Çêrmûg
Xuyakirin
Çêrmûg | |
---|---|
Çermik | |
Koordînat: 38°8′9″Bk 39°27′1″Rh / 38.13583°Bk 39.45028°Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Diyarbekir (parêzgeh) |
Serbajar | Çêrmûg |
Hejmara nahiyeyan | 2 nahiye |
Hejmara bajarokan | 2 bajarok |
Hejmara gundan | 77 gund |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 1.032 km2 (398 sq mi) |
Bilindahî | 680 m (2230 ft) |
Nifûs (2008) | 50.961[1] |
• Berbelavî | 49,4/km2 (128/sq mi) |
• Serbajar (2008) | 17.520 |
Demonîm | çêrmûgî |
Koda postayê | 21600 |
Koda telefonê | (+90) 412 |
biguhêre |
Çêrmûg (bi tirkî: Çermik) yek ji navçeyên Amedê ye. Rûber 1.032 km², bilindahî ji rûyê avê 700 m ye. 90 km li bakur-rojavayê Amedê dikeve. Li gorî hejmartinên sala 2000î hejmara navendê 16.056 û bi giştî jî 45.570 e.
Çêrmûg, Çêrmik, Çermik û Aberne navên di qeydên dîrokî de ne. Dîroka herêmê heya dema hûrî - mîttanî tê zanîn (b.z. 3500 - 1260). Çêrmûg navê xwe ji Çêrmûgên li herêmê digire. Dîroka navçeyê ji ya Kurdistanê ne cudatir e. Aboriya herêmê bi giranî li ser turîzma Çêrmugan e. Salê li dora 350.000 hezar kes çêrmûgen xwezayî yên herêmê ziyaret dike. Herwekî xwedîkirina ajalan û çandinî jî heye. 76 gund û 41 mezre girêdayî Çêrmûgê ne. Nifûs bi tevayî ji kurdan pêk tê. Kurdên herêmê bi zaravayê kurmancî û dimilî diaxivin.
Wargehên turîstîk yên navçeyê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Şelaleya Şêxanê Dedan (bi tirkî: Şeyhandede)
- Pireya Xabûrmanê
- Mizgefta Kabûnî (bi tirkî: Ulu Cami)
- Çêrmûga Belqisê (Çermik Kaplicasi)
- Kela Çêrmûgê (ji dema Medan)
- Kaniya Xanimê (ji dema Medan, paşê gelek caran hatiye nûkirin)
- Kaniya Bandîzade
- Kaniya Şîr
- Kaniya Kalo (bi tirkî: Ali Dede)
- Kaniyên dîrokî yên (Pîro, Kayme, Avdest, Çirik, Aşûr, Xorafind, Mîrza, Babko û hwd)
- Medreseya Evdila Paşa - Şêrko)
- Qesra Began
- Tekkeya Sêkinan
- Sînegoga Cihûyan
- Dêra Aşûriyan
Navdarên Çêrmûgê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |