Şerê Viyetnamê
Şerê Viyetnamê | |
---|---|
Dema destpêkirinê | |
Dema bidawîbûnê | |
Beşdar |
|
Hejmara miriyan | |
Pêk tê ji | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Şerê Viyetnamê (bi îngilîzî: Vietnam War, bi viyetnamî: Chiến tranh Việt Nam yan jî Chiến tranh Mỹ, "Şerê Amerîkî"), cengeke dirêj û tûj li Viyetnam û Laos û Kambocyayê ku di sala 1955ê de dest pê kir û heya rizgarkirina Saigonê di 30ê nîsana 1975ê de berdewam bû. Di vê cengê de hêzên rizgarker ên Viyetnama Başûr ên FNL û yên Viyetnama Bakur, hêzên rejîma Viyetnama Başûr a ku ji aliyê Amerikayê û çend welatên dijkomunîst ên din ve hatî piştgirîkirin şikandin û Amerîka naçar bû zû bi zû ji Viyetnamê derkeve.
Çima ku ev şer xwe bi Şerê Îndoçînê (1946-1954) ve girêda û tesîra wî li seranserî Îndoçînê hebû, carinan wek Şerê Îndoçînê yê duyem jî tê binavkirin. Ji ber ku hêzên herî mezin ên cîhanê bandora xwe li ser vê şerê kirin, wek "şerê temsîlî" ya Şerê Sar tê hesibandin.
Şer piştî parçekirina Viyetnamê ya di sala 1954ê de wek şerê hindurîn li Viyetnama Başûr dest pê kir (1955-1964). Di vî şerî de Viet Minh (ku di sala 1960ê de wergeriyane Vietcong) xwestin rêveberiya Viyetnama Başûr bişkînin û welatê xwe dîsa bikin yek. Viyetnama Bakur a komunîst piştgirî da NLF û DYA alîkariya leşkerî li Viyetnama Başûr kirin.
Di salê 1965ê de serokê DYA Lyndon B. Johnson biryara bombebarandina Viyetnama Bakur kir û di meha adarê de zêdetir leşkerên amerîkî şande Viyetnama Başûr da ku li dijî NLFê şer bikin. Li ser vê yekê Yekîtiya Sovyet û Komara Gel a Çînê piştgiriya Viyetnama bakur kirin, şeş netewên din jî alîkariya leşkerî dane DYA û Viyetnama başûr. Di sala 1964ê de şer derbasî Laos û di sala 1970ê de ji derbasî Kambocayê bû. Piştî bûyera Tet a NLF Johnson bombebarandinê di sala 1968ê de da sekinandin.
Di sala 1969ê de serokê nu yê DYAyê Richard Nixon biryar da ku ji 1969ê û pê de leşkerên xwe ji Viyetnama Başûr vekişîne û piştî çend bombebarandinên nu agirbestê bi Viyetnama Bakur re ragihand. Heya 1ê gulanê 1975ê leşkerên Viyetnama Bakur hemî Viyetnama Başûr xistin bin destê xwe û dawî li şer anîn.
Jimara qurbaniyên viyetnamî digihêje pênc milyonan, di nav wan de 1,3 milyon kes leşker bûn. Qasî 58.200 leşkerên DYAyê û 5.264 leşkerên alîgir hatin kuştin. Bi milyonan viyetnamî ji ber şer û tesîra jehra Agent Orange seqet man.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Dîroka Viyetnamê
- Şerên DYAyê
- Şerên Kambocayê
- Şerên Korêya Bakur
- Şerên Korêya Başûr
- Şerên Laosê
- Şerên Taylendayê
- Şerên Viyetnamê
- Şerê Viyetnamê
- Viyetnam
- 1955 li Viyetnamê
- 1956 li Viyetnamê
- 1957 li Viyetnamê
- 1958 li Viyetnamê
- 1959 li Viyetnamê
- 1960 li Viyetnamê
- 1961 li Viyetnamê
- 1962 li Viyetnamê
- 1963 li Viyetnamê
- 1964 li Viyetnamê
- 1965 li Viyetnamê
- 1966 li Viyetnamê
- 1967 li Viyetnamê
- 1968 li Viyetnamê
- 1969 li Viyetnamê
- 1970 li Viyetnamê
- 1971 li Viyetnamê
- 1972 li Viyetnamê
- 1973 li Viyetnamê
- 1974 li Viyetnamê
- 1975 li Viyetnamê