Kurdên Xorasanê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Kurdên Xoresanê hate beralîkirin)
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Kurdên Xorasanê
Gelhe tevahî
2 milyon
Herêmên ku lê şêniyên sereke ne
 Xorasana Bakur 595.000 (70% parêzgehê)[1]
 Xorasana Rezewî

600.000 li rojava û bakur-rojavayê parêzgehê


400.000 li Meşhedê (13-15% bajarê)[1]
Ziman
Kurdî
(Kurmancî, Goranî, Lekî)
Tirkomanî[2] û farsî
Baweriya dînî
Îslam
(Şiîtî, Sûnîtî, Elewîtî)
Yarsantî[3]

Kurdên Xorasanê ew kurd in ku li Xorasanê (bakûr-rojhilata Îranê, nêzî sînora Turkmenistanê) dijîn.

Bi giranî li parêzgeha Xorasan, Xorasana Rezewî û Gulistanê dijîn. Ew bi zaravaya kurmancî diaxivin û bi pirranî misilmanên şiî ne. Hejmara wan digihêje 3 milyonan.

Erdnîgarî[biguherîne]

Mezinahiya erdnigariya Xorasanê digihêje 64.144 km2. Çemê herî mezin yê herêmê Çemê Atrak e, ji berfa helandî ya çiyayên Hezar Mescîd pêk tê û diherike behra Kaspî.

Çiyayên sereke yên herêma Xorasanê ev in:

  • Çiyayên Hezar Mescîd (rojhilat)
  • Çiyayê Rînalûd (basûr-rojhilat)
  • Çiyayê Şahcîhan (basûr)
  • Çiyayê Aladax (rojava)
  • Çiyayê Gulîlê (bakûr)
Bajarên sereke yên herême ev in:
Nav Navê fermî Gelhe (2006) Koordînat
Aşxanê 18.234 37°33′44″Bk 56°55′22″Rh / 37.56222°Bk 56.92278°Rh / 37.56222; 56.92278 (Aşkane)
Bajgiran 753 37°37′17″Bk 58°25′6″Rh / 37.62139°Bk 58.41833°Rh / 37.62139; 58.41833 (Bacgiran)
Bujnûrt 172.772 37°28′30″Bk 57°20′0″Rh / 37.47500°Bk 57.33333°Rh / 37.47500; 57.33333 (Bocnûrd)
Covên
Çinaran 41.735 36°38′37″Bk 59°6′54″Rh / 36.64361°Bk 59.11500°Rh / 36.64361; 59.11500 (Çinaran)
Deregez 34.305 37°26′41″Bk 59°6′27″Rh / 37.44472°Bk 59.10750°Rh / 37.44472; 59.10750 (Daregaz)
Êsferayên 51.321 37°4′35″Bk 57°30′36″Rh / 37.07639°Bk 57.51000°Rh / 37.07639; 57.51000 (Esfarayen)
Faric 10.039 37°13′56″Bk 58°13′9″Rh / 37.23222°Bk 58.21917°Rh / 37.23222; 58.21917 (Faroc)
Kelat 39.560 36°59′42″Bk 59°45′43″Rh / 36.99500°Bk 59.76194°Rh / 36.99500; 59.76194 (Kalat)
Layîn (Laêîn)
Mane-û-Similgan (Mane similqan)
Qûçan 96.953 37°6′21″Bk 58°30′34″Rh / 37.10583°Bk 58.50944°Rh / 37.10583; 58.50944 (Qûçan)
Raz-û-Radkan
Şîrvan 82.790 37°23′53″Bk 57°55′32″Rh / 37.39806°Bk 57.92556°Rh / 37.39806; 57.92556 (Şîrvan)

Dîroka bicihbûnê[biguherîne]

Tê zanîn ku êlên kurd di dema Xanedana Safewî de, di nava salên 1598 û 1602 de li Xorasanê hatine bicihkirin. Di sedsala 16mîn de Xanedaniya Safewî (Îranî) û Osmanî reqîbên hev bûn. Ji ber ku ev du emperatoriyên mezin bi hev re şerên dikirin, Kurd di nava Osmaniyên Sunnî û Safawiyên şîî mabûn. Di şerê Xaldiranê yê sala 1514an de, şahê safawî li hemberî osmaniyan lê dide. Weke encama vî şerî, sînoreke tampon di nava emperatoriyên osmanî û ya farisî tê avakirin û bi vî rengî kurd di nava her du emperatoriyan de tên perçekirin. Bi vî havî ji 45.000'an zêdetir malbatên kurd ên şîî koçî emperaoriya safawî dikin, lewra sedema koçkirinê jî bi giranî siyasî bû. Di dema Qacarê de ji Xorasana bakûr re digotin 'Kurdistan'[4].

Gava eşîrên kurd xwe li Xorasanê bi cih dikin şerên dijwar di navbera wan û gelên din de (tirkmen, ûzbek, tatar…) diqewimin. Ew ji welatê xwe 1500 - 2000 km dûr bin jî, axa beyanî bi ked û xebat ji xwe re kirin welat.

Armanca bicihkirina Kurdan li Xorasanê ev bû ku bila ew sînora emperatoriya farisî ji êrîşên ûzbekî biparêzin, çimkî di sedsala 15emîn de kurd bi şervaniyê bi nav û deng bûn. Herwiha, encameke din a koçkirinê jî bêguman zeîfkirina hêza kurd li rojhilata navîn bû. Bi vî havî, kurd ji ber dilpakiya wan a li hemberî şahê Safawî ji bo parastin û mijarên din ên emperatoriyê hatin bikaranîn.

Îro li Xorasanê nêzî 2 mîlyon kurd dijîn. Ji wan 60% li gundan, 35% li bajaran dijîn û 5% jî weke rêwend/koçber jiyana xwe derbas dikin. Pirraniya wan bi zaravayê kurmancî xeber didin.

Gerez bê gotin ku kurdên Xorasanê, piştî ku li Xorasanê hatin bicihkirin, nêzî 415 sal ji Kurdistana mezin îzole mabûn. Rastebîniyek e ku heta sedsala 20an ti rêxistinên civakî, çandî û siyasî nehatine damezirandin. Gelek serok, zanyar û nivîskar hatine binpêkirin an jî kuştin.

Aborî[biguherîne]


Çand û huner[biguherîne]

Mixabin ku di derbarê kurdên Xorasanê de mirov rastî gelek agahiyan nayê. Nivîs û agahiyên derheqê wan hebin jî, ew bi gelemperî bi zimanê farisî ango bi kurdiya erebî hatine nivîsandin. Lê di kilam û vîdeoyên Yelda Ebasî û Mohsen Mirzazadeh de, mirov dê nasbike ku kurdên Xorasanê çiqas xwedî li çand û hunera xwe derketine. Lewra meriv kare bibêje ku kurdên Xorasanê çiqas ji hêla erdnigariyê ve ji Kurdistanê dûr bibin jî, bi ziman, çand û hunera xwe pir nêzîkî Kurdistanê ne.

Bêguman, kurdên Xoresanê bi dengbêjên xwe bi nav û deng in. Muzîk û huner ji bo wan gelek girîng e, ji ber ku ew navnîşana nasnameya wan e.

Ji bo ku çand û hunera xwe biparêzinm kurdên Xorasanê her salê carek Cejna Çand û Hunera Kurdên Xorasanê pîroz dikin. Di van pîrozbahiyan de bi taybetî muzîk, cil û berg û helbestvanên Xorasanê tên pêşkêşkirin. Li gorî hin kurdologan, rênexistinbûyî û pêşneketina çand û hunera kurdên Xorasanê ji rewşa xirab a perwerdehî û aboriya herêmê tê. Heta demekê xwendevanên zaningehê kovarên bi navê Kurmanj û Dengê Kurmanc dimeşandin, û evya tenê weke xizmeteke mezin ji pêşxistina çand û hunera herêmê tê bi nav kirin.

Ziman[biguherîne]

Kurdên Xorasanê, xeynî eşîrên Zend û Zengene yên ku bi zaravayên kurdî yên başûr diaxivin, seranser kurmancîaxiv in. Kurmanciya xorasanê her çiqas ji jêrzaravayên kurmancî yên ku li Kurdistanê têne axavtin cûda be jî, ji ber ku çend sedsalê îzole ye û di dervê pêvajoyên pêşveçûyîniyên rêzimanî û veguhirînên dengî yên kurmanciya Kurdistanê de maye, di nav xwe de gelekî homojen e. Pêwist e ku bê gotin, ferhengok û rêzimanê kurmanciya xorasanê kurdî ye, belê him ferhengoka wê him jî fonetîka we pir di bandora farsî û tirkomanî de maye[5]. Heta bajariyên li Bocnûrdê û eşîrên Palûkanlû, Pehlevanlû, Topkanlû, Qereçorlû, Qerebaşlû hwd. dev ji kurdî berdane û tenê tirkomanî, li çend gundên Qûçanê jî tenê bi farsiya rajî (farsiya gundiyan), diaxivin.

Çend mînak ji zaravayê êlên Amerlû û Zaferanlû û beranberiyên wan di diyalektcografiya kurmancî de.[6]

Kurmanciya Xorasanê Beranberî li Kurdistanê
adem (Farsî) mirov
rind rind (Serhed, Dêrsim)
ro ro
biroş beroş, qazan
kûtî kotî
qiçik biçûk
sol sol (Serhed), pêlav
ar ar (Koçgirî), agir
beran beran
avisî awisî
orte (Tirkî) orte (Serhed), nav, hundir
dapîr, bîbî bîbî (Serhed), pîrik
paçik, şal (F) şal
xweng, xang xang, xweng
dîn dîn
se, kûçî se, kûçik
sergîn sergîn, tezek (Botan)
deng (Tirkî) deng
kum kum
heste heste (Serhed), çekmak
we(bi)refş xweşik

Cil û berg[biguherîne]

Cil û berg kurdên Xorasanê êl oqaz bajar qoçan sal 2000

Jinên kurdên Xorasanê bi karên honandinê, çirpandinê û boyaxkirinê cil û bergên xwe bi destan çêdikin. Cil û bergên jinên Xorasanê bi gelemperî ji sê perçeyan pêk tê: Kofî, keras û şalwerê jinan.

Kofî ji qedîfê tê çêkirin, serê jinan digire û rengê xwe bi gelemperî sor, kesk ango xemriyî ye. Herwiha, kofiyên jinan bi gelek diravên simî tê xemilandin. Taybetiyeke kofiyê ev e ku, bi diravên xwe yên lêkirî dengeke rîtmîk derdixe, yê ku bi meşîna jinê derdikeve holê. Keras xwediyê berstikeke fireh e. Keras û kofî bi heman rengê tê lêkirin.

Dawet û lîstik[biguherîne]

Dawetên kurdên Xorasanê bajar Qoçan sal 2014

Di dawetên kurdên Xorasanê de govend tine ye, lê bazdan hene ên ku dişibin semaha Elewiyan. Taybetiyeka din a dawetan ev e ku jin û zilam bi hev re dileyzin. Evya di welateke şerîetê de gelek balkêş e. Tê gotin ku lstikên dawetan berê lîstikên ji bo şer bûn. Li gorî vê yekê jinên kurd ên Xorasanê dema ku zilamên wan diçûn şer, bi van lîstikan zilaman dişandin şer - an jî şervanên xwe bi van lîstikan pêşwazî dikirin.

Mıxabin him li bajar him jî li gundan ji kevneşopî, cil û bergên otantîk dûrketinek tê dîtin. Encameke vê rastebîniyê ev e ku cil û bergên gelêrî di jiyana rojane de êdî pir naye li xwe kirin Lîstin û gowendgirtina kurmancan li Xorasanê bi çend cûre lîstikan pêk tê ku hinek ji wan ev in: Yek qerse, Du qerse, Sê qerse, Şeş Qerse, Diyanzdeh Qerse, Enarekî, Hengê Xanan û hwd.[7]

Êl û eşîr[biguherîne]

Eşîr û qebîlên (tayife) kurdan ên li Xorasanê li heft êlan belav dibin. Ên xwedî hejmarên balkeş êlên Çemişgezeg (Zaferanlû) û Şadlû ne. Her wiha çend êlên din jî, ên hejmara wan bi tewayî encax qasê hejmara êlên Çemişgezeg û Şadlû ye, li herêmê dijîn.

  1. Zaferanlû (navenda wan Qoçan e)
  2. Şadlû (navenda wan Bocnûrd e)
  3. Topkanlû
  4. Kawanlû (navenda wan Redkan e)
  5. Amerlû
  6. Qereçorlû (navenda wan Samalqan e)
  7. Lek (Zend, Zengene)

Li gor hin gotinan (wek ên siyasetmedar Qilijdaroxlû) kurdên Dersimê yên kurmancîaxêv bi eslê xwe tirokmanên Xorasanê ne. [8] Bêguman, meriv nikare gelemperî kirineke wiha bike. Bi derbasbûyîna demê zewacên di nava etnîkên herêmê çêbûne, lewra hin eşîrên din ên Xorasanê hene bi eslê xwe kurd in, lê bi zimanê farisî an jî tirkomanî diaxivin.

Navdarên kurdên Xorasanê[biguherîne]

Hinek ji serok û navdarên kurdên Xorasanê:

Helbestvan[biguherîne]


Nivîskar[biguherîne]

Wergêr[biguherîne]

Hunermend[biguherîne]

Hunermendên navdar ên Xorasanê

Çavkanî[biguherîne]

  1. a b The Kurds in Khorasan, North-east of Iran - Dr. Afrasiab Shekofteh
  2. Bruinessen, M.M.: Agha, Scheich und Staat. Berlin 2003.
  3. Bide ber lîsteya eşîrên kurdan ên xorasanê, di: Izady, R. M.: The Kurds. New York 1992.
  4. Houtoum-Schindler, Albert. "Beiträge zum kurdischen Wortschatz", ZDMG (Zeitschrift der Deutschen Morgenländischen Gesellschaft, Leipzig) cild 38 r.43-116
  5. Kurdica: Kurdiya Xorasanê
  6. B. Roşeng: "Kurd li Xoresane", Nûbûn 71, 2005.
  7. Berat Qewîendam (xorasan )
  8. Analitikbakis.com: Kemal Kılıçdaroğlu: "Kürt değilim", dîtin 27.04.2012

Girêdanên derve[biguherîne]


Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawa?)