Vedat Aydın
| Jidayikbûn | |
|---|---|
| Hevwelatî | |
| Pîşe |
Vedat Aydın (jdb. 1953 - m. 5 tîrmeh 1991) serokê HEPê yê bajarê Amedê bû ku di sala 1953an de li gundê Heciya Kurdan ê ku bi Bismilê ve girêdayî ye ji dayik bûye.
Kuştin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ji ber ku Aydın di kongreyeke IHDê ya Amedê de kurdî axivî hate girtin. 5ê tîrmehê ya sala 1991ê de polîsan Vedat Aydin ji mala wî birin[1] û piştî vê bi du rojan li Madenê mirî hate dîtin. Di 10ê tîrmeha sala 1991ê de bi hezaran mirovên ku li ber derê avahiya HEPê ya Amedê kom bûn berê xwe dan Madenê û ketin rê.
Veşartin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Bi hezaren kesên ku di wesayîtan de cih nedîtin û ji bo merasîma cenazeyî çûn ber Mizgefta Sûmerê. Kesên ku gihiştine Madenê ji deh hezarî zêdetir bûn. Hemûyan erebeyên xwe bi pûşiyên kesk, sor û zer xemilandibûn. Karkeran kar berda, jin ji malê derketin û esnafan dikan girtin û tevli cenazeyê bûn. Jin, zarok, keçên ciwan kal û pîr jî bi dirûşman konvoy pêşwazî kirin û bi hezaran erebe ketin nava Amedê. Wê rojê li Amedê jiyan sekinîbû. Di dîroka Amedê de cara yekem bû ku ew qas leşker jî kom bûbûn. Konvoy di Ofîsê re derbas bû, rê ji aliyê polîsan ve hatibû girtin. Ji bo ku gel û konvoy negihije hev serê kûçeyan hatibû girtin. Ofîs bi girse û erebeyan hatibû dagirtin. Ên ji erebeyan peya dibûn berê xwe didan riya Mizgefta Sûmerê. Piştî ku 10 hezar mirovan nimêja cenazeyî kirin, ber bi Deriyê Mêrdînê ve bi rê ketin.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Azad Avaşîn (1997). Ala serhildanê Vedat Aydın. Azadiya Welat, 76:1997, r. 7.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Ji malpera kulturname.com Girêdana arşîvê 2013-05-17 li ser Wayback Machine
| Ev gotara ji bo siyasetmedarekî kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |