Xencer

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Xencerên berê ji kevirê bûn

Xencer, cureyek ji kêran e. Herdu devên wê bira (tûj) ne. Bi hezeran salan wekî çekekê hatiye bikaranîn. Niha pirranî bo dekorasyonê yan wekî aksesûar tê bikaranîn. Xencerên herî kevn ji kevirê bûne. Kêreke sîmetrîk e, lê hin formên wê yên asîmetrîk jî hebûne.

Kurdan xencer gelek bikaranîne. Xencer berê li Kurdistanê wekî aksesûar navdar bû. Ango ne ji bo şer, bo xemilê bû. Di artêşên kurdan de ji berê de cureyên şûrên kurt (kin) dihatine bikaranîn ku hewceyî bi xenceran nedimaye.

Li hin êlên kurdan xencerên taybet dihatin bikardianîn ku evana sîmbola êlê bûn. Diviyabû mêrên êlê heman xencer bi xwe re bigerandan. Di wêjeya devkî de behsa gelek xenceran tê kirin.

Carnan kêr, xencer, şûrên kurt tên tevlîhevkirin. Lewra gelek dişibin hevûdu.

Hin xencerên li Kurdistanê navdar bûne[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Navên hin xencerên din[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xencera vîkîngan

Di wêjeya devkî ya kurdî de gelek nav hene lê kîjan kîjan e, lê xebateke nehatiye kirin. Hin ji wan ev in:

  • Xencera qancaran
  • Xencera berazan
  • Xencera xwarokî
  • Xencera şeytên
  • Xencera Celaliyan
  • Xencera serkuran
  • Erzîromkî
  • Licêkî
  • Xencera sêpencik
  • Xencera bikum
  • Xencera seedî
  • Xencera pola
  • Xencera Ûris
  • Xencera destikdar

Binêrin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]