Masûlkeşane

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Şaneyên laşê mirov.

Masûlkeşane an jî şaneya masûlke (bi inglîzî: muscle tissue) yek ji çar cor şaneyên laş e.

Peyva şane (bi înglîzî: tissue) ji bo koma xaneyên wekhev tê bikaranîn. Xaneyên şaneyê ji heman çavkaniyê peyda dibin. Wekî mînak, hemû xaneyên şaneya masûlkeyê ji çîna navîn (mezoderm) a korpeleyê (embriyo) peyda dibin. Xaneyên şaneyê dişibin hev û di şaneyê de bi awayekî taybet rêz dibin. Ev rêzbûna taybet, derfet dide şaneyê ko di erkê xwe yê taybet de bi ser bikeve[1]. Di laşê mirov de bi trîlîyonan xane xeye, lê li gor erk û şêweyê wan zêdetirê 200 cor xane heye[2]. Herçiqas hêjmar û corê xaneyan gellek zêde be jî, laşê ajalên birrbirredar ji 4 cor şaneyan pêk te. Masûlkeşane jî yek ji van şaneyên bingehîn e. Laşê mirov û hemû birrbirredaran li gel masûlkeşaneyê, bestereşane, demareşane û rûkeşeşane jî li xwe digirin.

Heke du an jî zêdetir şane ji bo erkek hevbeş kar bikin, vê carê êw pêkhate êdî ne şane lê wekî endam tê navkirin[3]. Ango endam (organ) ji şaneyan pêk te û berpirs e ji bo karekî taybet di laş de[4]. Jiyana rojane de hin caran peyva masûlke li dêla masûlkeşane tê bikaranîn. Lê bi eslê xwe masûlke ne şane, lê endam e. Di pêkhateya masûlkeyê de li gel koma masûlkexaneyan, bestereşane û demareşane jî cih digire. Herwisa rûyê navî yên lûleyên xwînê bi çînek xaneyên rûkeş dapoşî ye, ji ber ko hemû masûlke lûleyên xwînê li xwe digirin, di pêkhateya masûlkeyê de rûkeşeşane jî cih digire. Ango masûlke ji çar cor şaneyan pêk tê, loma masûlke endam e. Wekî mînak li ser hestiyê bazû (bi latînî: humerus) yê jorê mil de, masûlkeyên duser (bi latînî: biceps brachii) û masûlkeyên sêser (bi latînî: triceps brachii) hene Ev herdu masûlke li gel koma masûlkexaneyan, bestereşane, demreşane û rûkeşeşane jî li xwe digirin[5]. Loma masûlkeya duser û masûlkeya sêser ne şane lê endam in û ji bo girtin û vekirina mil kar dikin.

Bi eslê xwe goşt ji masûlkeyan pêk tê[3]. Goştê sor ji peykeremasûlkeyê, goştê hûr û rûvî ji lûsemasûlkeyê, goştê dil jî ji dilemasûlke pêk tê. Ango gava mirov goşt dixwe, mirov masûlke dixwe. Li gel masûlkeyan, goşt bi mêjerek hindik, bestereşane, demareşane û rûkeşeşane jî li xwe digire.

Erk û taybetmendiyên masûlkeşaneyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji xeynî hinek coran, hema hemû ajal bi awayek çalak dilivin û cih diguherin. Hêza ji bo livîna laş û endamên ajalan, ji aliyê masûlkeyan ve tê dabînkirin. Herwisa karên wekî henasedan, heriskirin, pompekirina xwîne, rêkxistina germahiya laş û hvd jî bi navbeynkariya masûlkeyan rû dide[6]. Ango şaneya masûlke taybet e ji bo karê livîna laş û endamên laş. Hişyarker an jî ragihandinên ji koendama demar, jî hormonan, ji germahî sermahî, ronahî û hvd masûlkexaneyan han dike, masûlkexane jî bi girjbûn û xavbûnê bersîv didin hişyarkeran[1]. Xaneyên masûlkeşaneyê bi şeweyê rîşal an jî teşiyî ne û li ba hev dirêj dibin.

