bûye, yan jî çardarên xwe vekin. Cihê civînê jî tê dîtin. Mirov dikare li restoranekê jî bicive. Bes em bizanibin li kû dibe û çend kes.. --Bablekan (gotûbêj) 07:21, 11 tîrmeh 2012 (UTC)[bersiv bide]
Pirsgirêk nîne. Em dikarin di serê meha rezberê de jî kombûnê pêk bînin. Dîroka min dayî tenê pêsniyarek e. Li gorî rewsa hevalan dikare were guhertin.—Gomadapeyam 12:33, 14 tîrmeh 2012 (UTC)[bersiv bide]
Ez karim xwe ji bo civînê aranje bikim, bes ez ji Swîsra tevlî Wikiyê dibim...lewra ger çareseriyeke erênî ji bo mijara raketinê pêk bê ezê kêfxweş bim. Silavên germ, Ferrus

Ez jî bi vê înîsyatîva Gomada û hemû pêshniyazên we gelek kêfxwesh im. Mixabin Almanya ji min jî hindek bi dûr dikeve û ji ber kar û rewsha aborî ez nikarim heta sala bê ji vir derkevim. Her wisa be jî, wekî Dûrzan jî dibêje, çi biryarê bidin ez jî tim bi we re me, ji ber ku hûn stûna Wîkîpediya kurdî ya roja îro ne.

Wekî din, hûn wekî kurdên Almanyayê çima gelo têkiliyên bi Wîkîpediya almanî re daneynin? Dibe ku tecrûbeya wan bi kombûnên Wîkîpedîstan hebe, dibe ku alîkariya we bikin û fersendeke qenc e ji bo naskirina karê Wîkîpediyên din e? Ghybu ji te jî deng dernake li ser vê kombûnê, wekî bikarhêner MikaelF, heta îro.. ;), bi dîtina me, heke niyata te ya beshdarkirina kombûnê hebûya, ew jî gelek erênî ye. Nebêje, kurdiya min ne bash e, karê ku tu tê de dikî gelek girîng e û ziman li vir ne pirsgirêk e! Ah, ez hîvîdar im ku hûn li ser Wîkiya me gotareke bi navê "Kombûna 2012 li..." çêkin û li ser wê wêneyên ji kombûn û bajarê kombûnê jî bar bikin. Bi silavên germ û daxwaza ev kombûnê Wîkîpediya kurdî serkevtî be hîvî dikim. --MikaelF (gotûbêj) 07:10, 13 tîrmeh 2012 (UTC)[bersiv bide]

Min peyamek ji KureCewlik81 re sand. Lê wî ti bersiv neda. Ew di wîkiya almanî de calak e. Min got belkî tevlî me bibe û tecrubeyên xwe bi me re parve bike, lê deng jê ne derket.—Gomadapeyam 12:33, 14 tîrmeh 2012 (UTC)[bersiv bide]
Ji rêveberiya Wîkîpediya almanî re binivîse, tu bash bi almanî dizanî ne wisa? Rewsh û daxwaza xwe binivîse; cara yekê ye, ku bikarhênerên Wîkîpediya kurdî kom dê bin, gelek ji Wîkîpedîstên kurd li Almanyayê dimînin, têkiliya taybet di navbera çanda Almanyayê û kurdên Ewropayê de û hwd.. Mixabin ez bixwe bi almanî nizanim. Silav --MikaelF (gotûbêj) 15:00, 14 tîrmeh 2012 (UTC)[bersiv bide]

Min ji bîr kir, G.A. tu nayêy kombûna Wîkîpediya kurdî? Silav --MikaelF (gotûbêj) 07:17, 13 tîrmeh 2012 (UTC)[bersiv bide]

Erdal Ronahî, Luqman û Webmaster, hûn li ser vê kombûna Wîkîpedîstên kurd çi dibêjin? Ez bawer dikim, ku beshdarbûna Erdal jî wekî danerê Wîkîpediyaya di demên destpêkê de balkêsh e. Kek Erdal tu çi dibêjî? --MikaelF (gotûbêj) 09:56, 14 tîrmeh 2012 (UTC)[bersiv bide]

Ji almaniya min alman pirr tênagihên, nizanim çima.. Duşemiyê dikevim bêhnvedanê, bo 2 hefteyan. Dibe ku di vê demê de nikaribim têkevim Wîkî. Ez li rojhilatê Almanya me, cihê me hinekê asê ye. Vê havînê heger bibe, dixwazin mala xwe bibin aliyê rojava. Niha jî, paşê jî dikarim hevalan di mala xwe de bikim mêvan. Cihê civînê jî bi ya min ne ewçend girîng e. Em dikarin, li xwaringehekê jî civînê bikin. Waye dîsa bala min çû ser xwarinê :) Xwedê bîne rê, hinekê çilekî bi min re heye. Lê hevalno ji ber ku civîna me ya yekem e û fermî ye, divê em bidin xuyandin. Pêwîstiya me bi reklamê heye ku xebatkar werin. Kê dikare TVên kurdî (TRT 6 jî di nav de, çima nebe) agahdar bike? Heger Kurê Çewlîkî wîkiya almanî pê bihesîne, ew jî girîng e. Divê gobend tunebe jî em xwe bihecînin. Civînê ne wekî gundiyan bikin, bila deng vede, cîdiyeta wê hebe. Armanca me ne tenê pêkanîna civînê ye, bikaranîna civînê ye. Bi ya min bûya, heger derfet jî heye, Mikael, Erdal werin baştir e. Li ser navê wîkî dê vîzeyê jî bidin. An jî ji ber ku civak heye, yekem civîn li Amedê biba.. Mixabin nikarin herim Bakur û Tirkiyeyê. Me yê jî peyamên xwe ji civînê re bişanda. Niha li kû dibe bila bibe, divê deng vede. Deng veneda, em nikarin bigihên armancên xwe. Xx.. --Bablekan (gotûbêj) 15:29, 14 tîrmeh 2012 (UTC)[bersiv bide]

کارێکی پیویستە بەڕاستی، هاوڕێیانمان تەنیا لە ئەوروپا نین، بەڵکو لە کوردستانیشەوە چەند کەسێکی چالاک و لەخۆبردمان هەیە کە بەردەوام لە ڕاژەی بەشی سۆرانی کۆششیان کردوە و بگرە سەرپەرشتکاریش بوون. من لەگەڵم کۆبوونەوە ببێت، کەی و لە کوێ؟ (Karêkî pîwîste berrastî, hawrrêyanman tenya le Ewrupa nîn, bellku le Kurdistanîşewe çend kesêkî çalak û lexobirdman heye ke berdewam le rajey beşî soranî koşşyan kirdwe û bigre serperiştkarîş bûn. Min legellm kobûnewe bbêt, key û le kwê? --Aras Nurî) --ئاراس نوری (gotûbêj) 13:08, 6 gelawêj 2012 (UTC)

Mixabin, wisa xuya dike ku hêviya kombûnê nîvrê ma. Nizanim, wilqasî zor e qey hemû heval fikrên xwe parve nakin? Hûn dikarin bêjin, em naxwazin, ne mecbûrî ye. Lê ez dibê qey divê em hin caran bi hev re biaxivin.—Gomadapeyam 17:54, 23 gelawêj 2012 (UTC)
Silav hevalno!
Nebêjin, G.A ji Wîkîpediyayê reviyaye, ez niha li Wîkîferhengê kar dikim.Gelek gotar li wir nehatine formatkirin.Ev civîn tishtekî gelek girîng e, di dîroka Wîkîpediya kurdî de.Mixabin, lê belê ji dibistanê kêm dema min dimîne ku ez dûr bibim.Lê belê ez herdem amade me heke ku alîkarî pêwist be.Hevalno, dîsa dixwazim bêjim, ji kerema xwe bila kesek nefikire ku ev kes ji zimanê xwe hez nake.Xwedê me ji wan mirovan dûr bike û biparêze.Welle, ez naxwazim dirêj bikim, û gotinên xwe dubare bikim.Xebatxwesh.--GeorgeAnimal. 18:43, 23 gelawêj 2012 (UTC)
Dîsa silav, ez biliyê malbarkirinê bûme. Wekî min got, ez dikarim hevalan bikim mêvan (di mala xwe de). Dibe ku ewqas nivînên me nebin, lê em ê jî îdare bikin. Em dikarin li bajarê me pansiyonekê jî kirê bikin. Bawer nakim biha bin. Heger hûn dixwazin, biçim bipirsim. Bi qasî 200-300 € ez didim (bo pansiyonê), zêdetir mixabin nikarim. Cihê civînê jî dipirsim. Bajarê me yê nû ji bo min jî nû ye, li wir hêj kesî nasnakim. Ez ê herim dêran bipirsim. Biyanî jî hene lê nizanim ka cihekê kurdan heye yan na. Bajareke biçûk e, nifûsa wê 40 hezar e. Civîn dawiya hefteyê be, bo min baştir e, nava hefteyê de be jî ez ê îznê bigirim. Dem jî li ser we ye, kengî bixwazin. Me wê salê 6 kesan bo hefteyekê li Polandê pansiyonekê kirê kiribû, di ber deryayê de, taştê jî tevlî, 150 € dabû. Erê Poland dûr e. Dizanim hotel bihanin, lê pansiyon ne. Heger Erdal wan bixwazin, dikarin vê civînê organîze bikin, bêî ku em paundekê jî bidin, lewra têkiliyên wan bi almanan re xurt in. Ji xeynî Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, amade me werim her derê (helbet berê bêhnvedana xwe mîsoger bikim bi kargehê re). Ez dixebitim. Karê min ê nû jî serê meha rezberê destpê dike. Niha mecbûr im bêjim, komele, sazî, TV, rojnameyên kurd pirr hez ji min nakin, lewra ti eleqeya min bi siyasetê nîne. Heger qet nebe têkiliya min bi komeleyekê re jî hebûya, min dikaribû alîkariya wan bixwesta. Hêjano êdî çi bêjim? Xx.. --Bablekan (gotûbêj) 12:08, 24 gelawêj 2012 (UTC)

Youth Peace Camp in Georgia

Rojbaş! We need Kurdish Wikipedians!

Great opportunity for Kurdish Youth from Iraq and Turkey take part in Youth Peace Camp "Together towards Peace", which will be held by UKYG in Georgia. The project “Together towards Peace” is aimed at creation of open space for cooperation and confidence building between Turkish, Armenian and Kurdish youth from Turkey, Iraq, Georgia and Armenia.

Developed methodology of the camp is aimed to make youth friendlier towards each other, overcome conflicts and deal with the past together in order to build new healthy society in the region. The beneficiaries of the project are young people from Armenia, Turkey, Georgia and Kurdistan Region (Iraq).

During the camp participant will learn, communicate and work out the conception of the joint web resource. After the peace camp participants will blog, disseminate photos and mini-documentaries they prepared on the topic of Armenian-Turkish and Kurdish-Turkish relations.

  • Date: September 5-10, 2012
  • Place: Akhaltsikhe, Georgia

DOWNLOAD APPLICATION FORM HERE (Deadline is on August 1, 2012)--თეკა (gotûbêj) 06:36, 16 tîrmeh 2012 (UTC)[bersiv bide]

دەست خۆسی بۆ ئەو کەسانەی کە هەڵساون بە وەرگێڕانی بابەتەکانی ویکیپێدیا بۆسەر زمانی شیرینی کوردی

دەستتا خۆشبێت هیوادارم سەرکەوتوبن و بەردەوام بن لەم کارە جوانانەتان وە هیوادارم تەواوی بابەتەکانی ویکیپێدیا بخەنە سەر زمانی شیرینی کوردی چونکە بەڕاستی من هەمیشە ئەم سایتە بەکار ئەهینم بۆ وەرگرتنی زانیاری وە کاتێک زمانی کوردی ئەبینم لە ناو زمانەکان زۆر خۆشحال ئەبم وە ئەزانم کە کەسانێکی ماندو نەناسوو هەن کە ئەیانەویت خزمەت بە گەلەکەیان بکەن هیوادارم باردوام بن لەسەر کارە جوانەکەنتان


Dest xosî bo ew kesaney ke hellsawn be wergêrranî babetekanî wîkîpêdya boser zmanî şîrînî kurdî

Destta xoşbêt hîwadarim serkewtûbin û berdewam bin lem kare cwananetan we hîwadarim tewawî babetekanî Wîkîpêdya bixene ser zmanî şîrînî kurdî çunke berrastî min hemîşe em sayte bekar dehînim bo wergirtnî zanyarî we katêk zmanî kurdî debînim le naw zmanekan zor xoşhal debim we dezanim ke kesanêkî mandû nenasû hen ke deyanewît xizmet be gelekeyan bken hîwadarim bardwam bin leser kare cwanekentan. Ev peyama bêîmze ya 31.25.136.28 (gotûbêjbeşdarî) e.

spasiya we hamoyan dikin hividarin dewlemendtir bbe

--Waheed haji (gotûbêj) 20:28, 6 gelawêj 2012 (UTC)--Waheed haji (gotûbêj) 20:28, 6 gelawêj 2012 (UTC)--Waheed haji (gotûbêj) 20:28, 6 gelawêj 2012 (UTC)Wêne:Mînak.jpg

Bang e bo Dewlemendkirina Wikipediaya Kurdî ya bo Xurtkirina Yekîtiya Neteweyî, ber bi Hedefên Kurdistanî

Nivîsa xwar-------- A note to sorani-speakers:

Nivîsa xwar--------- Below is a call for action and a proposal for a proper and purposeful Kurdish Wikipedia. I believe you will understand all or most of my Northern Kurmanji clearly. Further in the discussion, that I hope will follow, we will have the opportunity to engage more.



