Şerê navxweyî yê Çînê
Şerê Navxweyî yê Çînê şerê navbera Partiya Neteweperest a Çînê (Kuomintang) (PNÇ) û Partiya Komunîst a Çînê ye. Ew di sala 1927an de piştî Sefera Bakur dest pê kir. Dî vê seferê da Chiang Kai-shek komînesten PKÇ'ê paqîj kir. Pevçûna sereke di sala 1950 de bi dawî bû[1]. Komunîstan, Çîna niha (girava Hainan jî di nav de) xistin bin kontrola xwe, jî neteweperestan ra Taywana niha, Penghu û çend giraven dîn ma.
Yekem Eniya Yekgirtî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Piştî hilweşîna Xanedana Qing, piraniya bakurê Çînê ji hêla dîktatorên herêmî ve hate rêvebirin. Sun Yat-sen ku li hember van dîktatoran ji hêzên rojavayî alîkarî geriya, tiştê ku hêvî dikir nedît û berê xwe da Yekîtiya Sovyetê. Yekîtiya Sovyetê ev daxwaza Sun red nekir û li gorî berjewendiyên xwe yên siyasî dest bi alîkariya Sun û PKÇ kir. Bi vî awayî têkoşîna desthilatdariyê di navbera komunîst û neteweperestan de li Çînê dest pê kir.
Li Şanghayê di sala 1923an de, di navbera Sun û nûnerê Sovyetê Adolph Joffe de belgeyek bi navê Manîfestoya Sun-Joffe hat îmzekirin û tê de soz hat dayîn ku Sovyet dê alîkariya Çînê bike ku wek netewe yek bibe. Di vê belgeyê de hat destnîşankirin ku divê di demek herî kin de di navbera PKÇ û PNÇ de yekitiyek pêk were û Çîn'ek yekgirtî û serbixwe were avakirin. Piştî vê yekê, karbidestên Sovyetê alîkariya her du partiyan kirin ku bibin yek û ji nû ve birêxistin bibin û bi vî awayî Yekem Eniya Yekgirtî ava kirin. Di vê navberê de, Chiang Kai-shek, yek ji hevalên Sun, ku ji bo perwerdeya siyasî û leşkerî çûbû Moskowê, vegeriya û Akademiya Leşkerî ya Whampoa ava kir. Chiang di sala 1924an de bû serokê akademiyê û piştî Sun bû serokê PNÇ. Chiang ji zêdebûna tevlêbûna Sovyetê di siyaseta Çînê de û rewşa "partiya di nav partiyê de" ne razî bû û dest bi paqijkirina komunîstan ji PNÇ ê kir û şerê navxweyî yê Çînê dest pê kir.
Sefera Bakur (1926–1928)
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çend meh piştî mirina Sun, di sala 1925an de, wekî fermandarê giştî yê Artêşa Şoreşger a Neteweyî, Chiang dest bi sefera bakur kir, li bakur dîktatorên herêmî têk bir û Çîn di bin PNÇ de kir yek.
Dema ku PNÇ di sala 1926’an de bû du komên rast û çep, bloka komunîst a partiyê jî mezin bû. Chiang di adara 1926an de ji hewildanek revandinê xilas bû. Chiang yekser şêwirmendên Sovyetê ji kar derxist û bu serokê PNK.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Mitter, Rana (2008). Modern China : a very short introduction. Oxford: Oxford University Press. ISBN 978-0-19-922802-7. OCLC 181368899.
- Ev gotar ji agahiyên naveroka gotara wekhev a Wîkîpediyaya tirkî pêk tê.