Wîkîpediya:Di dîrokê de îro/27ê gulanê
Xuyakirin
(Ji Wîkîpediya:Di dîrokê de îro/27'ê gulanê hat beralîkirin)
Bûyer
- 1905 – Şerê Rûs-Japonan: Cengê Tsushima dest pê kir.
- 1921 – Danezana serxwebûna Efxanistanê hate belavkirin.
- 1925 – Seyîd Evdilqadir, Seyîd Mihemed, Sadî, Xoce eskerî, Kemal Fewzî, Avuqat Hecî Ahdî (Bavê tujo) hatin îdam kirin.
- 1925 – Dadgeha Şêx Seîd û hevalên wî dest pê kir. Şêx Seîd tevî 46 hevalên xwe di 29'ê xezîranê sala 1925an de ji aliyê Dadgeha Leşkerî ya Îstîklalê ya Amedê ve hatin dardekirin.
- 1947 – Rêpîvana dirêj a Mele Mistefa Berzanî dest pê kir.
- 1952 – Peymana Parastina Civata Serbixwe ya Ewropayê li Parîsê hate mohrkirin.
- 1960 – Li Tirkiyeyê yekem car artêşê dest danî ser rêvebiriyê.
- 1963 – Li Kenyayê yekem car hilbijartin hate kirin.
- 1991 – Balafireke girêdayî Awistiryayê ya bi tîpa Boeing 767 înfîlaq kir; 223 kes mirin.
- 1995 – Li Kurdistanê yekem car dayikên aştiyê çalakî lidarxistin.
- 1999 – Dadgeha Tawanên Şer a Navneteweyî (ICC), Serokdewletê Yûgoslavyayê Slobodan Mîlosevîç bi berpirsiya tevkujiyên li Kosovayê tawanbar kir.
Jidayîkbûn
- 1332 – Îbn Xeldûn, dîroknas, civaknas û siyasetmedarê tûnisî
- 1897 – John Cockcroft, fîzîknasê Brîtanyayî yê xwediyê Xelata Nobelê
- 1923 – Henry Kissinger, siyasetmedarê amerîkî, xwediyê Xelata Nobelê
Mirin
- 1564 – Jean Calvin, keşeyê Fransî
- 1910 – Robert Koch, mîkrobiyolog û bijîşkê Alman
- 1925 – Kemal Fewzî, nivîskar, helbestvan, têkoşerê doza azadiya Kurdistanê
- 1988 – Ernst Ruska, kaşîf û elektroteknîkerê Alman, xwediyê Xelata Nobelê