Wîkîpediya:Di dîrokê de îro/12ê gulanê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Bûyer

Celal Debax, nivîskar û rojnamevanê kurd

  • 1926 – Maraşal Josel Pîlsudskî tevî yekîneya xwe ya 15 kesan paytext Varşova bi destxist. Pîlsudskî, ji pevçûnên li kolanan bi serkeftî derket û 15 Gulanê de jî desthilatdarî xiste destê xwe. Serokdewlet Stanîslaw Wojciechowskî dest ji wezîfeya xwe berda û wezîrên di kabîneya wî de jî bi giştî dest ji kar kişandin. Bi vî awayî Pîlsudskî bû hukumdarê hemu Polonyayê. Pîlsudskî, di 31 Gulanê hilbijartinên serokkomariya Polonyayê de dengên hemu Almanên li welêt jî wergirt. Lê belê jiber ku bi yekdengî nehatiye hilbijartin hilbijartinan red kir.
  • 1943 – Artêşa Alman ya li Efrîka Bakûr teslîm bû.
  • 1947 – Welatên Ereb, ji bo serxwebûna Fîlîstînê bang li Neteweyê Yekbûyî kirin.
  • 1951 – Yekemîn bombeya Hîdrojenê li derya pasîfîkê hate teqandin.
  • 1965 – Yekem kozmonotê Rusî Aleksey Leonov, li fezayê meşiya.
  • 1965 – Di 12 gulan û 2 hezîranê de li Pakistanê gerdelûl rabû; 12 hezar kes mirin.
  • 1971 – Li Burdur û hawirdora wê bi şev erdhejek dijwar rû da. Di erdhejê de 57 kes mirin û 1.162 mal jî hilweşiyan.
  • 1988 – Li Başûrê Kurdistanê Eniya Neteweyê ya ji 8 partiyan pêkatê, hate sazkirin.
  • 1998 – Li dijî serokê Komeleya Mafê Mirovan ÎHDê Akin Bîrdal suîkastek pêk hat.
  • 2002 – Serokê berê yê Amerîkayê Jimmy Carter çû li Kubayê bo serdana pênc–rojî bi Fidel Castro re û bû yekemîn serokê Amerîkayê, ê ko ji şoreşa Casroyê yê sala 1959'an ve serdana giravê kiriye.

Jidayîkbûn

Mirin

Îro, 28ê adara 2024an e (UTC) – nûkirin