Vac

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Vac (ji farisî: Vaj) anko fonem (ji yewnanî: φώνημα, phōnēma, "deng", "peyv"), di zimanasiyê da, awayê teorîk yê nîşadana dengên her zimanekî ye. Vac dengekê zimanî ye ko bê amajekirina bib pêgeh an jihê wê di peyv an hevokê da dihêt pênaskirin. Vac ew deng e ko eger di peyvê da bihêt guhartin ramana peyvê diguhêrit an hema dengekê bêyî raman çêdikit. Carina çend deng weha xwe nîşadidin ko yek awayê ramanî pêkdiînin, dibêjî qey heman deng in.

Jibo mînak di zimanê kurdî da, vaca /k/ û vaca /b/ hene. Dema di peyva bar da, cihê dnegê /b/ dengê /k/ birûnit, peyva kar çêdibit. Ramana barê ji karê cida ye. Lê di peyvên mîna heft da, bi eşkirayî kurd wê bi du awayan bilêvdikin ko di awayekî da dengê /h/ wekî piraniya Zimanên Hindûewropî ye û di awayê dî da /h/ mîna dengê /h/ di peyvên erebî yên mîna Hesen û Hisên da dihêt bilêvkirin. Lê ev guhartina deng anko vaca /h/ di peyva heft da ramana peyvê naguhêrit. Bi vî awayî, herdu /h/ di zimanê Kurdî da alofon anko alîvac in. Lê di zimanê erebî da du vac in jiber ko ramana du peyvên herebe (bi erebî: حرب anko şer kir) û herebe (bi erebî: هرب anko reviya) ji hev cida ye. Mînakeka dî ya alîvacên zimanê kurdî alîvacên /s/ ne, di peyvên stran û sal da. Bi eşkirayî, kurd wan herdu /s/-an mîna hev bilêv nakin. Lê guhartina wan yek li cihê ya dî, ramanê naguhêrit.

Gelek kesên ko şehrezayê zimanzanistî nîne wesa difikirin ko vac her ew tîpên alfabeyê ne. Lê ev hizir şaş e û ne rast e. Alfabeya gelek zimanan (mîna alfabeya latînî jibo zimanê kurdî) kêm-zêde alfabe ji deng anko vacên zimanî nêzîk bûye. Lê di hindek zimanên mîna fransî û înglîzî da, alfabe û vacên zimanî gelek ji hevdu dûr bûne. Jibo mînak, di zimanê înglîzî da, "ph", "gh", "f" û "ff" hemî li şûna vaca /f/ dihên xebitandin. Herwesa, "sh", "ssio", "sio", "tio" û carina "ch" jî li şûna vaca /ş/ li kar in.

Di alfabeya zimanê kurdî da, tîpeka wekî "k" heye ko du vacên /k/ û /k'/ nîşadidit. Ev du vac xwe di peyvên cidacida da nîşa didin, lê di alfabeya Kurdî da, çi alfabêya latînî, çi alfabeya erebî da, tenê yek tîp nûneratiya wan dikit. Li peyvên mîna kar mêze bikin. Du ramanên vê peyvê hene, bi du bilêvkirinên ji hev cida yên tûpa "k" (kar anko îş û têşikê bizinê).