Yavuz Önen

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Yavuz Önen di sala 1938an de li navçeya Midyada Mêrdînê ji dayik bû. Wî li Stembolê li Lîseya Haydarpaşayê xwend û ji Fakulteya Mîmariyê ya ITUyê mezûn bû. Di nava Partiya Karkerên Tirkiyê de cih girt û kete nava siyasetê. Her wiha di çarçoveya doza THKP-Cê de hat girtin û cezayê girtîgehê lê hat birîn. Bi qanûna efûya giştî ya ku di sala 1974an de hatibû derxistin hat berdan. Piştre li serokatiya Sendîkaya Karmendên Teknîkî dest bi kar kir. Her wiha serokatiya TMMOB, gerînendeyê komeleya mafê mirovan ÎHD kir û serokê TÜTEDê bû. Li aliyê din Önen ji sala 1989an û vir ve serokê HRFTê ye.[1]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Yavuz Önen kimdir? - Yeni Akit". www.yeniakit.com.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 14 adar 2023.