Wok

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Wok

Wok amaneke aşpêjiyê ye, ji bo xwarinên çînî û pêjgehên rojhilatê Asyayê tê bikaranîn. Mirov dikare wekî rûnbirêşkekê bibîne û bi rastî jî dişibe rûnbirêşka etaran (çerçî) a di pêjgeha kurd de tê bikaranîn.

Taybetiya wê ew e ku binê wê nagire, lewra forma gloveriyê û lajwerda tê bikaranîn rê nade ku tîn li cihekê xwe bişidîne, xwarinê bişewitîne.

Li Kurdistanê kêm tê bikaranîn. Mirov dikare bêje tenê di aşpêjxaneyên xwarinên çînî û asyayiyan çêdikin de navdar bûye. Li Ewropayê niha gelek belav bûye.