Zîn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Zîn, Zînê, Zîn Xatûn, navê dota mîr Zêvdîn, xwişka mîr Sêvdîn û neviya mîr Etlesim ji Cizîra Botan[1] e û dinavê wê di destana Mem û Zînê de tê ziman.

Navê Zînê bixwe jî ji kurdî ye. Wate wê "zîndîtiyê" re tê ser ziman.[çavkanî hewce ye] Navê Zînê, bûya weke sembol jî ji evîndariyê re. Ji ber ku dema ku Zînê, hêzî Mem û pişte ne gihiştina hevdû, êdî ew êşa wan bi wê re jîn kir di dilê xwe de, bû êş û keta dilê hemû kurdan de.

Etîmolojiya navê Zîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Navê Zîn etîmolojiya (koka) xwe di zimanê kurdî de ye. Bi kurdî tê wateya "tevgera jiyanê". Vokatîva wî navê Zînê ye. Zîn, koka xwe ji kurdî ji "zî" digirê. Zî, di gelek wateyan de karê were bi kar hanîn. Minaq, Zî, koka gotina "zû" ku tê wate lezbûnê wê jî diafirêne. Zî, wekî din jî, "lixwebûnê" jî bi xwe re bi wate dike. Yanî zîndîbûneke tevgerî. wekî din jî wate wê ya sêyemin jî ku zî dibe koka "zabûnê" ya. Yanî ji binî destpêkêkirin û bi tevgerbûnê jî mirov karê ji vê gotinê ji wê bixwêne û fahm bike. Lê di demên piştre ku heta ku tê dema Ahmedî Xanî, wate "zabûn" û "Bijiyanbûn" ku mirov karê vê bi di temenê tevgerbûneka zîndî de bixwêne, bi xwe re dide afirandin. Di kurdî de wate wê ya din jî ku "z" piştre "ê" hildê dawîya xwe dibe koka "zîlbûnê" jî. Zîlbûn, heta roja me jî di ziman û devê botîyan de wate "tirhik dayin" û "şînbûn"ê de ya. Ew, jê re dibêjin "zîl-da".[çavkanî hewce ye]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Heciyê Cindî û Emînê Evdal (2008). Folklora Kurmanca. Avesta, Stembol-Amed.