Zimanê navaho
Xuyakirin
| Navaho | ||
|---|---|---|
| Diné bizaad | ||
| Welatên lê tê axaftin | ||
| Herêm | Arîzona, Nû Meksîk, Utah, Kolorado | |
| Axiverên zimanê zikmakî | 170.717 (2007) | |
| Malbata zimanî | Deneseyî
| |
| Awayên kevn | ||
| Kodên zimanî | ||
| ISO 639-1 | nv | |
| ISO 639-2 | nav | |
| ISO 639-3 | nav | |
Belavbûna navahoaxêvan li DYA'yê. | ||

Navaho yan jî navajo (bi zimanê navaho: Diné bizaad) zimanekî ji malbata zimanên atabaskî ye. Xelkê navaho li başûrê rojavayê DYAyê dijî, bi taybetî li Arîzona û Nû Meksîkê. Zimanên atabaskî jî bi eslê xwe zimanên Kanada û Alaskayê ne.
Rewşa zimanê navaho
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Zimanê navaho yê herî mezin ê di navbera Xwecihên Amerîkayê de ye. Di sala 2007an de hejmara navahoyan 170.717 [1] kes e. Piraniya navahoaxêvan li parêzgeha Navajo Nation dimînin, ji wan 2,9% ji xeynî zimanê xwe yê zikmakî tu zimanê din nizanin. Bajarên ku tê de hejmara herî mezin a akinciyên navaho ne ev in: Farmington (16,5%), Gallup (12%), Flagstaff (10,3%) û Albuquerque (5,4%).
Çend nimûneyên zimanê navaho
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]| Bi navaho | Bi kurdî |
|---|---|
| Yáʼátʼééh! | Rojbaş! |
| Haashyitʼéego kééhótʼį´? | Tu çawan î? |
| Yáʼátʼéego kééhashtʼį´. | Ez baş im. |
| Nishąʼ? | Tu? |
| Yáʼátʼéehgo. | Ez jî baş im. |
| Aooʼ | Erê |
| Dooda | Na |
| bááh | nan |
| tłʼohchin | pîvaz |
| tó | av |
| chʼil gohwééh | çay |
| gohwééh | qehwe |
| ahéheeʼ! | sipas! |
| Daʼ diné bizaadísh bee yáníłtiʼ? | Tu bi navaho dizanî? |
| Daʼ kʼóódii bizaadísh bee yáníłtiʼ? | Tu bi kurdî dizanî? |
| Áłchʼį´į´dígo bee yáshtiʼ. | Ez hindik dizanim! |
| Ayóí ánóshʼní! | Ez ji te hez dikim! |
| Hágoóneeʼ! | Bi xatirê te! |
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ census.gov 2007 American Community Survey. Accessed 2010-07-13.
Wîkîpediya bi zimanê îngilîzî (18.08.2011).