Wîkîpediya:Nûçe/20-10-2011
Xuyakirin
< 16-10-2011 | 25-10-2011 > |
---|
- 20'ê kewçêrê - Hêzên PKK êrîş birin ser leşkerên tirk: Şervanên PKK li navçeya Çelê êrîş birin ser qereqol û wargehên leşkerên tirk. Li gorî agahiyan 24 leşker hatine kuştin û 20 leşker jî brîndar bûne. Lê li gorî agahiya dayika leşkerê di dema şer de li qereqolê ku telefonî diya xwe kiriye, bêhtir brindar û mirî hene.
- 20'ê kewçêrê - HPG li Bedlîsê êrîşî polîsan kir: Li bajarê kurdan Bedlîsê şervanên PKK êrîşî polîsên Tirkiye kir. Di encamê de pênc polîsan jiyana xwe ji dest da.
- 20'ê kewçêrê - Protestoya li dijî daxistina ala Kurdistanê: Li bajarê kurdan Kerkûkê, xwendakarên kurd û siyasetmedarên başûr bi hev re, mitîngek li dijî hikûmeta Iraqê ku ala Kurdistanê ji dezgeh û saziyan daxist, pêk anîn.
- 20'ê kewçêrê - Şerê PKK û artêşa tirk li başûrê welat: Tê ragihandin ku piştî serdegirtina PKK, pevçûna leşkerên tirk û gerîlayên kurd li Kurdistana Başûr dom dike.