Tekmill

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Tekmill
Navê jidayikbûnêCüneyt Kartal
Jidayikbûn11ê adara 1983an (41 salî)
Üsküdar, Stenbol
NeteweKurd
Cureyê muzîkêRap
Salên çalak2006-sala
Etîketa qeydêKönigsrasse
biguhêreBelge

Tekmill an jî Cüneyt Kartal (jdb. 11'ê adarê 1983, Üsküdar, Stenbol), Rapperê Tirk-Brîtanî yê bi eslê xwe Kurd e.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kartal di 11ê adara sala 1983an de li navçeya Üsküdar a Stenbolê ji dayik bûye. Diya wî tirk e û bavê wî jî kurd e. Di hevpeyvînekê de ku wî li ser ATV Europe kir, wî diyar kir ku ew di salên 1990î de ji Tirkiyê hatine Hackney, Înglistanê.[1] Di xortaniya xwe de muzîkê nas dike û di sala 2006an de albûmek bi navê 'Lost Tapes' ku ji înglîzî û tirkî têkel e derxist. Ew bi vê albûmê hat naskirin.

Paşê di sala 2008an de albûmeke têkel bi tirkî û îngilîzî bi navê 'Gurbet Eli' derxist. Bi vê albûmê navûdengê wî li Tirkiye û Îngilîstanê zêde bû.

Salan berê heyranekî Tekmîlê gerdeneyek ku nîvê ala Tirkiyê û nîvî ala Kurdistanê bû diyarî kir. Lê dema ew bi vê gerdaniyê derket, rastî bertekên mezin hat.

Tekmill bavê xwe û kûçikê xwe Çhiko, ku wî wekî kurê xwe dihesiband, di sala 2021-an de winda kir. Di sala 2022-an de, wî ragihand ku ew ê muzîka rap di weşanek zindî de ji hesabê xwe yê Instagramê bihêle.

Dîskografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Albûm

  • Dünya (2018)
  • Lucky 7 (2017)
  • London to Turkey, Vol. 4 (2017)
  • 16 Barlık (2016)
  • London to Turkey, Vol. 3 (2016)
  • London to Turkey, Vol. 2 (2013)
  • London to Turkey, Vol. 1 / Gurbet Eli (2008)
  • Love & Hate (2008)
  • Lost Tapes (2006)

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Jînenîgarî ya Tekmîll".

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]