Xwuşk û Brayan,,

Rêvebirên Wikipediaya Kurdî û Beşdarên Hêja,


Ez ê di derbarê Wikipediaya Kurdî, rewşa wî ya îroyîn û paşeroja wî ya zêrîn, nêrînên xwe bêjim û pêşniyarek bo projeyê pêşkêş bikim, bi daxwaz û hêviya ku taybetî pêşniyara projeyê li vir were gotûbêjkirin û pejirandin, da ku em bi hev re vegerin gelê xwe û wê projeya bi rûmet, bikin malê raya giştî ya Kurd, da ku têkeve jiyanê. Hêvîdar im ku hun bibînin ku rexne û nerazîbûna min a derbarê rêvebirên Wikipediaya Kurdî xeynê avakirin û pêşxistinê, tiştek dî nîne, û daxwaz ji we dikim ku ser pêşniyara ku pêşkêş dikim, kûr, hûr û dûr bifikirin. Baweriya min a zexm e ku eger Kurd, bi awayek rêk û pêk û ji îroj gellek cûdatir, ji Wikipediayê îstifade bikin, dê ew yek bo wan îmkanek zêrîn be, bo xurtkirina yekîtiya neteweyî a ruhanî, çandî û civakî ya Kurdan û wan her nêzîktirê azadiya wan bike.


Ez nuha berê xwe didim rêvebirên Wikipediaya Kurdî (ya Kurmanciya Jorîn)

Gellek eşkere û sebebê acisiyê ye ku hun nivisên amatorî, bêserûberî û ji kaliteyê bêpar belav dikin, wekî ku tenê bo kêfa xwe û bo zêdekirina rûpelan wan nivisan amade dikin û diweşînin, ne ji evîn û eşqê, ya bo rastiyan, bo derxistina wan, bo ronîkirinê û ronîbûyinê. Eger mirov wê hewl, niyet û dilsoziyê li cem we bidîta, dê mirov heq bidana wê bersîva xweparastinê ya ku bêşik hunê bînin ziman, ku "em bangê herkesî ku werin û beşdar bibin dikin, lê kesek nayê û em mane tenha serê xwe û hewqas xebatê dikin, tu radibî wa dibêjî! Ma ev jî heq e?" ûwd. Rûpelên Wikipediaya Kurdî gelek in ku hun çawa daxwaz an pirsyara beşdarekî bi tundî bersîv didin û wan pîs dikin. Lê, yê ku çavên xwe saxlem e û hişê wî li serê wî ye û li Wikipediaya Kurdî binêre, dê bivîne ku tu xebatek û berhemên we li ortê nînin, xeynê çend nivisên sivik û xapînok û hun zarokên ku wikiyê bo xwe kar tînin wek leyistok. Belê, zarokên ku wê fehmê nakin ku Wikipedia wek ders û dibistan û mamoste ye û lazim e alim û zana naveroka wê dagrin û xwendevan ronî bikin. Mixabin ne nîşana wî fehmê, ne jî ya vê rastiyê li cem we diyar e, ku eger alim û pispor nebin, ev wikipedia tune be jî dibe. Hele hele bo me Kurdan, Wikipedia bi vê halê xwe tune be, her çêtir e - ji ber ku hun bi temsîla Kurdan li wir in û derûdor jî we wusa dibîne.


Nimûneyên konkret hene ku tevahiya nivîsên niviskarek dî hatiye “deynkirin”, bêyî ku çavkanî an xwediyê nivîsê were destnîşankirin, ku ev yek jî “dizîn” e (ing., “plagiarism”) û yekser li dijî prensîp û qaydeyên Wikipediayê ye. Ma we got qê der û dor vê yekê nabînin, hele hele ew xêrnexwazên ku we monîtor dikin? Vêca bi salan berdewamiya vê rewşê, ME krîmînalîze nake û wekî Şûrê Demokles li ser stûyê ME nîne? WÊ çaxê mirov çawa bikaribe mafên xwe biparêze, neqeqiyên hember xwe destnîşan bike? Bêşik mirov ê nikaribe.


Îroj Wikîpediaya Kurdî wek malperek adetî ye bo rêvebirên wê û bi tu awayî naşibe ansîklopediyek û qet jî naşibe malê milletek ku ji xwe hez dike, xwe diparêze û pêş ve dibe û dixwaze rojek beriya rojê, xwe azad bike.


Xwuşk û brayên delal,

Wikipedia ne tiştek wa hers û beredayî ye ku mirov sivik lê binêre û qîmetê nedê. Di vê çaxê teknolojiyê de, ku herkes komputera xwe heye û bi înternetê ve girêdayî ye, û yê ku tiştek meraq dike di nav saniyan de bersîva xwe digre, ma gerega hişyarkirinê heye ku lazim e Kurd bala xwe bidinê û paş de nemînin, îmkanên di dest de bikarbînin? Ji ber şertên gellek giran ên bindestiyê, Kurd tevizî ne û ji refleksên xwe yên xwezayî yên xwe-parastinê dûr ketine û her ferdê Kurd para xwe ji vêyekê stendiye, lê Kurd çiqas "gêjikî" bin, dijminê wan jî hewqas hişyar in, ji ber ku ew wê zilmê bi zanebûn dikin û dizanin ku dema Kurd rabû, dê dawiya wî were û bo wî ku ew dewletên dijmin, ferdên xwe jî bi îtînaz perwerde dikin û dijminatiya Kurdan dikin perçeyek ji şexsiyeta wan, ku ew êdî hew dikarin "empatiya" Kurdan bikin. Vê rewşa ha, erkên mezin dide ser milên Kurdên dervayê welêt, ku nîspetî azad in.


Wikipediya, wek platforma "şerê mêjuyî", ku ya herî giring e, îmkanek û firsetek e bo Kurdan, ji ber gelek sebeban: yek ji kambaxiyên bindestiya Kurdan rewşa wan ê perçebuyî û bêdewletbûyina wan e. Ji ber ku dewlet e, ku hem can û malê mirov diparêze û hem jî şert û mercên yekitî û pêşketina ferdî û civakî ava dike û radigre. Ji vê pergalê bêpar û bêyî rêxistinên xwe yên berfireh û saxlem, her ferdek dilsoz ê Kurd di çapa xwe de hewla xwe dide, bêyî ku xwe bigihîne Kurdên dî û wek encam, ked û zehmetiyên wî nabe avakirinek xwedî tesîr û mayinde.


Lê Wikipedia fonksiyona xwe yê wek dewletî heye û wê platformê pêşkêş dike, ku Kurd ên bê dewlet, bi şertê rêxistinbûyin û rêkûpêkiyê, dikarin babet, gotûbêj û lêkolînan bikin wesîle bo derxistina rastiyên xwe, ku nuha êdî ne bi hestan, lê li ser bingehên ilmî û zanistiyê werin avakirin. Bi rêya Wikipediyayê, seferberiyek mêjûyî dê bê zehmetî derheve ortê, ku dê bibe wesîleya danûstend û qeliqandina çandî û civakî ya neteweya Kurd. Berhevkirin, merkezîkirin û organîzekirina van lêkolînan dê encamên granbuha biafrîne, bo ferd û civata Kurd, bi xwe di nav lêgerînan de ye û li benda wê ye. Piştrast û nuha ji "rastiya xwe" haydar û bi bawerî, dê mirovê Kurd bivîne ku ew azadiya ku hewqas dûr bû, nuha nêzîk e, bi du gavî.


Bi van hişyaran, nuha bangê li rêvebirên Wikipediaya Kurdî dikim, ku bi lezgînî û bêyî ku xwe giran bikin, hemû mijûlahiyên xwe yên ber destan danin aliyek û bikevin nav fikir, dîalog û lêgerînên vekirî, ka divê çi were kirin ku Wikipediaya Kurdî bibe ew pergala ku dikare daxwaz û pêdiviyên Kurdan bine cîh. Dê were dîtin ku lazim e zana û alimên Kurdan û herwisa kurdnasên dinyê, li dor Wikipediya Kurdî kom bibin û li gorî metod û armancên diyarkirî, dest bi xebatan bikin. Piştrast bin ku Format û naveroka wikipediayê bo merkezîkirin, rêkûpêkkirin û belavkirinê, girtole (harika) ye e û bizanibin ku ne lazimê rêxistinek ejderhayî wek Sovyeta berê ye ku her tiştî kontrol bike, ji ber ku mirovê Kurd ê ji derewan têr, û birçiyê rastiya xwe, dê bi xwe û bazî bazî were ser vê kaniyê, ku hesreta wî dike.

