Xala kontrolê ya çerxa xaneyê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Xalên kontrolê, bi sinyalên “raweste” û “bidomîne” çerxa xaneyê rêk dixin.

Ji bo geşebûn, peresîn û berdevamiya jiyanê divê dema dabeşbûna xaneyan û maweya dubarebûna dabeşbûna xaneyan were rêkxistin. Dabeşbûna xaneyê divê ji serî heta dawî gav bi gav di dema rast û bi dora rast de bi pêş ve biçe. Çalakiyên çerxa xaneyê di hin pêvajoyan de tên kontrolkirin.

Gavên ji bo çavderîkirina geşebûn û perisîna xaneyê wekî xalên kontrolê (bi înglîzî: checkpoints) tê navkirin.[1]Her wekî ji navê wê jî diyar e, xalên kontrolê bi sinyalên “raweste” û “bidomîne” çerxa xaneyê rêk dixin.[2] Di xalên kontrolê de proteînên bi navê “proteînên kontrole” wekî mîna wergiran kar dikin, ji hawirdor agahî digirin û biryar didin ka gelo şert û merc ji bo dabeşbûna xaneyê guncav e an na. Mînak, heke di duhendebûna ADN-yê de çewtî çêbibe, di xala konrolê ya G2 de, proteînên kontrolê ji guherînên ADN-yê agahdar dibin û rê li ber girêdana sayklîn û kînaza pêgira sayklînê digirin. Bi vî awayî çerxa xaneyê radiweste[3].

Bi xalên kontolê, xane ji bo her çerxek, tenê carek ADN-ya xwe duhende dike. Xalên kontrolê pişrast dikin ko hemû şert û mercên wê qonaxê pêk hatiyê, loma xane dikare derbasî qonaxek nû bibe.[4]

Dema bi xanêyê hin ziyan an jî çewtî çêbe, xala kontrolê heta çewtî sererast nebe, rê nade xaneyê ko dabeş bibe. Bi vî awayî her tim xaneyên nû yên bêxesar çêdibe. Bi kurtasî, xalên kontrolê pişrast dikin ka xane bi têra xwe geşe bûye an na, duhendebûna ADN-yê bê kêmasî rû dayê an na û parvekirina kromozoman wê bi awayekî rast çêbibe an na.[5]

Sê xalên kontrolê, çavderiya çalakiyên çerxa xaneyê dikin.

Xala kontrolê ya G1, gava xane ji qonaxa G1ê derbasî qonaxa S-yê dibe (G1/S).

Xala kontrolê ya G2, gava xane ji xonaxa G2yê derbasî qonaxa M-yê dibe (G2/M).

Xala kontrolê ya M , gava xane ji qonaxa metafazê derbasî qonaxa anafazê dibe.

Xala kontrolê ya G1 (G1/ S)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Geşebûna xaneyê, mêjera xurekê xaneyê, mêjera hokara geşebûnê û saxtiya ADN-yê tê kontrol kirin.[1] Li dawiya xala kontrolê ya G1ê, heke ji bo dabeşbûnê hemû şert li cih bin du rê li ber xaneyê vedibe.[6] Heke xane yek ji xaneya wekî xaneya kezebê, an jî ya masulkeyan be, xane derbasî qonaxa G0 ê dibe. Bi gelemperî ji bo xaneyê rêya duyem derbasbûna qonaxa S-yê ye. Na, heke ADN ji bo duhendebûnê ne amade be, an jî di pêkhateya ADN-yê de hin ziyan an jî kêmasî hebe, xane hewl dide ko ADN-yê sererast bike. Xaneyên ko di rastkirina ADN-yê de ser nakevin, tên kuştin (apoptosis). Heke xane ji xala kontrolê ya G1ê derbas bibe, çerxa xaneyê didome û xane dikare dabeş dibe. Heke xala kontolê sînyalên rawestinê bide xaneyê, xane derbasê qonaxa G0 dibe, di qonaxa G0 de, xane karê xwe yê asayî dike, lê çerxa xaneyê radiweste, xane dabeş nabe.[7]

Xala kontrolê ya G2 (G2/M)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev xala kontrolê di dawiya qonaxa G2yê dest bi kar dike. Di vê xalê de kontrola duhendebûna ADN-yê tê kirin.[1] Heke hemû ADN-yên xaneyê bi awayekî rast duhende bibin, û ji bo dabeşbûnê di xaneyê de bi têra xwe proteîn çêbibê, xane derbasî qonaxa M-yê dibe.[7] Lê heke dema duhendebûne, ziyan (xeser) li ADN-yê were û xeser neyê rastkirin xane tê kuştin.

Xala kontrolê ya M[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev xala kontrolê wekî xala kontrolê ya metafazê tê navkirin. Kontrola kromozoman tên kirin ko gelo kromozom li ser xêza ekvatorî rêz bûne an na. Kontrola rîsên teşiyê tên kirin ko hemû kromozom di kînetokorên xwe de bi rîsên teşiyê ve girê bûne an na.[8] Bi vî awayî rê li ber parvebûna kromozoman tê vekirin. Heke hemû şert li cih bin, xane derbasî qonaxa sîtokînezê dibe.

Têkçûna xalên kontrolê rê li ber nexweşiya şêrpence ve dike. Xaneyên bi şêrpenceyî li gor xaneyên asayî hê leztir dabeş dibin.[9]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b c Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  2. ^ Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
  3. ^ Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  4. ^ Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  5. ^ Barnum KJ, O'Connell MJ. Cell cycle regulation by checkpoints. Methods Mol Biol. 2014;1170:29-40. doi: 10.1007/978-1-4939-0888-2_2. PMID: 24906307; PMCID: PMC4990352.
  6. ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  7. ^ a b Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  8. ^ Cullen, K. E. (2009).Encyclopedia of Life Science. Newyork: Facts On File, Inc
  9. ^ Roberts S. Human Physiology. Global Media, 2007.