Veysel Vesek

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Veysel Vesek helbestvan û parêzerê kurd e.

Di sala 1979an de li Hezexê li gundê Bafê hatiye dinê. Dibistana seretayî û ya navîn li navçeya Hezexê qedand. Ji ber şerê li welêt tevî malbata xwe koçî Edeneyê kir û li wir lîse qedand. Li Zanîngeha Dîcleyê beşa hiqûqê xwend. Di dema xwendekarîya xwe ya zanîngehê dest bi nivîsandina kurdî kir. Helbest û nivîsên wî di kovarên Kulîlka Ciwan, Zembîlfiroş, W, Tîroj, Hawara Botan û di rojnameya Azadiya Welat de hatin weşandin. Di 2015an de di Komxebata Hiqûqê de cih girt. Veysel Vesek zewicîye û bavê du zarokan e vê gavê li Mêrdînê parêzertîyê dike. Zêdayî berhema wî ya yekem e.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Zêdayî, Helbest, Weşanxaneya Ava, 2013, ISBN, 978-605-4652-28-0
  • Ferhenga Têgihên Hiqûqê, Li gel Bahîz Omer Ehmed, Beyar Tahir Seîd, Bîlal Zîlan, Cemîl Çelîk, Ebdilah Casim Receb, Ebdilah Çager, Ebdilwehab Xalid Mûsa, Fexrî Karakoyunlu, Gevrîye Atli, Hekar Findî, Mehdî Caferzade, Mîkaîl Bilbil, Nasih Husên Silêman, Rênas Xendekî, Sabîr Ebdulahîzad, Sebah Reşîd Qadir, Selehedîn Elçî, Semîre Nergîz, Serdal Ogmen, Sezgîn Dînç, Weşanên Weqfa Mezopotamyayê, Dîyarbekir, 2019, ISBN:978-605-80975-4-4

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên Derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]