Awayê "ne siyasî" ya Wikipediayê dê tirsa ku di gelekên jêhatî de heye, dê ji ortê rake. Xebatek wisa dê gelek encamên erênî peyde bike:


1 - Wikipediaya bi formata xwe zelal, kêrhatî û serhev (compact), dê fonksiyona dewletek merkezî û yekgirtî bîne cîh, ku ew yek bo merkezîkirin, ragirtin û belavkirina berhemên afirandî, lazim e.


2 - Her çiqas ku Kurdistana Azad roniya çavê me be jî, projeya Wikipediaya Kurdî dê hem ji îmkanên ku ew azadî û dewletbûyinê pêşkêş dike, îstifade bike, lê hem jî ji pirsgirêkên civakî û siyasî azad be û girêdayê civaka medenî (sivil) ya Kurdistanê be.


3 - Ew zana, lêkolîner, xwendekar, ûwd. ên ku ta wê rojê bi awayek tenha, teng û ji hevûdu bêhay kar dikirin, di Wikipediayê de dê kom bibin, ji hevûdu îstifade bikin, babet û xebatan parve bikin, ango sîstema pisporî damezrînin (specialisation), û bedenek kollektîf û effektîf ava bikin. Her kar û her berhem ê bo armancek taybet be, di nav sîstemek berfirehtir de.


4 - Ew kesên ku îroj bêyî kontrol, rexne û encamstendin di nav mijûlahiyan de ne, nuha dê mecbûr bin ku "rastiyên xwe yên şexsî" derxin ronahiyê û binêrin ka çi dib, ew ê bibe xwedî wê îmkanê ku berhema wî derhal were rexnekirin û biryar li ser were girtin ka dê were guhertin û temamkirin, redkirin and ecibandin. Ev proseya dê bi lez bimeşe û wendakirina wext tune be, û her wisa dê alimên saxlem û jêhatî, ji yên dî cuda bibin.


Qasî ku min fahm kiriye, pirraniya nivîsan ji aliye çend kesî ve têne nivîsîn, ku ev yek bi xwe ji aqil û cîddiyetê dûr e. Ango, bi ku heta nîroj hatiyê, dê nemeşe. Her biryarên ku hun ê ji nuha pê ve bidin û her gavên ku bavêjin, gelek giring in û ji we daxwaz dikim ku hay ji wan bin ku bila rast û pak bin.


---

Ez van yekan bo we dibêjim, ji ber ku hun li wir in û bi çend gavan li hindir in. Herwisa, daxwaz û armanca min ne ew e jî ku wê çembera teng ku we li dora xwe pêçaye, zeximtir bikim û ser de vê barê giran deynim ser milên we. Nexêr, dizanim ku eger hun niyeta xwe ya derbarê vê projeyê, bi xwuşk û brayên soranîaxêv re hevpar, diyar bikin, gotûbêjên berfireh, bi beşdariya Kurdên dî yên jêhatî, tê kirin û bi projeyek zelal, mirov berê xwe dide gelê xwe, ku ew bi xwe li bendê ne. Bêşik ew gel ê xwedî li xwe derê û bo serketina vê karê destê xwe dirêj bike.


Lê, xwuşk û brayan, bawer bin ku hun çi jî bikin, ya rast û durust ê bibe. Lê, tenê bo xwe jî be, hun ya rast û durust bikin, da ku, qet nebe, sibêroj bikaribin bi serbilindî têkevin nav xelqê xwe.


Brayê we,

Delalo-s

9ê Îlonê, 2012.

Kurdipedia@hmamail.com

Bersiv bo Delalo-s

Berê ez li ser navê xwe sipas dikim ku te em rexne kirine. Em dizanin rexne ji hezkirinê tê û heger alternatîvekê pêş dike, rexne dibe rexne. Xwezî we serpêhatiya 6 heya salan jî bidaya ber çav ku kedkarên me çendîn caran li rê û çareyan geriyane.

Ez ê yeko yeko bersiva we bidim.

