Xecê
Xecê | |
|---|---|
| Jiyan | |
| Jidayikbûn | 1978 Cizîr, Şirnex, Bakurê Kurdistanê |
| Cureyê muzîkê | Folklorîk |
| Pîşe | Stranbêj |
| Amûr | Tembûr |
| biguhêre | |
Xecê bi navê jidayîkbûnê Hatice Yaşar (jdb. 23ê gulana 1978an li navçeya Cizîrê) stranbêjeke kurd e.[1]
Jînenîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Xecê wekê zaroka malbata xwe ya dawî li Cizîrê hatiye dinyayê. Dema ku ew zarok bû bi malbata xwe re koçî navçeya Kuşadası ya bi ser parêzgeha Aydinê dibe. Xecê û malbata xwe bi salan li navçeyên Kuşadası û Ortaklar ên bi ser heman parêzgehê dijîn. Xeceyê xwendina xwe ya seretayî li navçeya Ortaklarê dixwîne.[2]
Xecê yek ji wan stranbêjên kurd e ku li Bakurê Kurdistanê konserên ji aliyê rayedarên Tirkiyeyê ve hatine betalkirin.[3]
Kariyera muzîkê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Eleqeya Xeceyê ji bo muzîkê di zarokatiya wê de dest pê kiriye. Bi vê boneyê Xecê bi Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) nas dike û di sala 1996an de li şaxa NÇM ya Îzmîrê dest bi perwerdeya xwe ya muzîkê dike. Di navbera salên 1996 û 2003an de bi komên muzîkên cihêreng beşdarî gelek konser, çalakiyan bûye.[2]
Herî dawî ew bi solo û vokala xwe ya tembûrê beşdarî Koma Avzem dibe ku komeke ji 5 jinên stranbêj pêk dihat û ev xebat bi belavbûna komê bi dawî bûye.[2]
Piştî navbereke 5 salan, di sala 2008an de, albûma xwe ya yekem a solo albûma "DEM" ku ji 11 stranan pêk tê, di bin etîketa "Ses Plakê" de derxistiye. 10 sal piştî albûma xwe ya yekem, di sala 2018an de, albûma xwe ya duyem "Ez û Tu" ku albûm ji 11 stranan pêk tê, di bin etîketa heman pargîdaniyê de derxistiye.[2]
Dîskografî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Album
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Dem (2008)
- Akustîk 2016 (2016)
- Ez û Tu (2018)
- Albuma stranên Mihemed Şêxo (2022)
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Gazetesi, Dersim (10 nîsan 2025). "Xecê kî ye? Jiyan û Berhemên Wî". Dersim Gazetesi (bi tirkî). Roja gihiştinê 25 tebax 2025.
- ^ a b c d "Jînenîgariya Xecê". Kürtçe Bilgi - KurtceBilgi.Com (bi tirkî). Roja gihiştinê 25 tebax 2025.
- ^ "Konsera Xecê hate betalkirin". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 25 tebax 2025.
| Ev gotara ji bo stranbêjeke/î kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |