Tengava Çanakkaleyê

(Ji Tengava Çanakkale hat beralîkirin)
Tengava Çanakkaleyê
Çanakkale Boğazı Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Koordînat: 40°12′Bk 26°24′Rh / 40.200°Bk 26.400°Rh / 40.200; 26.400
DewletTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
  • parêzgeha Çanakkaleyê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Tengava Çanakkaleyê (bi tirkî: Çanakkale Boğazı) an tengava Dardanelê (bi yewnanî: Δαρδανέλλια, lat. Dardanéllia), tengava Deryaya Egeyî û Deryaya Marmara û ser Tengava Stembolê re jî Derya Reş digîhînê hev e. Di serdema kevnare de bi Hellespontos (bi yewnaniya kevn: Ἑλλήσποντος, lat. Hellḗspontos; bi latînî: Hellespontus) dihat navkirin. Navekê mîtolojiya yewnanî de tê ye.

Ew navbera nîvgirava Gelibolu (Gallipoli) û Anatolyayê de ye. Tengava Çanakkale 65 km dirjahiya, navbera 1,3 km û 6 km de jî firehiya xwe heye. Kûr bûn jî kêmzêda 50 m. ye. Li dor tengavê bajarê Çanakkale çê bû ye.

Nexşa Tengava Çanakkale

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di Şerê Pers de şahanşah Împeratoriya Hexamenişî, Xeşeyerşa I, 480 b.z. de bi piraka ser Hellespontos re derbaza Gelibolu ye bûbû. Wek wî Îskenderê Mezin 334 b.z jî derbaza Anatolya ye bûbû.

Ew tengava, wek ya Stembol, di dîrok de gelek gerîng bû. Bi taybetî Împeratoriya Rûsî di Sedsala 19an ji bo wê gelek doz kir. Di Şerê Napoleon de, bi piştgiriyê Brîtanya, di 1807an de tengav sax kir. Dûv di 1828-29an de Împeratoriya Osmanî têk kir şinda, di 1833an de bi Împeratoriya Osmanî re Peymana Hünkar İskelesi kir. Gorî wê peymanê Împeratoriya Osmanî dikir tengavê gorî xwestinê Rûsya keştiyên cengê nê welatê dor Deryayê Reş re asê bike. Pê wê peymanê re Împeratoriya Rûsî di Derya Reş de sax dest xwe xwist.

Dûv Rûsya saxa tengavê dest xwe xwist 1841an de, Brîtanya, Awûstûrya, Fransa, Prûsya zordest li Rûsya kirin ku bila keştiyên cengêyê Împeratoriya Osmanî tenê dema aşitîye de derbaz bin. Di 1853an de dema Cenga Kirim de keştiyên Fransa û Brîtanya ji bo piştgirtîye ji Împeratoriya Osmanî re bikin di tengavê re derbaz bûn. Dûv bin xistina Rûsya di 1856de di Komcivîna Paris de Derya Reş keştiyên cengê gişkan re hat asê kirin.

Dema Şerê Cîhanî yê Yekem de Dijwarên Dubendî jî ji bo saxê wir dest xwe xin êrîşa wir kirin. Di 1915an di Cenga Çanakkaleyê de Dijwarên Dubendî azmûn kirin ku derbaz kin jî paş him wan him Împeratoriya Osmanî êpê berze dan şinda dest jê wir kişandin.

Paş Şerê Cîhanî yê Yekem de Împeratoriya Osmanî hat bin xistin şinda 1920an de bi Peymana Sevrê dor tengavê hat bê leşker kirin. Bi Peymana Lozanê de 1923an de sax hat dane dest Tirkiye jî ew ji keştiyên gîşkan re hat pas hîştin.

Îroj[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi dawî di 1936an Peyvname Montreux re jî sax hat dane dest Tirkiye. Tirkiye dikane keştiyên welatên nê li dor Derya Reş, gorî peyvname navnetewiyê li ser deryan, sax bike.

Dema Şerê Cîhanî yê Duyem de ji bo Tirkîye bê alî bû Tengava Çanakkaleyê ji keştiyan gişkan re asê kiri bû.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]