Di hemû masûlkexaneyan de deziyên aktîn û miyozîn rê li ber girjbûn û xavbûna masûlkexaneyê ve dikin[7]. Di hemû xaneyên navikdirust de tora proteinên aktîn û miyozîn heye. Di nav xaneyê de guhestina madeyan bi navbeynkariya van proteînan pêk tê. Lê masûlkexane, ji hemû xaneyan zêdetir, deziyên aktîn û miyozînê li xwe digirin. Herwisa ev herdu dezî ji bo karê girjbûn û xavbûnê, di nav xaneyê de bi şeweyek taybet hatine rêzkirin[8].

Bi girjbûnê, masûlkexane kin dibin, di masûlkexaneyan de hêza kişînê peyda dibe. Ev hêz jî ji bo livîna hestiyan an jî endman tê bikaranîn[9]. Hin masûlke bi awayekî xwewîst kar dikin. Wekî mînak, mirov gava tiştek dinivîse, çalakiya masûlkeyên mil, dest û tilî li gor biryara mirov tevdigere, penûs di nav tiliyê mirov de li gor xwesteka mirov dilive û dinivîse. Lê çalakiya hin masûlkeyan bi awayekî xwenewîst rû dide. Wekî mînak lêdana dil, an jî li gor mêjera ronahiyê, firebûn û tengbûna bîbika çav ji aliyê masûlkeyên xwenewîst ve tên birêvebirin. Xaneyên masûlkeşaneyê ji bo girjbûn û xavbûnê enerjiyê ji molekula ATP bi dest dixin.

Polenkirina masûlkeşaneyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Masûlkeşaneyên laşê mirov.

Masûlkeşane bi sê awayê tên polenkirin:

  1. Li gor hebûn an jî tunebûna hêlên deziyên masûlkexaneyê.
  2. Li gor şêweyê kontrola masûlkeyan
  3. Li gor cihên masûlkeyan di laş de.

Li gor hebûn an jî tunebûna hêlan du cor masûlkeşane heye. Di bin mîkroskobê de xaneyên hin masûlkeyan de beşên tarî û ronî wekî hêl (xêz) xuyadibin. Peykeremasûlke û dilemasûlke hêldar in, lûsemasûlke hêldar nîn e loma wekî masûlkeya lûs tê navkirin.

Li gor kontrola çalakiya masûlkeyan, du cor masûlke heye; masûlkeyên ko bi xwestina mirov çalak dibin, wekî masûlkeyên xwewîst tê navkirin. Masûlkeyên ko çalakiya wan rasterast di bin kontrola mirov de nîn in, wekî masûlkeyên xwenewîst tên navkirin. Peykeremasûlke masûlkeya xwewîst e. Dilemasûlke û lûsemasûlke jî masûlkeyên xwenewîst in, çalakiya masûlkeyên xwenewîst ne li gor xwesteka mirov, lê ji aliyê demarekoendama xweyî û hormonan ve tê rêkxistin.

Bi gelemperî masûlke li gor cihê hebûna wan a di laş de tên polenkirin. Li gor wê polenkirinê sê cor masûlkeşane heye; peykeremasûlke, lûsemasûlke û dilemasûlke. Peykeremasûlke bi hestî ve girêdayînê û bi gelemberî hestî dinav peykeremasûlkeyan de cih digire. Lûsemasûlke li dîwarên endamên hinavê de cih digirin, wekî mînak; gede, rûvî, borrîhewa, mîzdank, malzarok hwd. Dilemasûlke tenê li diwarê dil de cih digire.

Peykeremasûlke[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Peykeremasûlke
Gelemperiya peykeremasûlkeyan bi navbeynkariya jêyan, bi hestî ve girêdayî ne.

