Yekîtiya Afrîkayê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Alaya rêxistina Yekîtiya Afrîkayê

Yekîtiya Afrîkayê (bi înglîzî African Union) rêxistinek e ji 55 welatên Afrîkayê pêk hatiye. Ev rêxistin li sala 2001ê bi yekgirtineka du damezrayiyên dî, Civata Aborî ya Afrîkayê û Rêkxistiya Yekbûna Afrîkayê, hat damezirandin. Armanca dawiyê ya YAyê ew e ko diravekê yekgirtî, artêşekê yekgirtî û civateka yekgirtî jibo hemî serokên welatên Afrîkayê pêkbiînit. Ji armancên wê ewlekirina demokrasiyê, aboriyeka xweser û xweragir ji bo Afrîkayê û parastina mafên mirovan e. Ew bizavê dikit ko van armancan bi nehêlana şer û pevçûnên navafrîkayî û avakirina sûkeka (bazargeheka) hevpişka afrîkayî bidestvebiînit.

Avriyek[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bilindtirîn dameziryayî ya YAyê jibo biryardanê Civîna Serokên welat ên Afrîkayê ye. Serokê vê civînê niha serkomar Kufour, serkomarê welatê Ganayê ye.