Gotûbêja şablonê:Dîrok
Ev rûpela gotûbêjê ji bo nîqaşên li ser pêşvexistina Dîrok e. |
|
Tewanga 1ê
[çavkaniyê biguhêre]Silav @MikaelF, Ghybu, Penaber49, Gomada, û Guherto: Li gorî Rêbera Rastnivîsînê ya Mistefa Aydogan (2012):
Di tewanga hejmarnavên hevedudanî de, yên ku tesîrê dikin, nehejmarnavên pêşîn in, hejmarnavên paşîn in. Loma li gor hejmarnavên paşîn dihên tewandin. (r.237)
Yanî dibêje divê "2021ê" were nivîsin, "2021an" xelet e. Min du pirtûkên rêzimanê yên din (Celadet Bedîrxan û Kadrî Yildirim) jî nêrîn lê belê behsa vê mijarê nakin (qasî ku min dît). Lê belê {{jdb}}, {{dîrok}}, {{mirin}} û rûpela destpêkê gişt xelet dinivîsin. Min li vir {{dîrok/ceribandin}} sererast kir. Mînak:
{{dîrok/ceribandin|1|1|2021}}
--> 1ê kanûna paşîn a 2021ê{{dîrok/ceribandin|1|1|2011}}
--> 1ê kanûna paşîn a 2011an{{dîrok/ceribandin|1|1|2013}}
--> 1ê kanûna paşîn a 2013an{{dîrok/ceribandin|1|1|1111}}
--> 1ê kanûna paşîn a 1111an{{dîrok|1|1|2021}}
--> 1ê kanûna paşîn a 2021ê
Rûpela destpêkê jî wisa were sererastkirin dê baştir be:
{{dîrok/ceribandin|{{CURRENTDAY}}|{{CURRENTMONTH}}|{{CURRENTYEAR}}}}
--> 5ê kanûna paşîn a 2025an
Heke pirsgirêkek din tunebe, dikim şablonê rojane bikim. Fikrên we? Balyozxane (gotûbêj) 21:58, 6 îlon 2021 (UTC)
Her çend li gorî barkirinên wateyan de ev biguhere jî, ya rast 2021ê ye. Penaber49 (gotûbêj) 22:11, 6 îlon 2021 (UTC)
- Silav Balyozxane, erê, a rast 2021ê ye, di sala du hezar û bîst û yekê de, ne "yekan". --MikaelF (gotûbêj) 06:30, 7 îlon 2021 (UTC)
- Merheba ji we re, 2021ê rast e. Ji yekê pê ve dibe pirjimar û -an lê zêde dibe. Qewet be ji we re!—Gomadapeyam 10:14, 7 îlon 2021 (UTC)
- Çêbû
- @Gomada û @Ghybu ji kerema xwe re di Wîkîpediya:Destpêk/Ser de beşa ku dibêje "Îro, ..." wisa sererast bikin:
{{dîrok|{{CURRENTDAY}}|{{CURRENTMONTH}}|{{CURRENTYEAR}}}}
--> 5ê kanûna paşîn a 2025an Balyozxane (gotûbêj) 21:36, 15 îlon 2021 (UTC)
- Merheba ji we re, 2021ê rast e. Ji yekê pê ve dibe pirjimar û -an lê zêde dibe. Qewet be ji we re!—Gomadapeyam 10:14, 7 îlon 2021 (UTC)