Özgür Gündem

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Di 14 Reşemiya sala 1994an de Rojnameya "Özgür Gündem" hate girtin. Rojnameya Ozgur Gundem di dirêjahiya jiyana xwe ya 18 mehan de 26 şehît da.

ŞEHÎDÊN OZGUR GUNDEMÊ

  • Di 12`ê Adara sala 1994an de nûçegihanê Ozgur Gundemê Nazim Babaoglu yê Rihayê ji aliyê hêzên kirêt ve li Sîweregê hate revandin û di binçavan de hate windakirin. Aqîbeta Babaoglu heta niha jî nayê zanîn.
  • Di 18'ê Sibata sala 1993an de Nûnerê Rıhayê yê rojnameya Ozgur Gundemê Kemal Kiliç bi destên hêzên tarî hate şehît kirin.
  • Di 8`ê Hezîrana sala 1992an de nûçegîhanê Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîr hate şehîdkirin. Hafiz, di sala 1996an de li Lîceyê hate dinê. Ji pêvajoya Lîseyê û pê ve hertim hate binçavkirin, ji êşkenceyan hate derbaskirin û nêzî 7 salan di zîndanê de ma. Di herî dawiyê de dema ku nûçegîhaniya Rojnameya Ozgûr Gûndemê dikir, ji aliyê kontrgêrîllayên Tirk ve hate qetilkirin.
  • Di 9`ê Mijdara sala 1993an de, belavkerê rojnameya Ozgur Gundemê Adil Başkan li Nisêbînê ji aliyê Kontr-gerilla ve hat qetil kirin.
  • Di 10`ê Mijdara sala 1993an de, belavkarê rojnameya Ozgur Gundem yê Amedê Yalçin Yaşa ji aliyê Kontre-gerilla ve hat qetil kirin.
  • Di 27`ê Mijdara sala 1993an de, Berbirsiyarê belavkirina rojnameya Ozgur Gundem yê bajarê Wanê, Adnan Işik ji aliyê Kontre-gerilla ya Tirkiyê ve hat qetil kirin.


Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawan?)