Zimanê sanskrîtî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Zimanê sanskrîtî
संस्कृतम् Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • Ancient language
  • makroziman Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Sirûd: 
DewletHindistan Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pêk tê ji
  • Classical Sanskrit
  • Vedic Sanskrit Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Zimanê Sanskrîtî (संस्कृतं saṃskṛtam, संस्कृता वाक् saṃskṛtā vāk), zimanekê kevnar û klasîk ê Hindistanê ye, zimanekî olî yê Hindûtiyê, Bûdîstiyê û Caînîzmê ye û her wiha yek ji 22 zimanên fermî li Hindistanê ye.

Li Hindîstan û Başûrrojhilatê Asyayê rola zimanê Sanskrît mîna dewra zimanê Erebî li cihana Misilman û mîna dewra Latînî û Yewnanî li Ewropayê ye. Ew beşeke navendî ya kevneşopiya Hindû û fîlozofiya Hindistanê ye. Formê wê yê beriya dewra klasîk Sanskrîta Vedî ye. Sanskrîta Vedî zimanî Olî yê ola dîrokî Vedî ye. Ev ziman yek ji endamên zimanên koma Hindûewrûpî ye ku herî pêşî hatiye tomarkirin ango nivîsîn. Tevî zimanê Rîgveda weke zimanê herî kevin û arkaîk yê vê koma zimanan hatiye paraztin.

Îro Sanskrît bêtir weke zimanê merasîm û ayînên ola Hindûîzmê tê bikaranîn. Wejeya Sanskrîtî fireh e û ji nivîs, gotar û pirtûkên li ser helbest, pexşan, zanist, teknîk, feylesofî û olê pêk tê.

Beriya zayînê di 500î de gelek nivîsên sanskrîta klasîk hatine nivîsîn. Gelek nivîsên ku îro bi zimanê Sanskrîtî berdest in, beriya ku bêne nivîsîn bi sedsalan di wêjeya devkî de hatine paraztin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]