Tayfur Sökmen

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Tayfur Sökmen
Sökmen di sala 1939
Jidayikbûnsala 1892
Mirin3ê adar sala 1980
Stembol, Komara Tirkiye
Cihê goristanêGoristana Zincirlikuyuyê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîTirkiye
PerwerdeZanîngeha Dîlokê
PîşeSiyasetmedar, serokkomar
Meqam
  • endamên Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Partiya Siyasî
ZarokMustafa Murat Sökmenoğlu
Dê û bav
  • Mustafa Şevki Paşa (bav)
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Tayfur Sökmen (jdb. sala 1892 li Dîlokê; m. 3ê Adar 1980 li Stembolê) siyasetmedarekî tirk bû ku di navbera salên 1938-1939an de yekem û yekane serokê Dewleta Xetayê bû.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sökmen li Dîlokê ji dayîk bûyê.[1] Dibistana Rüştiye (lîse) li Kirikhanê xîlas kirîyê.[2] Di dema desthilatdariya Fransiyan de li Xetayê, beşdarî tevgera muxalefetê bû. Lê dema ku cezayê darvekirinê lê hate birîn, Sökmen reviya Tirkiyeyê kir.[3] Tevî ku di sala 1926an de hat efûkirin jî, sala bê careke din reviya Tirkiyeyê. Di sala 1935an de ji parêzgeha Antalyayê wek parlementer hat hilbijartin. Dema ku herêma Xetayê wek dewletekî serbixwe hat ragihandin, Sökmen serokkomar hat hilbijartin. Lê di demeke nêzîk de Xetay ket sînorên Tirkiyê. Sökmen piştî sala 1954an ji Antalya û parêzgeha Hatayê wek parlementer hat hilbijartin.[4]

Li gorî makezagona Tirkiyeyê ya sala 1961 de, serokên berê di Senatoya Tirkiyeyê de cih girtibûn. Ji ber ku serokê berê yê Xetayê yê, Sökmen bû endamê daîmî yê Senatoyê. Lê di sala 1975an de îstifa kir.[5]

Sökmen li Stembol di sala 1980an jiyana xwe ji dest da.[6]

Berhemên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Sökmen, Tayfur: Hatay'ın Kurtuluşu İçin (kurdî: Ji bo rizgarîya Xetayê) Harcanan Çabalar, Ankara 1992, ISBN 975-16-0499-0

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Tayfur Sökmen (1892-1980)". Atatürk Ansiklopedisi (bi tirkî). 2 adar 2021. Roja gihiştinê 12 kanûna paşîn 2023.
  2. ^ "Tayfur Sökmen kimdir? Hatay Cumhuriyetinin ilk Cumhurbaşkanı hakkında bazı bilgiler - Son Dakika Haberler". www.hurriyet.com.tr. Roja gihiştinê 12 kanûna paşîn 2023.
  3. ^ "Tayfur Sökmen kimdir?". www.biyografi.info (bi tirkî). Roja gihiştinê 12 kanûna paşîn 2023.
  4. ^ Sökmen, Tayfur: Hatay'ın Kurtuluşu İçin Harcanan Çabalar, Ankara 1992, ISBN 975-16-0499-0
  5. ^ "Hatay'ın İlk ve Tek Cumhurbaşkanı Tayfur SÖKMEN Ölümünün 42. Yılında Mezarı Başında Anıldı". www.sisli.gov.tr. Roja gihiştinê 12 kanûna paşîn 2023.
  6. ^ "Hatay'ın ilk ve son Cumhurbaşkanı Tayfur Sökmen törenle anıldı". DHA | Demirören Haber Ajansı (bi tirkî). Roja gihiştinê 12 kanûna paşîn 2023.