Tengava Stembolê
Tengava Stembolê
| |
|---|---|
| Koordînat: 41°7′12″Bk 29°4′48″Rh / 41.12000°Bk 29.08000°Rh | |
| Parzemîn | Asya, Ewropa |
| Dewlet | Tirkiye |
| Li beşa îdarî | |
| biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre | |
Tengava Stembolê yan jî Bosfor (bi tirkî: Boğaziçi) tengaveke ku parzemînên Ewropa û Asyayê ji hev veqetandiye. Tengava Stembolê Deryaya Egeyê bi ser Deryaya Marmarayê ve bi Deryaya Reş ve girêdaye. Tengav ber bi bakurê rojhilat û ber bi başûrê rojava ve dirêj dibe ku bajarê Stembolê wekê hêla Ewropayê û hêla Anatolyayê kiriye du beş. Tengava Stembolê tengava herî teng ê cîhanê ye ku ji bo rêya navneteweyî tê bikar anîn.
Ji xeynî peravên bakur ku ber bi Deryaya Reş diçe, peravên Tengava Stembolê bi giranî nişteciha bajarî ye û nifûsa metropolîtan a bajarê Stembolê ku nêzîkê 17 milyon kes in, ji her du peravên tengavê ber bi derveyê peravê ve belav dibin.
Nav
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Navê tengavê ji yewnaniya kevnare, ji peyva Βόσπορος (Bósporos) hatiye ku di etîmolojiya gelêrî de tê wateya derbasoka dewaran.[1]
Erdnîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Tengava Stembolê Deryaya Reş bi Deryaya Marmarayê û ji wir jî bi rêya tengava Dardanelê bi Deryaya Egeyê û Deryaya Navîn ve girê daye. Di heman demê de deryayên cûrbecûr ên li rojhilatê Deryaya Navîn, Balkanan, rojhilata nêzîk û rojavayê ewrasyayê bi hev ve girê daye. Bi vî awayî tengava Stembolê rê daye têkiliyên deryayî ji Deryaya Reş heta Deryaya Navîn û Okyanûsa Atlantîk bi rêya Cîbraltarê û bi rêya Kanala Suezê jî heta Okyanûsa Hindî ku ew dike rêyeke avî ya navneteweyî ya girîng ku bi taybetî ji bo derbasbûna kelûpelên ji Rûsyayê di roja îro de tê bikaranîn.
Çêbûna tengavê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Bi gelemperî erdnîgariya Stembolê û tengava Stembolê di serdema jeolojîk a çarem de çêbûye. Lêbelê nêrînek navneteweyî ya pejirandî tuneye ku dikare bersivek teqez bide pirsa ka tengav çawa çêbûye. Di encama lêkolînên zanistî yên ku heta niha hatine kirin de, nêrîna serdest ew e ku ji aliyê jeolojîk ve, tengav bi daketina geliyê şikestekekê hatiye çêkirin ku bi daketina erdê re bi ava deryayê hatiye dagirtin. Di navbera salên 20.000 û 18.000 b.z. de, Serdema Qeşayê bi dawî bûye û girseyên qeşayê yên ku piraniya cîhanê dorpêçkiribûn dest bi helandinê kirine. Di encama pêvajoyeke helandinê de ku bi hezaran salan di navbera salên 8.000 û 7.000 berî zayînê de, ava Deryaya Navîn bi qasî 150 metreyan ji asta xwe ya heyî bilindtir bûye.[2] Ji ber vê bilindbûna asta deryayê ya di asta berfireh de, avên Deryaya Navîn Deryaya Marmarayê tijî dike û di encama bilindbûna berdewam a avê de Deryaya Marmarayê bi Deryaya Reş re bûye yek.[2]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "No document found". www.perseus.tufts.edu. Roja gihiştinê 25 îlon 2025.
- ^ a b "Tengava Stembolê çawa çêbûye". www.gaxxi.com. Ji orîjînalê di 26 hezîran 2012 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 25 îlon 2025.