Topkanlû

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Topkanlû an Tobkanî, navê êleka Kurdên Xoresanê ye.

Êla Topkanlû seranser li başûrê Xoresanê dijî. Karê wan cotyarî û xwedankirina pezê ye. Gelek tîre wan jî hene: Reşwanlû (li Kurdistanê wek Reşî tên nasîn), Redkanlû (li Kurdistanê, Redkan), Zeydanlû (Zeydan, li Bidlîsê), Sevkanlû (Sevkan), Sêlsipranlû, Şeranlû, Şêxkanlû (Şêxan), Qaçkanlû, Qasmanlû, Qaramanlû, Kawanlû (Kawî), Goran, Keykanlû, Mîyanlû, Kowanlû (Kowan), Weranlû, Hodanlû, Mijdkanlû, Mîlanlû (Milan) Namanlû...htd. Zimanê Topkanlûyan kurmancî, tirkî û farisî ye.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

B.Roşeng: Kurd li Xoresanê, nûbûn 71 Kanûna yek Sal 2005.