Zara (hunermend)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Zara
Zara
Zara
Agahiyên giştî
Zayîn 26'ê tîrmehê 1983
Lenîngradê, KSSFR
Cure Muzîka pop
Malper www.zara.ru

Zara an jî Zarîfe Migoyan di 26'ê tîrmeha 1983'an de li Lenîngradê, KSSFR ji dayîk bûye, stranbêj û aktrîsa êzdî ( Kurd ) ya rûs, beşdarvana pêşbirka hunerî Fabrîka Stêrkan-6.[çavkanî pêwîst e] Heta sala 2004'an Zara şopgira ola êzdîtiyê bûye, ji wir û pê ve şopgira ola xaçparêziyê ye.[çavkanî pêwîst e]

Malbet[biguherîne]

  • Bavê wê Migoyan Paşayê Bîmbaş berendamê zanistiyên fîzîk û matematîkê ye. Di beşa Maşinavakeriyê de kar dike.
  • Dêya wê Migoyan Nada Cemal e.

Karyer[biguherîne]

Di sala 1997'an de Zara derket fînala pêşbirka huneriyê a Rûsyayê a bi navê "Stêrka sibehê" (bi rûsî: Utrênnyaya Zvêzda) (Moskow) û xelata Festîvala navneteweyî ya bi navê "Bila zarok bikenin" ya (Qahîre û Port Saîdê, Misir) wergirt. Di sala 1998'an de hunermenda ciwan xelata "Hêviya Sîbîryayê" (Omsk, Rûsya) wergirt, di pêşbirka "Roja jidayîkbûnê" a sitranên zarokan (Sankt Petersbûrg) û pêşbirka «Baştirîn sitrana salê» (Sankt-Petersbûrg, Rûsya) de xelat wergirtin.

Du salan ser hev di pêşbirka "Hêviyên Ewropayê" de (Soçî) Zara dîploma beşdarvana asta yekem û xelat bi dest xistin; di sala 1999'an de di Festîvala "Denga-99" ku li bajarê Soçî derbas bû hunermenda ciwan xelata sempatiyên temaşevanan qezenc kir.

Heta niha çend albûmên sitranên Zara hatine weşandin, hunermenda ciwan herwiha di fîlman de jî rol girtiye. Fîlmên wek Favorskiy, Hêzên taybet bi rûsî-2, Jiyan û mirina Lyonka Panteleyev û yên din, herwiha di kurtefîlman de jî rol kiriye, yên wek Demon û Ariyadna.

Di sala 2009'an de beşdarî şowa "Du stêrk" bû û gihîşt fînala bernameyê, di encama pêşbirkê de Zara û Dimîtriy Pêvtsov cîhê duduyan girtin. C3ihê yekem Mark Tîşman û Nonna Grîşayeva qezenc kirin. Weke ku produser Îgor Matviyenko jî destnîşan kir sitrana ku Zara û Dimîtriy di fînalê de gotin hêja ye ku bibe sîngileke serbixwe.

Di dema derbasbûyi de Zara bi kurê weliya Sankt Petersbûrgê re zewicî bûye, lê pişt re jê veqetiyaye. Niha bi karsazekî bi navê Sergey Îvanov zewicî ye.

Albûm[biguherîne]

Şandek[biguherîne]