Şankuş

Şankuş
Çinguş
Çüngüş
Navçe
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Diyarbekir (parêzgeh)
Serbajar Şankuş

Hejmara nahiyan 1 nahiye
Hejmara bajarokan 2 bajarok
Hejmara gundan 37 gund

Gelhe (2008) 13.837[1] kes
Rûerd 489 km2
Berbelavî 28,3 kes/km2
Bajarê navendî
Gelhe (2008) 2.781 kes
Koordînat 38°12′43″Bk 39°17′14″Rh / 38.21194°Bk 39.28722°Rh / 38.21194; 39.28722
Bilindayî 990 m
Koda postayê 21870
Koda telefonê (+90) 412
Şankuş li ser nexşeya Bakurê Kurdistanê nîşan dide
Şankuş
Şankuş
Şankuş (Bakurê Kurdistanê)
Çüngüş

Şankuş[çavkanî hewce ye] an jî Çinguş[2] (1928: جونكوز / "Tchuneguch" (Çunguş)[3], 1946: Cüngüş/Çüngüş[4], bi tirkî: Çüngüş) navçeyeke Amedê ye. Di sala 1953'an de bûye navçe. 117 km dûrî Amedê ye. 37 gund û 32 mezre girêdayî navçeyê ne. Rûber 489 km², bilindahî ji rûyê avê 550 - 2.200 m ye. Gorî hejmartinên sala 2000'î hejmara navendê 4.713 û bi giştî jî 15.308 e. Gel ji xeynî karmendên dewletê ji kurdan pêk tê.

Axa navçeyê ji bo çandiniyê û xwedîkirina ajalan bikêr nîne. Hemî daristanên mayî hatine rûxandin. Gelê herêmê xizan e. Bendava Qereqeyayê (Karakaya) di axa navçeyê de ye û salê 9 mîlyar KWh hilberîna elektrîkê dike. Dewleta Tirk elektrîkê difiroşe welatên cîran[çavkanî hewce ye]. Li navçeyê gel ji tunebûna elektrîkê, bêkarî û xizaniyê gilîdar e.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ tuik, 2008
  2. ^ Abdullah Ghafor (2000). Kurdistan: Dabeşî kargêrì terrîtorî 1927-1997. Stockholm.
  3. ^ Son Teşkilat-ı Mülkiyede Köylerimizin Adları. İstanbul: Hilal Matbaası, T. C. Dahiliye Vekaleti Nüfus Müdiriyet-i Umumiyesi Neşriyatından. 1928.
  4. ^ Türkiye'de Meskûn Yerler Kılavuzu I-II. Başbakanlık Devlet Matbaası, Ankara, 1946.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Malpera şaredariya Çinguşê