Tony Blair

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
The Right Honourable

Tony Blair
Jidayikbûn6ê gulana 1953an
Hevwelatî Brîtanî
Perwerde
  • St John's College (–1976)
  • Fettes College
  • City Law School
  • Chorister School (1961–1966)
  • St. Peter's Boys School Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
Meqam
  • Shadow Home Secretary (1992–1994)
  • Serokwezîrê Keyaniya Yekbûyî (1997–2007)
  • Leader of the Labour Party (1994–2007)
  • Wezîrê Xezîneyê (1997–2007)
  • endama/ê Encûmena Taybet a Keyaniya Yekbûyî (1994–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Partiya Siyasî
  • Partiya Karkeran Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hevjîn
  • Cherie Blair (1980–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Zarok
  • Euan Blair
  • Nicholas Blair
  • Kathryn Blair
  • Leo George Blair Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dê û bav
  • Leo Blair Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (bav)
  • Hazel Elizabeth Rosaleen Corscaden Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (dê)
Xelat
  • Charlemagne Prize (1999)
  • Presidential Medal of Freedom (2009)
  • Philadelphia Liberty Medal
  • Thomas J. Dodd Prize in International Justice and Human Rights (2003)
  • Congressional Gold Medal Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperinstitute.global/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Anthony Charles Lynton Blair (jdb. 6ê gulana 1953an; bixwûne: Entonî Çerls Lyntn Blêr), serokwezîr û rêberê Labour Party ya Keyaniya Yekbûyî. Ew Lordê Yekemîn yê Gencîneyê, Wezîrê Xizmetkariyên Bajêrwarî, û endamê Parlamena Brîtanyayê ye. Wekî Lordê Yekê yê Gencîneyê cihê akincîbûna wî Xaniyê Hijmar 10 li Kolana Downing li Londonê ye.

Ew li Tîrmeha 1994'an, piştî mirina ji nişkêve ya rêberê berê, John Smith, bû rêberê Partiya Karkeran. Bi rêberî ya Tonî, Partiya Karkeran şiya ko piştî 18 salan di hilbijartinên giştî yên Gulana 1997'ê da bi piranîyeka kêm bi ser Conservative Party (bi Inglîzî Conservative Party) da serbikevit. Tonî rêberê herî pêşîn yê Partiya Karkeran ye ko ji bo heyama 3 hilbijartinên giştî di hilbijartinan da biserdikevit û çi kesek ji partiya wî ewqas dirêj li ser kursî ya serwezîriyê nemaye. Ji dema Lord Liverpool li sala 1812'an û vir da, ew kesê herî genc e ko di vû temenê kurt da dibit serokwezîrê Brîtanyayê.

Gordon Brown û Tonî dihên rexnekirin ko di siyaseta Brîtanyayê da Partiya Karî ber bi navendê birîye. Niha zarava Partiya Karî ya Nû ji bo vê guhartinê dihêt bikaranîn. Berî Tonî, PK zêdetir ber bi siyasetên tevane û sosyalîstî bû. Niha ew zêdetir ber bi sûka azad e. Tonî siyaseta xwe bi Sosyal Demokrasî ya Nû û Rêya Sêyê binavdikit.

Tonî piştgirî ya hindek siyasetên derve yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê kirine. Berçavtirînên wan pişikdarî ya wî di Şerê Efxanistanê li sala 2001'ê û Şerê Azadî ya Îraqê li sala 2003'ê da bûn. Ew ji ber vê piştgiriyê kevtîye ber rexnenyên gelek dijwar.

Li Çirya Pêşîn a sala 2004'ê, Tonî got ko ji bo cara çarê serwezîriyê nakit. Evê hindek guman derheqa rêberî ya partiyê da çêkirin. Li goreyê qanûnê hilbijartinên giştî yên paştir dibê li 3'ê Xêve a sala 2010'ê bihên kirin. Li 7'ê Îlon a 2006'ê wî got ko heta Kongireya Yekîtiyên Bazirganiyê li Îlona 2007'ê dê waz ji rêberî ya PK jî ber bidit. Gordon Brown berbijarê herî berçav ji bo cêgirî ya wî ye.