Peykeremasûlke masûlkeya hêldar e. Di nav xaneyê de dezîyên barik û stûr di bin mîkroskobê de wekî beşên tarî û ronî xuya dibin, ji van beşan re dibêjin hêl. peykeremasûlke bi awayekî xwewîst kar dikin. Ango çalakiya masûlkeyan li gor xwesteka mirov, di bin kontrola demarekoendama mirov de rû dide. Gelemperiya peykeremasûlkeyan bi navbeynkariya jêyan, bi hestî ve girêdayî ne[10], hestî bi peykeremasûlkeyan ve dapoşrav e. Livîna hestiyên laş ji ber girjbûn û xavbûna masûlkeyan rû dide. Peykeremasûlke dewlemend in bi lûleyên xwînê. Lûleyên xwînê xurek û oksîjenê tînin masûlkeyan û madeyên paşmayî (paşerro) jî ji masûlkeyan dûr dixin. Herwisa her yek ji masûlkerîşalan bi gurzê tewereyên demarexaneyên livînê (bi înglîzî: motor neuron) re gehînke ava dike. Tewereyên demarexaneyan bi demareragihandinê, sinyalên girjbûnê digihîne masûlkerîşalê[1].

Erkên peykeremasûlkeyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Masûlke li gel hestî destek didin laşê mirov, bi girjbûna masûlkeyan laşê mirov li dij erdkeşê li ser piyan dimîne[11]. Peykeremasûlke bi hestiyepeykerê ve giridayî ne û bi alîkariya hestiyan lîvîna xwewîst a laş dabîn dikin[3]. Li gel livîna mil, ling dest, pê û hvd, livîna çav, ziman, îfadeya rûyê mirov û henasegirtin jî bi çalakiya peykeremasûlkeyê rû dide. Masûlke tenê dikarin bi hêza kêşandinê hestiyan bilivînin. Ango masûlke nikarin hestî tan bidin (pal bidin). Germahiya laş ji aliyê masûleyan ve tê dabînkirin. Pestoya xwîna nav xwînhêneran û şileya lîmfê ya nav lûleyên lîmfê kêm e, loma şileyan nav van lûleyan bi alîkariya girjbûna peykeremasûlkeyan ber bi dil ve diherike. Peykeremasûlke endamên navî yên laş diparêze. Masûlke ji bo hestiyan wekî balîfek kar dikin û hestiyan ji darbeyên derve diparêzin. Endamên wekî gede, kezeb, rûvî û hvd ji aliyê masûlkeyên li dîwarê sîng û zikê de tên parastin.

Xaneyên peykeremasûlkeyê pêkhateyên dirêj û bi şêweyî lûlekî ne û wekî rîşalên masûlke (masûlkerîşal) tên navkirin[1].Di bin mîkroskopê de masûlkerîşal wek xaneyên dirêj, lûlekî û paralelê hev dirêjbûyî xuya dibin. Masûlkerîşal hêldar in, hêlên tarî û ronî lidûhev li ser xaneyan de dirêj dibin. Dirêjiya masûlkerîşal dibe ko di masûlkeyên dirêj de bi qasî 35 cm be[12]. Masûlkerîşal xaneyên firenavikî ne[3]. Ji bo parzûna xaneyê ya masûlkerîşalan, peyva sarkolema ( bi yewnanî: sarcolemma) tê bikaranîn. Di zimanê yewnanî de ji bo goştê laş, (masûlke + bez) peyva sark(sárx) tê bikaranîn[13]. Herwisa ji bo sîtoplazmaya van xaneyan jî peyva sarkoplazma (sarcoplasm) tê bikaranîn. Di nav sarkoplazmayê de dezîyên (bi înglîzî: filament) zirav li kêleka hev li seranserê xaneyê de dirêj dibin. Di nav sarkoplazmaya masûlkerîşalan de gellek mîtokondrî jî cih digirin. Sarkoplazmaya masûlkerîşalan gellek miyoglobîn (bi înglîzî: myoglobin) li xwe digire. Di nav sarkoplazmaya masûlkerîşalan de endamokêk heye bi navê retîkûlûma sarkoplazmî (bi înglîzî: sarcoplasmic reticulum), ev lebatok dişibe retîkûlûma endoplazmî ya lûs û karê wê yê sereke embarkirina kalsiyumê ye.

Di sarkoplazmaya masûlkerîşalê de ji sedan heta çend hezaran masûlkerîşalok hene[14]. Masûlkerîşalok du cor deziyê girjdar; aktîn û miyozîn li xwe digirin. Deziyê miyozîn stûr e loma di bin mîkroskobê de tarî xuya dibe, beşa ji aktîn pêk tê ronî xuya dibe. Deziyê miyozîn û yê aktînê li seranserê masûlkerîşalê de dubare dibin. Ji her yekîneyên dubarebûyî re parçemasûlke, ango sarkomer ( bi înglîzî: sarcomere) tê gotin.

Ji bo pêvajoya girjbûn û xavbûna masûlkerîşalan modelek zanistî heye navê vê modelê bîrdoziya xilîska deziyan e (bi înglîzî: sliding filament theory) . Li gor vê bîrdoziyê, sarkomer kin dibin lê ne dirêjiya deziyê stûr ne jî yê barîk (zirav) naguhere. Ji ber ko deziyê zirav ji aliyê deziyê stûr ve ber bi hêla Z ve tê kişandin, deziyên zirav ên li herdû aliyên sarkomerê nêzî hev dibin û sarkomer kin dibe[15].

Lûsemasûlke[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Lûsemasûlke
Mîzdank endamek ji lûsemasûlkeyê tekyekeyî ye.

Lûsemasûlke ji xaneyên şeweyê teşiyî pêk tê, navenda xaneyê stûr e, herdu serikên xaneyê tûj e[5]. Her xaneyek de yek navik heye, navik di navenda xaneyê de cih digire. Xaneyên lûsemasûlkeyê hêldar nîn in. Ango di bin mîkroskobê de deziyên masûlkerîşalan wekî beşên ronî û tarî xuya nabin, loma navê lûsemasûlke lê kirine. Lûsemasûlke masûlkeya xwênewîst e. Ango ne li gor xwestaka mirov, lê li gor ragihandinên demarekoendama xweyî tê kontrolkirin. Xaneyên lûsemasûlke jî ji rîşalan pêk tê, loma xaneyên wê jî wekî masûlkerîşal tên navkirin. Xaneyên lûsemasûlkeyê jî deziyên aktîn û miyozînê li xwe digirin, lê rêzbûna deziyan ne mîna yên peykeremasûlkeyê ne. Leza girjbûn û xavbûna lûsemasûlkeyan ji ya peykeremasûlkeyan hêdîtir e.

Di xaneyên lûsemasûlkeyê de sarkomer tune deziyên aktînê ne bi hêla Z lê bi tenên çîr (bi înglîzî: dense bodies) ve girêdayî ne. Tenên çîr wekî mîna hêlên Z yên peykeremasûlke û dilemasûlkeyê kar dikin û bi sarkolemayê ve girêdayî ne. Tenên çîr li ser xêzek de rezbûyî nîn in, loma dema girjbûnê, xaneya masûlkeyê bi şêweyê lûlpêç ba dibe û kin dibe. Di xaneyên lûsemasûlkeyê de lûlekên T tune, qebareya retîkûlûma sarkoplazmî jî ne bi qasî yên xaneyên peykeremasûlkeyê zêde ye. Loma, ji bo girjbûnê, iyonên kalsiyumê li gel retîkûlûma sarkoplazmî, ji şileya derveyê xaneyê jî tê dabînkirin. Aktîn û miyozînên lûsemasûleyê hema wekî mîna yên peykeremasûlkeyê kar dikin. Ango aktîn li ser miyozînan dixilîskin. Ji bo girjbûnê, pêdiviya xaneyên lûsemasûlkeyê bi îyonên kalsiyumê û ATPyê heye.

