Xizanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Xizanî
  • Status Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li Cakartaya Endonezyayê zarokekî ku bi çopên di çopê da dilîze.
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Xizanî anko hejarî yan jî feqîrî zaravek e ko li goreyê gelek nihêrînan û pîvanan bi gelek awayên corbicor dihêt pênasekirin. Bi awayekê giştî, nebûna zad anko xwerekekê têra geşe (jînewerzanist) û saxlemî ya mirovî bikit, nebûna kincên ko mirovî ji tesîra derdorê biparêzin û nebûna cihekê manê û bêhnvedanê ko mirovî ji derdorê biparêzit û destvêranegehiştina bi sexbêrî ya saxlemiyê hemî dikarin wekî hîmanên pênasekirina xizaniyê bihên berçavgirtin. Lê nebûna perwerdeyê, nebûna îmkanên pêşdabirina aiyanên xwe û nebîna îmkanên haydarbûna li ser rewşa xwe jî dikarin di pênasekirina xizaniyê da hebin.

Li goreyê Banka Cîhanî dahata kêmtir ji yek an du Dolarên Emrîkayî wekî xizaniyê dihêt pênasekirin. Li dinyayê xizanîya herî pir li afrîkayê ye

Awayên pîvan xizaniyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gelek awayên pîvana xizaniyê hene. Li gelek welatan derazînka xizaniyê wekî alavekî jibo niyasîna xelkên xizan dihêt bikaranîn.