Wangari Maathai

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Wangari Maathai

Wangari Muta Maathai (z. 1'ê avrêlê 1940 li Nyeri, Kenya - m. 25'ê rezberê 2011 li Nairobî, Kenya) zanyareke kenyayî bû. Ji sala 2002'an û vir de berdevka wezîrê karê xwezaparêziyê bû.

Wê ji ber xebatên xwe yên bo aştiyê, di sala 2004'an de Xelata Nobel a aşitiyê wergirtiye. Ew yekemîn jin a ji parzemîna Efrîqayê bû ku Nobel digirt.

Li Nairobî û Ewropayê zankoyê bidawî kiriye û bûye veterîner (bijîşka ajalan). Gelek projektan bo pêşîgirtina erozyonê, bidawîkirina polîgamiyê, damezrandina dibistanan û hwd afirandine û pêşengiya wan kiriye. Li Kenya û seranser Afrîkayê wekî sîmboleka tevgera jinan hatiye naskirin.

Wangari Maathai di 25’ê îlona 2011'an de ji ber kanserê di temenê 71’ê de li Nairobiyê paytexta Kenyayê jiyana xwe ji dest da.