Zilma li ser kurdên feylî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Di salên 1945an de ji aliyê hindek ticar û rewşenbîrên feyliyan ve Komeleya Feyliyan hate ava kirin. Vê komeleyê ji bo zarokên feyliyan du dibistan ava kirin. Ji bo çakkirina jiyana feyliyan gelek xebat dikirin [1]

Piştî dewleta Îsraêlê avabûyî wek her cihûyên dinyayê, cihûyên Iraqê jî bi taybetî yên Bexdayê koçî Îsraêlê bûn. Di ticaretê dinyayê de jî ya Iraqê de jî, cihê cihûyan cuda bû ku ticaret bi gelemperî di destê wan de bû. Lê piştî koçkirinê bi taybetî li Bexdayê ticareta herêmê ket bin destê kurdên feylî. Heta vî wextî kurdên feylî li Iraqê bêdeng bûn lê piştî derketina wan bi navê ticaretê, êdî feylî jî hem di jiyana civakî ya Iraqê de hem jî li jiyana siyasî ya Iraqê de cihê xwe girtin.

Wek me gotî, valabûna cihê ticarên cihû ji aliyê kurdên feylî hate tijî kirin lêbelê xelkê ereb li hêcetekê digeriyan ku feyliyan biêşinîn. Hêceta wan jî ew bû ku cihû dema ji Iraqê derketin hemî ticareta xwe, şirketên xwe, karên xwe dan feyliyan [2]. Piştî van gotegotên rewşenbîrên ereb, li dijî kurdên feylî hişmendiyeke panereb derket holê. Jixwe êdî li ser feyliyan givaş û zext zêde bûn.

Kurdên feylî yên Bexdayê bi taybetî li taxên Exd el Ekrad, Babûşşeyh, el-Fedek, Şûrya, Aqarî, Şerîa Filistîn û Cemîle dijîn. Her wisa Xaneqîn, Mendelî, Bedrê bajarên girîng yên kurdên feylî ne.

Yekem car li salên 1930an de ji aliyê wezîrê derve yê Iraqê Raşîd Ali el Geylanî hindek malbatên kurdên feylî ji hemwelatiyê hatin derxistin. Li salên 1963-1968an de ji aliyê braderên arif jî gelek malbatên kurdên feylî ji hemwelatiyê hatin derxistin.

Li salên 1971-1972yê de ji aliyê Partiya Bees 50 hezar kurdên feylî ji hemwelatiyê hatin derxistin. Ev yekem car bû ku hejmareke wisa zêde kurd ji hemwelatiyê hatin derxistin. Di nîsana 1980ê de jî Sedam Huseyîn kampanyayek da destpê kirin ku 200 hezar kurdên feylî ji welat derbêxin [3]

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Kürtler Milliyetçilik ve POlitika, Falih A. Cabbar û Hoşam Davud, Weşanên Ayrıntıyê, r:182
  2. ^ Kürtler Milliyetçilik ve POlitika, Falih A. Cabbar û Hoşam Davud, Weşanên Ayrıntıyê, r:182
  3. ^ Kürtler Milliyetçilik ve POlitika, Falih A. Cabbar û Hoşam Davud, Weşanên Ayrıntıyê, r:189