Zanîngeha Dîcleyê

(Ji Zanîngeha Dicleyê hat beralîkirin)
Zanîngeha Dîcleyê
Dîmenek ji Fakulteya Endezyarî û Mîmariyê
Hejmar 45.000 (xwendekar)
Zimanê perwerdehiyê Fransî, îngilîzî û tirkî,
Dîrok 1973 (hatiye avakirin)
Cure Zanîngehê dewletê
Malper dicle.edu.tr/
Zanîngeha Dîcleyê li ser nexşeya Bakurê Kurdistanê nîşan dide
Zanîngeha Dîcleyê
Zanîngeha Dîcleyê (Bakurê Kurdistanê)

Zanîngeha Dîcleyê (bi tirkî: Dicle Üniversitesi) zanîngeha dewletê ya bajarê Amedê ye. Zanîngeh di sala 1974an de hatiye damezirandin ku saziya herî mezinê xwendina bilind a li Amedê ye. Li navçeyên wekê Erxenî, Çêrmûg, Şankuş, Bismil û Farqînê dibistanên pîşeyî yên Zanîngeha Dîcleyê hene.[1]

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîroka destpêkê ya Zanîngeha Dîcleyê bi Enstîtuya Perwerdehiya Diyarbekirê ya ku di sala 1962an de hatiye damezrandin ve girêdayî ye. Fakulteya Tibê ya ku di sala 1966an de wekê beşek ji Zanîngeha Enqereyê hatiye vekirin bingeha Zanîngeha Dîcleyê ya îro pêk tîne. Di sala 1974an de bi vekirina Fakulteya Huner û Zanistê, Zanîngeha Dîcleyê bi du fakulteyan bi awayekî fermî hate damezrandin. Fakulteya Nojdariya Diranan di sala 1976an de û Fakulteya Çandiniyê ya zanîngehê jî di sala 1981an de hatiye damezrandin. Navê zanîngeha Diyarbekirê di sala 1982an de wekê Zanîngeha Dîcleyê hatiye guhertin. Fakulteya Endezyariyê û Mîmariyê, Fakulteya Hiqûqê, Fakulteya Perwerdehiyê, 3 Dibistanên lîsansê û 5 dibistan din wekê saziyên nû yên Zanîngeha Dîcleyê hatine vekirin.[2]

Li zaningehê 15 Fakulte, 12 Dibistanên bilid ên pîşeyî, 4 Dibistanên bilind, 1 Konservatuar, 4 Enstîtu, 30 Navendên Serlêdan û Lêkolînê, Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê, Nexweşxaneya Onkolojiyê, Nexweşxaneya Zarokan, Navenda Şewitandinê, Nexweşxaneya Dil ku nexweşxaneya herê mezin ê li Rojhilata Navîn e û Kompleksa Trawmatolojiyê ya Lezgîn hene.

Çalakiyên zanîngehê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Civakî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li zaningehê tesîsên civakî yên wekê hewzên girtî û vekirî, qadên pîknîkê, navenda tenduristiyê, xwaringeha berhewzê û xaniyên mêvanan hene. Yekîneyên zanîngehê, bi taybetî civatên xwendekaran, bi awayekî çalak tevlî çalakiyan dibin. Li gorî sala 2020an 89 civatên xwendekarên çalak li zanîngehê hebûn.

Şano[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Komên şanoya zanîngehê li zaningehê bi gelemperî lîstikên şanoyê pêşkêş dikin û beşdarî gerên neteweyî dibin. Li zanîngehê perwerdehiya lîstikvaniya profesyonel û împrovîzasyon (ketoberî) têne meşandin.

Folklor[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Govendên gelêrî ku yek ji mîhrîcan û çalakiyên herî zêde yên xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê ye her sal bi mîhrîcanan têne lidarxistin. Di heman demê de xwendekarên ku beşdarî vê çalakiyê dibin, her sal beşdarî pêşbirkên ku di navbera zanîngehan de lidarxistin dibin.

Wênekarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wêne, seramîk û wêneyên ku ji aliyê xwendekaran ve têne amadekirin li Galeriya Hunerên Bedew a Deryêçiyê, li xalên wargeha zanîngehê û li qadên hindurîn di dîrokên cuda de têne pêşandan.

Fakulteyên zanîngehê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Fakulteya diranan
  • Fakulteya dermanxaneyê
  • Fakulteya wêjeyê
  • Fakulteya fenê
  • Fakulteya hiqûqê
  • Fakulteya îlahiyatê
  • Fakulteya zanistên aborî û îdarî
  • Fakulteya ragihandinê
  • Fakulteya mîmariyê (avahîsazî)
  • Fakulteya endezyariyê
  • Fakulteya nojdariyê
  • Fakulteya veterîneriyê
  • Fakulteya çandiniyê
  • Fakulteya perwerdehiyê

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Dabrowski, Patrice M. (1 çiriya pêşîn 2014). Poland: The First Thousand Years (bi îngilîzî). Cornell University Press. ISBN 978-1-5017-5740-2.
  2. ^ "Dîrok Zanîngeha Dîcleyê".

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]