Túpac Amaru II
Jidayikbûn | |
---|---|
Mirin | |
Navê jidayikbûnê |
José Gabriel Condorcanqui Noguera |
Hevwelatî |
Viceroyalty of Peru (en) |
Cîwar |
Cusco (en) |
Perwerde | |
Pîşe |
Siyasetmedar, şoreşger, indigenous leader of the Americas, serhilder |
Bav | |
Dê |
Carmen Rosa Noguera Valenzuela (d) |
Xwişk û bira |
Juan Bautista Túpac Amaru (d) |
Hevjîn |
Micaela Bastidas (en) (dp. ) |
Xizm | |
Şerê tevlêbûyî |
Rebellion of Túpac Amaru II (en) |
Túpac Amaru II (José Gabriel Túpac Amaru jdb. 19ê adara 1742an - Cuzco, Perû – m. 18ê gulana 1781ê Cuzco) serokê serhildana 1780yî ya li Perûyê ye, ku ew serhildan ji aliyê niştecihên perûyî ve li dijî spaniyan derketibû.[1] Ew şoreşgerekî ji malbata hikûmdarê dawî yê înkayan Túpac Amaru bû.[2] Navê wî yê rastî José Gabriel Condorcanqui bû. Wî rêbertiya tevgera gundiyên perûyî kir. Lewma navê Túpac Amaru lê hate kirin.
Túpac Amaru li herêma Tungasucayê ya parêzgeha Cuzcoyê ji dayik bû. Herçiqas ku li dibistana civata Îsewiyan perwerde dîtibe jî, eslê xwe winda nekiriye. Di sala 1780yî de ji ber ku dadrêsê bajêr yê bi navê Antonio de Arriaga li dijî gel zordarî dikir, ji aliyê Túpac Amaru ve hate girtin û kuştin.[2][3] Serhildana Amaru li Amerîkaya başûr belav bû. Herçiqas ku têkoşîna wî li Bolîvya, Arjentîn û Perûyê belav bûbê jî, di dawiyê de têk çû û ji aliyê spaniyan ve dîl hate girtin. Tê texmînkirin ku di serhildana wî de nêzîkê 80.000 niştecihî jiyana xwe ji dest da. Piştî ku Tupac Amaru bi malbata xwe re hate girtin, li ber çavên wî jina wî Micaela Bastidas Puyucahua û her sê zarokên wî (Hipólito, Mariano û Fernando) hatin kuştin. Piştre îşkence li wî kirin û ser û lingên wî jî hatin jê kirin.
Herçiqasî ku serhildana wî têk çû jî ew ji bo perûyiyan weke lehengekî efsaneyî tê naskirin. Di sala 1980yî de li Perûyê tevgera Şoreşger a Túpac Amaru hate damezrandin.
Binêre
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Genocide and millenialism in Upper Peru: the Great Rebellion of 1780-1782 By Nicholas A. Robins
- ^ a b Native Insurgencies and the Genocidal Impulse in the Americas, Nicholas A. Robins
- ^ The Epic of Latin America, Fourth Edition, John A. Crow
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |