Uğur Şahin

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Uğur Şahin
Uğur Şahîn (2019)
Jidayikbûn19ê îlona 1965an (58 salî)
HevwelatîAlmanya
PerwerdeZanîngeha Kolnê, Zanîngeha Mainz Johannes Gutenberg
PîşeOnkolojîst, akademîsyen, lêkolîner, entreprenor
Sedema navdarbûnêPfizer-BioNTech vaksîna KOVID-19 ya Biontechê
Meqam
  • mamosteyê/ya zanîngehê (Johannes Gutenberg University Mainz, 2006–)
  • CEO (BioNTech, 2008–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevjînÖzlem Türeci (zw. 2002)
Xelat
  • Georges Köhler Prize (2005)
  • Mustafa Prize (2019)
  • German Cancer Award (2019)
  • Financial Times Person of the Year (2020)
  • Axel Springer Award (2021) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperbiontech.de/de/our-dna/fuehrungsteam Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Uğur Şahin (jdb. 19ê îlonê 1965 Îskenderûn, Xetay) bijîşkekî alman ê ku malbata wî ji bajarê Xetayê koçê Almanyayê bûye. Berjewendiyên wî yên sereke lêkolîna şêrpencê û parêznasiyê ye. Şahîn ji sala 2006an ve Profesorê Onkolojiya Ceribandiyê ye. Niha ew û hevjîna wî Ozlem Tureci damezrîner û CEO ya pargîdaniya Biontechê ne. Her wesa Şahin li dijî pandemiya (COVID-19)e yê, yek ji kesên pêşvebirên veksîna vîrusa koronayê ye.[1]

Ew û jina xwe, di nav lîsta kesên herî dewlemend ên welatê Almanyayê de ne. Ji aliyê Kovara Forbes ve Nirxa Netahiniya wî bi qasî 5,2 milyon dolarî hatiye texmînkirin.[2]

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ugur Şahîn di 19ê îlona 1965an de li navçeya Îskenderûnaya Xetayê de ji dayik bûye. Ew di 4 saliya xwe de bi dayika xwe re koçî Almanyayê dibin û bavê wî li bajarê Kolna Almanyayê di kargeha Ford Motor Company de dixebitî. Piştî xwendina lîseyê li Zanîngeha Kolnê ji bo doktorayê dixwîne.[3] Di sala 1993an di hemanan zanîngehê de û di bin şêwirmendiya Michael Pfreundschuh de ji ber xebatên xwe yên li ser "îmmunoterapiya huneyên tumorê" bawernameya doktorayê distîne.[4] Şahin di navbera salên 2000 û 2001ê de, li Nexweşxaneya Zanîngeha Zurichê li gel Rolf M. Zinkernagel û Hans Hengartne kar dike û di sala 1996an de[çavkanî hewce ye] li Nexweşxaneya Zanîngeha Zurîhê di gelek lêkolînan de cih digire. Hetanî di sala 2006an de li Zanîngeha Mayînzê sernavê Profesoriyê distîne.[5]

Kariyera wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şahîn di 20 saliya xwe de dema hîn xwendekar bû li laboratuwarekê dest bi kar kir. Di destpêka salên 1990î de di bijîşkiya nexweşiyên navxweyî de doktoriya hematolojiyê kir. Li Zanîngeha Kolnê beşa lûkemî û pişt re jî 8 salan li Zanîngeha Saarlandê xebitî.[6] Ji pêşengekî di armanca penceşêrê de, bi rêbazên îmmunolojîk û rêbazên biyoînformatîk ên pir bi bandor, Şahin zêdetirî 70 serîlêdanên patentê yên serbixwe hene ku biyomarkerên nû yên kanserê û platformên dermankirinê ji xwe re armanc digire.[7] Di xebata xwe de bi hevkar û hevjîna xwe Ozlem Türeci re hevkarî dike û di sala 2001ê de bi hev re ji bo pêşvebirina antîpronên monoklonal ên kanserê Ganymed Pharmaceuticals ava kirin. Ganymed, di sala 2016an bi 1,4 milyar dolarî ji aliyê şîrketa dermanan a Japon Astellas Pharma ve hate kirîn.[8] Şahin di sala 2008an de bi malbata Sturngmann re pargindaniya BioNTechê damezirand. Hevjîna wî Ozlem Tureci dema ku pargindaniya Ganymed hate firotin tevlî BioNTech bû. Di pargindaniya BioNTech de niha bi qasî 1.300 karmendan dixebite. Uğur Şahin û Ozlem Turecî bi pargindaniya BioNTechê dest bi pêşxistina rêbazên takekesî yên dermankirina îmmunoterapiyê ya kanserê bi karanîna materyalê genetîkî yê bi navê mRNA kir ku laşê mirov bikaribe antigena xwe hilberîne, kirin.[9] Armanc ew e ku vakslêdana penceşêrê li ser bingeha ribo nukleic acid (RNA) were pêşxistin, madeyeke peyamnêr ku tê de zanyariyên genetîkî hene, ku reaksiyoneke berhevkirî ya sîstema parêzvaniyê dike, dibe sedema inhibisyon û paşveçûna tumoran. Bi tîmê xwe re pêşengî ji pêşketina vakslêdanên mRNA-based kir, bi taybetî bi profîla mutasyona kanserê ya her nexweşekî re adapte bû. Şahin, ji sala 2010an vir ve li Navenda Tibê ya Zanîngeha Johannes Gutenbergê li Mainzê di navenda wergeronal onkolojî û immunolojiyê (TRON) de lêkolînan dike. Beriya wê jî ji sala 2010an heta îlona 2019an rêveberiya giştî ya zanistî ya TRONê pêk anî. Ji bo dermankirina nexweşiya penceşêrê û nexweşiyên din ên giran ên bi hewcedariyên bijîşkî yên bilind, ji bo lêkolîn û pêşketina vê derê, hevserok û pargîdaniya TRONê ya bi navê TRONê ku mîsyona wî ya peydakirina tespîtên nû û dermanan pêk bîne, şîretên zanistî dide xwendekarên phDê.[10]

Piştî pandemiya COVID-19 ku di sala 2019an de li Çînê derket holê û li tevahiya cîhanê belav bû, BioNTechê jibo vakslêdanên korona vîrusê bi pêş bixin deste bi xebatan kir. Di 9ê Çiriya Paşiyê ya 2020an de de, pargîdaniya dermanan a amerîkî Pfizer û BioNTech bi daxuyaniyeke hevpar diyar kirin ku vakslêdana pfizer-BioNTech COVID-19 a ji aliyê Dr. Şahin û ekîba wî ve li dijî SARS-CoV-2 hatiye pêşxistin, rêjeya karîgeriyê ji sedî 90î zêdetir e. Di daxûyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo ewlehiya derziyê ya pêşkeftî dê bibe sedema fikarên cidî, niha li derveyî pirsê ye û tê payîn ku di vê mehê de serlêdanek ji rayedarên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re bê kirin da ku vakslêdan lîsansa bikaranîna lezgîn bistîne.[11]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Stukenberg, Kurt. "Immuningenieure im Wettlauf gegen die Zeit". Der Spiegel. {{cite web}}: |url= kêm an vala ye (alîkarî)
  2. ^ "Ugur Sahin". Forbes.
  3. ^ "German researchers advance coronavirus vaccine". amp.dw.com.
  4. ^ Gelles, David (10 çiriya paşîn 2020). "The Husband-and-Wife Team Behind the Leading Vaccine to Solve Covid-19". The New York Times (bi îngilîziya amerîkî).
  5. ^ "https://web.archive.org/". Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 11 tîrmeh 2020. Roja gihiştinê 28 sibat 2021. {{cite web}}: Di |sernav= de lînkeke derve heye (alîkarî)CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  6. ^ "How One Professor Built Two Billion-Dollar Biotechs". www.lifescienceleader.com.
  7. ^ ORCID. "Ugur Sahin (0000-0003-0363-1564)". orcid.org (bi îngilîzî).
  8. ^ Vardi, Nathan. "Ugur Sahin Becomes A Billionaire On Hopes For Technology Behind COVID-19 Vaccine". Forbes (bi îngilîzî).
  9. ^ "Uğur Şahin and Özlem Türeci: German 'dream team' behind vaccine | Coronavirus | The Guardian". amp.theguardian.com.
  10. ^ "Management | TRON Translational Oncology Mainz | Connecting Competence". web.archive.org. 21 gulan 2017. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 21 gulan 2017.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  11. ^ Gelles, David (10 çiriya paşîn 2020). "The Husband-and-Wife Team Behind the Leading Vaccine to Solve Covid-19". The New York Times (bi îngilîziya amerîkî).