Zerîşk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Zerîşka belavbûyî (Berberis vulgaris)

Zerîşk (Berberis) navê çîneke riwekên devî yên famîleya zerîşkan (Berberidaceae) e. Navê xwe daye famîleyê jî. Pirranî heşînî ne. Komekê wan pelweş û hin jî dar in. 400 heya 600 cureyên vê çînê hene. Bi taybetî li rojhilatê Asya û Hîmalayayan tên dîtin.

Hin riweknas çîna mahonîyan (tirîgezne, tiriyên nexweşiya gezneyê) li ser zerîşkan dijimêrin. Li Kurdistanê çend cureyên zerîşkê digihên nayê zanîn. Di bijîşkiya gelêrî ya kurd de, ji tirîgezneyê (mahonî) dermanê gezne, bîrovê tê çêkirin. Çaya wê bi pakijkirina xwînê, gîretî, êşa cegerê bikêr e.

Fêkiyên hin cureyan di xwarinan de tên bikaranîn. Pêjgeha Îranê û pêjgeha hindî gellek jê sûdê werdigirin.

Sîstematîk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li vir tenê hin cureyên zerîşkê hatine rêzkirin:

Zerîşkên Ewropayê
Derveyî Ewropa

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zêdetir agahî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Jost Fitschen (Begr.), Franz H. Meyer: Gehölzflora. 11. erw. und korrig. Auflage, Quelle & Meyer, Wiebelsheim 2002, ISBN 3-494-01268-7.
  • John Kelly, John Hillier: The Hillier Bäume & Sträucher. Thalacker-Medien, Braunschweig 1997, ISBN 3-87815-086-5.
  • Christopher Brickell, The Royal Horticultural Society (Hrsg.): Die große Pflanzenenzyklopädie. A bis Z. Dorling Kindersley, Starnberg 2004, ISBN 3-8310-0657-1.
  • Leslie R. Landrum: Revision of Berberis (Berberidaceae) in Chile and Adjacent Southern Argentina. In Annals of the Missouri Botanical Garden Band 86, Nr. 4, 1999, S. 793–834 (online).