Zimanên germanî yên bakurî
Zimanên Germanî yên Bakurî anko zimanên Skandînavî yek ji sê tayên zimanên Germanî pêkdiînin. Zimanên Germanî jî binmalbatek ji malbata zimanên Hindûewrûpayî ye. Herdu tayên dî yên zimanên Germanî jî ev in: zimanên Germanî yên Rojavayî û zimanên Germanî yê Rojhilatî. Tayê sêyê, anko tayê rojhilatî, niha nemaye û êdî kes bi wan zimanan napeyive.
Navekê dî yê zimanên Germanî yên Bakurî zimanên Nordîk e. Sedema vê jî ew e ko pirraniya xelk û zanistvanên welatên mîna Danîmark, Swêd û Norwêjê weha dibêjin. Zarav anko terma "zimanên Germanî yên Bakurî" di zimanzanistê bomayîk anko genetîv da dihêt bikaranîn û zarava "zmanên Skandînavî" jî dema behsa zimanên nûdem yên wan welatan dihêt kirin.
Nêzîkî 20 milyon kesan li welatên Skanênaviyayê (û kêmaniyeka swêdiyan li welatê finlandayê bi van zimanan dipeyvin.
Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Ji sala 200 ve zimanên Germanî yên Bakur hêdî hêdî ji zimanên dî yên wê binmalbatê hatin veniyasîn.
Piştî qonaxa berî-Nors û Norsê Kevin, zimanên Germanî yên Bakur bûn du ta: Zimanên Skandînavî yên Rojhilatî (Danîmarkî û Swêdî) û zimanên Skandînavî yên Rojavayî (Norwêjî, Farozî û Îslandî).
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |