Zîndewerên kedî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Zîndewerên kedî an ajalên malovî ajalên ku li mal tên xwedîkirin. Ji hezar salan vir de ajal li ji aliyê mîrovanda kedî bûne. Bi texmînekê kûçik ajalê herî pêşîn yê ku kedî bûye. Ew 15000 sal BZ li Asyaya Rojhilat hatiye kedîkirin. Ku çiqas di serdema nûjen da rola hin ajalên kedî daket jî heta roja îro meriv nikane jiyanê bê ajalên kedî bifkire.

Di çandên wek Kurdistanê, yên ku li ser gundibûnê çêbûnî, ajalên kedî di ji bo feydê mîrovan cihekî giring digire. Mînakî, kûçik û pisîk ji bo nêçîrê û parastinê; ker, hesp, hêştir hwd ji bo gîhaniyê û karên ku ji hêzên mîrov zêdetir dixwazin; ga û hesp ji bo cot ajotinê û bar kişandinê; mihî, mange, bizin ji bo xwarin û vexarine cihekî giring digirin.

Hîn ew lîsta dikane be dirêj kirin. Tabî tik ji bo faydeyê ajal nehatin kedîkirin. Hin ajal jî ji bo kêf û xweşiyê hatine kedîkirin. Cureyên çûkan û masiyan pirek ji bo kêfî hatine kedî kirine. Bi taybetî kewên sor di çanda Kurdan da cihekî girîng digire. Piştî kedîkirinê hin ajal hatine guhartin û hin cinsên nû peyde bûne. Wek nimûne, ger meriv kûçik û tajiyan bigêhîne hev, cewrikê ku ji wan çê dibe cinsekî nû ye, em jê re dibêjin toltajî. An jî ger ker biçe ser hespê, hêstir ji wan çê dibe ku ew jî dibe cinsekî nû. Îroj mîrov ji bo kêfî maran, pîrevonkan, qirtîşan hwd kedî dikin[çavkanî hewce ye].

Pêşangeh[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Mijarên têkildar[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Girêdanên derve[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]