Pirraniya endamên laş lûsemasûlke li xwe digirin. Hinek beşen laş ko lûsemasûlke li xwe digirin[16];

  1. Dîwarên endamên wekî soriçik, gede û rûviyan.
  2. Cogên rijênên herisê.
  3. Borrîhewa, liqeborriheva, borrîkêhewa û sikildanokên hewayê.
  4. Borrîmîz, mîzdank, mîzerê.
  5. Dîwarên lûleyên xwînê.
  6. Di çerm de masûlkeyên repkirina mûyan
  7. Rijênên şîr, di koendama zawzê de beşên wekî rijênê prostat, mindaldan (malzarok), kîsikê gunan (tûrikê gun)
  8. Di çav de rengîne û tenê kûlkdar

Erkên lûsemasûlkeyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Lûsemasûlkeyên li ser dîwarên lûlêyên xwînê, pesto û herrika xwîna endam û beşên laş rêk dixe. Girjbûn û xavbûna lûsemasûlkeyên coga henaseyê, tîreya coga henaseyê diguherînin, bi vî awayê herrika hewaya henasegirtin û henasedayînê rêk dixin.

Lûse masûlkeyên coga herisê bi girjbûn û xavbûnê, xurekemadeyan ji gewriyê heta tortorikê diguhêzînin. Di gurçikan de lûsemasûlkeyên dîwarên lûleyên xwînê , herrika xwîna nav gurçikê û parzûnkirina di glomerulusê de rêk dixe. Lûsemasûlkeyên borrîmîzan , mîza nav gurçikan ber bi mizdankê pal didin. Herwisa lûsemasûlkeyên mîzdankê jî mîzê bi navbeynkariya rêya mîzê (mîzerê) ber bi derveyê laş davêje.

Di laşê nêran de guhêztin û derdana sperm û rijênan. Di laşê mêyan de arastekirina spermên wergirtî bi ber bi coga zawzê . Ji hêkdankê heta malzarokê guheztina hêkê. Dema ji dayikbûnê, ji malzarokê paldana dergûşê.

Corên lûsemasûlkeyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Du corên sereke yên lûsemasûlkeyan heye;

lûsemasûlkeyên tek yekeyî û lûsemasûlkeyên fire yekeyî

Coga herisê, coga henaseyê, mîzdank, malzarok, borrîmîz, lûleyên xwînê, coga zeravê hvd lûsemasûlkeyê tek yekeyî (bi înglîzî: single unit smooth muscle) li xwe digirin[17]. Bi sedan hezar xaneyên lûsemasûlkeyê gişt bi hev re wekî mîna yek xaneyêk girj dibin û xav dibin[14]. Xaneyên lûsemasûlkeyê tek yekeyî bi girêdanên navber (bi înglîzî: gap junctions) bi hev re di nav têkiliyê de ne. Erkê kar bi navbeynkariya girêdanên navber ji xaneyek derbasî xaneyên din dibe. Loma lûsemasûlkeyên van endaman bi awayekî hemahengî girj dibin, bi vî awayê hemû xaneyên masûlkeyê bi carekî ve, wekî tek yekeyek girj dibin. Xaneyên lûsemasûlkeyên fire yekeyî jî hev cuda ne, ango bi girêdanên navber bi hev re girêdayî nîn in. Her xaneyek dikare bi awayekî serbixwe bixebite. Bi gelemperî her masûlkexaneyêk wekî mîna masûlkerîşalên peykeremasûlkeyê, bi kotahiya demarekî ve gîrêdayî ye. Taybetmendiya herî girîng ji bo xaneyên lûsemasûlkeya fire yekeyî ev e ko girjbûn û xavbûna her xaneyek ne li gor çalakiya xaneyên din, lê bi awayekê serbixwe rû dide û çalakiya wan tenê ji aliyê demareragihandinan ve tê rekxistin. Kûlkemasûlkeyên çavê, masûlkeyên rengîneya çavê, herwîsa di çerm de masûlkeyên repker ên mûyê mînak in ji bo lûsemasûlkeyên fire yekeyî.

Dilemasûlke[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Dilemasûlke
Xaneyên şaneya dilemasûlkeyê liqdar in.

Herwekî ji navê wê jî diyar e, ev masûlke tenê di pêkhateya dil de cih digire[7]. Bi girjbûn û xavbûna masûlkeyên guhike û zikokeyên dil, xwîn ber bi hemû endam û şaneyên laş ve tê pompekirin. Ango karê sereke ya dilemasûlkeyê, pompekirina xwînê ye[11].

Pêkhateya dilemasûlke û xaneya dilemasûlkeyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Lêdana dil û ahenga dillêdanê, ango girjbûn û xavbûna masûlkeyên dil ji aliyên komek xaneyên taybet ên li ser dîwarê guhikeya rastê ve tê kontrolkirin. Navê koma van xaneyan girê berika guhike ye (bi înglîzî: sinoatrial node)[9]. Xaneyên girê berika guhike, wekî xaneyên pêngave diristker (bi înglîzî: pacemaker cells) tên navkirin. Ji bo girjbûn û xavbûnê, masûlkeyên dil ji xaneyên pêngave diristker ragihandin werdigirin lê leza lêdana dil ji aliyê demarekoendama xweyî û hormonan ve tê rêkxistin[6]. Şaneya dilemasûlke xwenewîst e, girjbûn û xavbûna masûlkeyê li gor xwesteka mirov rû nade.

Xaneyên dilemasûlkeyê li bin mîkroskobê de, mîna xaneyên peykeremasûlkeyê, hêldar xuya dibin û sarkomer li xwe digirin[10]. Her xaneyek dilemasûlkeyê bi gelemperî yek navik li xwe digire, hin caran dibe ko xaneyên dilemasûlke cotnavikî bin. Xaneyên dilemasûlkeyê liqdar in, her xane liqek an jî zêdetir liqan li xwe digire[12]. Serê xaneyê û serê liqê xaneyê ya xaneya pêş bi ya xaneya paş ve di nav têkiliyê de ye. Di bin mîkroskobê de girêdanên navbera xane û liqê xaneyan wekî hêlên stûr û tarî xuya dibin. Evan girêdanan wekî xepleyên navbera xaneyan (bi înglîzî: intercalated discs) tên navkirin[7]. Ragihandinên ji bo girjbûna masûlkeya dil ji xaneyek bo xaneya din, bi navbeynkariya xepleyen navbera xaneyan tê guhêztin[14]. Herwekî xaneyên peykeremasûlkeyê, xaneyên dilemasûlke jî ji sarkomeran pêk tê[10].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b c d Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  2. ^ Britannica, The Editors of Encyclopaedia. "human body". Encyclopedia Britannica, 15 Jul. 2021, https://www.britannica.com/science/human-body. Accessed 25 July 2021.
  3. ^ a b c d Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.
  4. ^ Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.
  5. ^ a b McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  6. ^ a b Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  7. ^ a b c Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
  8. ^ Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  9. ^ a b Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  10. ^ a b c Fox, Stuart Ira.Human Physiology. McGraw-Hill Education, 2016.
  11. ^ a b Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  12. ^ a b Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  13. ^ "sarco-." Farlex Partner Medical Dictionary. 2012. Farlex 29 May. 2021 https://medical-dictionary.thefreedictionary.com/sarco-
  14. ^ a b c Guyton, A. and Hall, J., 2011.Guyton And Hall Textbook Of Medical Physiology. Philadelphia: Saunders Elsevier.
  15. ^ Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  16. ^ Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.
  17. ^ Costanzo, Linda S. Physiology. Sixth edition, Elsevier, 2018.