Zübeyde Bulut

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Zübeyde Bulut
Jidayikbûn
EsilKurd
PîşeLîstikvan
Bejn172 cm[1]
DînÊzdîtî
biguhêreBelge

Zübeyde Bulut ( jdb. 1986 li Qubîn , Bakurê Kurdistanê )[2] lîstikvaneke kurd e.

Jiyana wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zübeyde Bulut di sala 1986an de li bajarê Qubîn a Bakurê Kurdistanê hatiye dinê. Di sala 1989’an de malbata Bulut ji ber baweriya xwe ya Êzdîtî û nêrînên siyasî ji mala xwe reviyan û çûn bakurê Almanyayê.[2] Piştî qedandina dibistana lîstikvaniyê ya navdar li Berlînê, wê dest bi kariyera xwe ya lîstikvaniyê kir bi lîstina di gelek şanoname û kurtefîlman de berî ku rola "Lamia" di fîlma dirêj a Eva Husson " Keçên rojê " de girt, ku di Festîvala Fîlman a Cannesê ya sala 2018 de hate pêşandan û wek fîlmê herî baş berbijar bû.Ji wê demê ve, Bulut di çar fîlmên din ên dirêj de derketiye: "Atlas/The Mover", ku li Almanya û Keyaniya Yekbûyî bû berbijar û gelek xelat bi dest xist, û fîlma dirêj a Florian Hoffman "Stille Post" (ku dê di sala 2020an de hat weşandin).Di fîlma Daphne Charizani ya bi sernavê "Im Feuer/Sisters Apart" de Bulut di fîlmeke dirêj de yekem rola xwe ya sereke lîst.Ev fîlm di pêşbirka di kategoriya "Perspektîvan " de di Berlînale 2020 de cara ewil hat nîşandan.Wekî din, wê di rêzefîlma belçîkî ya nû ya navneteweyî "Black Out" , ku Joel Vanhoebrouck derhêner wê bû , û di fîlma dirêj a polonî "Zenek" de bi zimanên polonî û sîntî kişandiye.Herdu berhem di sala 2020an de jî pêşnîşandina xwe kirine . Bulut avjenî pir hez dike .[2] Ew bi zimanên xwemalî bi almanî û kurdî diaxive û zimanên înglîzî , fransî[1] û spanî jî baş dizane.[2]

Xelat[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hilbijartina fermî, Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskoyê, Lîstikvana herî baş ji bo Fîlma "Keçên rojê".[1]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b c "Zübeyde Bulut". crew-united (bi almanî). Roja gihiştinê 6 nîsan 2023.
  2. ^ a b c d "Zübeyde Bulut (Biography)". IMDb (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 6 nîsan 2023.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]