Wîkîpediya:Di dîrokê de îro/22ê tîrmehê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Bûyer

John Leguizamo

  • 1933Wiley Post, bû kesê yekem ê ku derdora dinyayê bi tenê geriya. Rêwîtiya xwe ya ku 15.596 mîl girt, di 7 roj, 18 saet, 45 deqeyê de temam kir.
  • 1944Fona Navneteweyî ya Diravê (bi îngilîzî: IMF, Internationale Monetary Fund) saziyeke taybet a NY (Neteweyên Yekbûyî) ji bo pêşxistina aboriya dinyayê hate damezrandin.
  • 1946 – Li Qudsê ôtela bi navê King Davidê hate bombekirin, 90 kes mirin. Ev hotel ji alî îngilîzan ve wek qerargehê dihate bi kar anîn.
  • 1974 – Operasyona Kîprosê: Firqeya tirkan yê 39em derketin girava Kîprosê û li wir bi yên ku ji hewayê peya bûn re bûne yek. Di saet 17.00'an de agirbest hate îlan kirin. Hêzên tirkan li benda Hevdîtinên Cinêvê sekinîn.
  • 1977 – Serokê çînî Deng Xiaoping vegeriya îqtîdarê.
  • 2003 – Li Fransayê di Barûya Eyfelê de agir derket.
  • 2003 – Di bombebarana ku hêzên taybet yên Amerîkayê li bajarê Mûsilê li dar xistin de, kurên dîktatorê Iraqê Sedam Huseyn; Uday Huseyn, Kusay Huseyn, kurê Kusay Huseyn û muhafizek hate kuştin.
  • 2007 – Li Tirkiyeyê hilbijartina giştî hate kirin. Partiya Dadwerî û Pêşvebirinê bi serokatiya Recep Tayyip Erdoğan, %46,66 ray girt, 341 parlementer derxist û bi tenê bû îqtîdar. Partiya Civaka Demokratîk (DTP) di vê hilbijartinê de tevî partiyên çepgir, ji bo ku benda hilbijartinê derbas bibe Bloka Hezar Hêviyê ava kir. Ev blok, 22 mebûs derxist.

Jidayîkbûn

Mirin