Xelata Nobelê ya Wêjeyê

Xelata Nobelê ya Wêjeyê, ku yek ji mezintirîn xelata wêjeyê ye, ji sala 1901ê û vir ve tê belavkirin. Xelat di bin sîwana Akademiya Swêdê de, ji aliyê komîteyeke wêjenas ve tê destnîşankirin. Xelatgirê wêjeyê, digel xelatgirên Nobelê yên din, di roja wefata Alfred Nobel de, di 10ê meha dozdehan de xelata xwe bi merasimeke mezin ji destê keyê Swêdê digirin. Şeva xelatê bi şahiyeke xweş bi dawî dibe.