"..Gellek eşkere û sebebê acisiyê ye ku hun nivisên amatorî, bêserûberî û ji kaliteyê bêpar belav dikin, wekî ku tenê bo kêfa xwe û bo zêdekirina rûpelan wan nivisan amade dikin û diweşînin, ne ji evîn û eşqê, ya bo rastiyan, bo derxistina wan, bo ronîkirinê û ronîbûyinê. Eger mirov wê hewl, niyet û dilsoziyê li cem we bidîta, dê mirov heq bidana wê bersîva xweparastinê ya ku bêşik hunê bînin ziman, ku "em bangê herkesî ku werin û beşdar bibin dikin, lê kesek nayê û em mane tenha serê xwe û hewqas xebatê dikin, tu radibî wa dibêjî! Ma ev jî heq e?" ûwd. Rûpelên Wikipediaya Kurdî gelek in ku hun çawa daxwaz an pirsyara beşdarekî bi tundî bersîv didin û wan pîs dikin. Lê, yê ku çavên xwe saxlem e û hişê wî li serê wî ye û li Wikipediaya Kurdî binêre, dê bivîne ku tu xebatek û berhemên we li ortê nînin, xeynê çend nivisên sivik û xapînok û hun zarokên ku wikiyê bo xwe kar tînin wek leyistok. Belê, zarokên ku wê fehmê nakin ku Wikipedia wek ders û dibistan û mamoste ye û lazim e alim û zana naveroka wê dagrin û xwendevan ronî bikin. Mixabin ne nîşana wî fehmê, ne jî ya vê rastiyê li cem we diyar e, ku eger alim û pispor nebin, ev wikipedia tune be jî dibe. Hele hele bo me Kurdan, Wikipedia bi vê halê xwe tune be, her çêtir e - ji ber ku hun bi temsîla Kurdan li wir in û derûdor jî we wusa dibîne.."

  • Me rexnekar ti carî pîs nekirine. Ev ne rast e. Carnan hinekan xwestine vira wekî bloga xwe bikarbînin, helbest, nivîsar hwd bar kirine, dema me jê biriye, hinekan dilê xwe girtine, polemîk derketine. Em bo kariyer vê karê nakin, heger wisa ba, me yê bi navê xwe xebat bikira. Hin ji me hene ku xwedî pîşeyek in, pirtûkên wan hene û di nava întelijansiya kurdî de naskirî ne. Bi xwe ev ji ne girîng e. Me hewl daye xwe gorî zanîn û behremendiya xwe, xebatê bikin. Îcar helbet mirov nikare di her warê jiyanê de kêrbar be. Ji aliyê kalîteyê ve wîkiya me ji ya azerî, ermenî, bulgarî û gelekan çêtir e. Wîkiya azerî rasterast dijminiya gelan dike. Alimên kurdan ketine Facebookê, bi tirkî suhbetê dikin. Kê derî ji wan re girtine. Tenê min, demekê ji 46 rojnamevan, zanayan re name şand ku tevlî me bibin. Nayên. Karîyerîst ew in, ne em.


"..Nimûneyên konkret hene ku tevahiya nivîsên niviskarek dî hatiye “deynkirin”, bêyî ku çavkanî an xwediyê nivîsê were destnîşankirin, ku ev yek jî “dizîn” e (ing., “plagiarism”) û yekser li dijî prensîp û qaydeyên Wikipediayê ye. Ma we got qê der û dor vê yekê nabînin, hele hele ew xêrnexwazên ku we monîtor dikin? Vêca bi salan berdewamiya vê rewşê, ME krîmînalîze nake û wekî Şûrê Demokles li ser stûyê ME nîne? WÊ çaxê mirov çawa bikaribe mafên xwe biparêze, neqeqiyên hember xwe destnîşan bike? Bêşik mirov ê nikaribe.."

  • Meseleya dizînê jî ne rast e. Me çend gotar ji Lotikvan, pirtûkeke anatomiyê ûêd girtibûn, çavkaniya wê jî daye. Xwezî bila bikêr bana, em jî bibana diz. Gelo hûn dikarin mînakan bidin? Heger me hin jibîr kirine, em ê sererast bikin. Jixwe xebata me ev e, gotaran aktualîze dikin. Gelo ew xêrnexwazên me monîtor dikin kê ne? Nizanim ka çima ji pênûsa we ev peyvên ku bêhna hezkirinê jê nayên barîne.


"..Îroj Wikîpediaya Kurdî wek malperek adetî ye bo rêvebirên wê û bi tu awayî naşibe ansîklopediyek û qet jî naşibe malê milletek ku ji xwe hez dike, xwe diparêze û pêş ve dibe û dixwaze rojek beriya rojê, xwe azad bike.."

  • Ev rast e. Ji gelek wîkiyan baştir bin jî, dilê me jî pê qayîl nabe.


1 - Wikipediaya bi formata xwe zelal, kêrhatî û serhev (compact), dê fonksiyona dewletek merkezî û yekgirtî bîne cîh, ku ew yek bo merkezîkirin, ragirtin û belavkirina berhemên afirandî, lazim e.

  • Rast e.


2 - Her çiqas ku Kurdistana Azad roniya çavê me be jî, projeya Wikipediaya Kurdî dê hem ji îmkanên ku ew azadî û dewletbûyinê pêşkêş dike, îstifade bike, lê hem jî ji pirsgirêkên civakî û siyasî azad be û girêdayê civaka medenî (sivil) ya Kurdistanê be.

  • Kakacanan riya şêxên ereban girtine. Dilê wan bi alfabeya latînî, heya bi giştî bi bakuriyan ne germ e. Rewşa wîkiya soranî bi we eyan e. Çendîn zanîngehên wan hene. Her mamosteyan wan xwedî 2-3 jinan e. Gelo hûn ê bêjin me qet neceribandiye? Me ji wan re nenivîsiye?


3 - Ew zana, lêkolîner, xwendekar, ûwd. ên ku ta wê rojê bi awayek tenha, teng û ji hevûdu bêhay kar dikirin, di Wikipediayê de dê kom bibin, ji hevûdu îstifade bikin, babet û xebatan parve bikin, ango sîstema pisporî damezrînin (specialisation), û bedenek kollektîf û effektîf ava bikin. Her kar û her berhem ê bo armancek taybet be, di nav sîstemek berfirehtir de.

  • Me nekariya civîna xwe jî saz bikin. Niha di hewla civînê de ne. Em ê deklarasyonekê amade bikin.


4 - Ew kesên ku îroj bêyî kontrol, rexne û encamstendin di nav mijûlahiyan de ne, nuha dê mecbûr bin ku "rastiyên xwe yên şexsî" derxin ronahiyê û binêrin ka çi dib, ew ê bibe xwedî wê îmkanê ku berhema wî derhal were rexnekirin û biryar li ser were girtin ka dê were guhertin û temamkirin, redkirin and ecibandin. Ev proseya dê bi lez bimeşe û wendakirina wext tune be, û her wisa dê alimên saxlem û jêhatî, ji yên dî cuda bibin.

  • Hîç behsa aliman nekin hêja. Bi ya min alimên kurdan bi xwe bûne kelem. Wekî dêvên kaniyan dixitimînin, ne derdikevin ji kunên avan, ne jî avê didin gel.


Qasî ku min fahm kiriye, pirraniya nivîsan ji aliye çend kesî ve têne nivîsîn, ku ev yek bi xwe ji aqil û cîddiyetê dûr e. Ango, bi ku heta nîroj hatiyê, dê nemeşe. Her biryarên ku hun ê ji nuha pê ve bidin û her gavên ku bavêjin, gelek giring in û ji we daxwaz dikim ku hay ji wan bin ku bila rast û pak bin.

  • Mixabin wisa ye, kêm karberên çalak hene. Min bi xwe 5-6 hezar gotar nivîsandine. Çi bikim? Berdim herim? Gelo cenabê we çima tevlî me nabe, gotarên bi aqil û cîdiyetê hatine ristin nanivîsînin? Gelo mafê me jî nîne ku em viya bêjin?

Ez van yekan bo we dibêjim, ji ber ku hun li wir in û bi çend gavan li hindir in. Herwisa, daxwaz û armanca min ne ew e jî ku wê çembera teng ku we li dora xwe pêçaye, zeximtir bikim û ser de vê barê giran deynim ser milên we. Nexêr, dizanim ku eger hun niyeta xwe ya derbarê vê projeyê, bi xwuşk û brayên soranîaxêv re hevpar, diyar bikin, gotûbêjên berfireh, bi beşdariya Kurdên dî yên jêhatî, tê kirin û bi projeyek zelal, mirov berê xwe dide gelê xwe, ku ew bi xwe li bendê ne. Bêşik ew gel ê xwedî li xwe derê û bo serketina vê karê destê xwe dirêj bike.

  • Biraderên soranîaxêv bila hema beşa soranî geş bikin. Hejmara gotarên soranî eyan e. Ew xwedî dewlet in, baş bi kurdî dizanin, bi kurdî perwerde dîtine, zankoyên wan hene, pereyê wan hene hwd. Waye îmze berhev dikin ku alfabeya latînî qedexe be. Xwezî we carekê Başûr bidîta.


Lê, xwuşk û brayan, bawer bin ku hun çi jî bikin, ya rast û durust ê bibe. Lê, tenê bo xwe jî be, hun ya rast û durust bikin, da ku, qet nebe, sibêroj bikaribin bi serbilindî têkevin nav xelqê xwe.

  • Gelo em ji bo serê me dakeve dixebitin?

Bmx.. --Bablekan (gotûbêj) 21:01, 21 rezber 2012 (UTC)