Zimanên germanî yên bakurî
Zimanên germanî yên bakurî | |
---|---|
| |
Pêk tê ji | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Zimanên germanî yên bakurî anko zimanên skandînavî yek ji sê tayên zimanên germanî pêkdînin. Zimanên germanî jî binmalbatek ji malbata zimanên hind û ewropayî ye. Herdu tayên dî yên zimanên germanî jî ev in: zimanên germanî yên rojavayî û zimanên germanî yê rojhilatî. Tayê sêyê, anko tayê rojhilatî, niha nema ye û êdî kes wan zimanan napeyive.
Navekê dî yê zimanên germanî yên bakurî zimanên skandînavî ye. Sedema vê jî ew e ko pirraniya xelk û zanistvanên welatên mîna Danîmark, Swêd û Norwêcê weha dibêjin. Zarav anko terma "zimanên germanî yên bakurî" di zimanzanistê bomayîk (genetîv) de dihêt bikaranîn û zarava "zimanên skandînavî" jî dema behsa zimanên nûdem yên wan welatan dihêt kirin.
Nêzîkî 20 milyon kesan li welatên Skandînaviyayê (û kêmaniyeka swêdîaxivan li welatê Fînlandayê van zimanan dipeyvin.
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ji sala 200 ve zimanên germanî yên bakur hêdî hêdî ji zimanên dî yên wê binmalbatê hatin veniyasîn.
Piştî qonaxa berî-nors û norsê kevin, zimanên germanî yên bakur bûn du ta: 1) zimanên skandînavî yên rojhilatî (danîmarkî û swêdî) û 2) zimanên skandînavî yên rojavayî (norwêcî, feroeyî û îslendî).
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |