Şah Îsmaîl

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Şah Îsmaîl

Father of Kings Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Navê rastî
Şah İsmayıl Səfəvi Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jidayikbûn
İsmail ibn Heydər əs-Səfəvi Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

17 tîrmeh 1487 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin23 gulan 1524 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Tewrêz Dewleta Sefewiyan
Cihê goristanêErdebîl, Sheikh Safi al-Din Khānegāh and Shrine Ensemble Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîDewleta Sefewiyan Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
  • Governor
  • desthilatdar
  • seroka/ê leşkerî li ser wîkîdaneyê biguhêre
Xebat
  • Dehname Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Meqam
  • Şah (1501–1524) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
PaşêTahmasp I
Hevjîn
  • Tajlu Khanum (1504–)
  • Behruzeh Khanum Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Zarok
Dê û bav
  • Shaykh Haydar Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (bav)
  • Halima Begum Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (dê)
Xizm
MalbatSefewiyan Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Şah Îsmaîl, damezrîner û padîşahê Xanedana Sefewîyan e ku bi eslê xwe kurd e.[1][2][3] Şah Îsmaîl wekê hikûmdarê Xanedana Sefewî ya Îranê ji sala 1501ê heta sala 1524an wekî Şahê Padîşahan (Şahanşah) hikûm kiriye.

Desthilatdariya Şah Îsmaîl di dîroka Îranê de yek ji girîngtirîn desthilatdariyên Îranê bû ku berê hatina wî yê Îranê, Îran ji sala 1501an ve bi giştî 800 sal ji aliyê Ereban ve hatibû dagirkirin. Di vê serdema dagirkirinan de Îran ji aliyê çend xelîfeyên ereb, siltanên tirk û xanên mongolan ve hatibû birevebirin. Tevî ku di nava vê serdemê de gelek xanedanên îranî bûne desthilatdar lê tenê di bin destê Bûyiyan de beşeke berfireh a Îranê bi rêkûpêk vedigere ser desthilatdariya Îraniyan (945-1055).[4]

Xanedaniya ku ji aliyê Şah Îsmaîl ve hatiye damezrandin ku zêdetirî du sedsalan hikum bike, yek ji mezintirîn împaratoriyên Îranê bû û di dema bilindahiya xwe de di nav împaratoriyên herî bi hêz ên serdema xwe de bû ku li tevahiya Îrana îro û Rojhilata Kurdistanê Azerbaycan, Ermenistanê, piraniya Gurcistanê, Kafkasya Bakur, Iraq û Başûrê Kurdistanê, Kuweyt, Efxanistan û her weha li beşên Rojavayê Kurdistanê, Bakurê Kurdistanê, Pakistan, Ûzbêkistan û Tirkmenistanê hikûm dikir.

Şah Îsmaîl carek din dîsa li beşên mezin ên Îrana mezin nasnameya îranî ji nû ve da vejandin.[5] Mîrateya Împeratoriya Sefewî vejandina Îranê weke keleha aborî ya di navbera Rojhilat û Rojava de, avakirina dewleteke bikêr û bûrokrasî ya li ser bingeha "kontrol û hevsengiyê", nûjeniyên wê yên mîmarî û parêzvaniya hunerên bedew bû.[6]

Eslê wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şah Îsmaîl di 17ê tîrmeha sala 1487an de li bajarê Erdebîlê li wekê zarokê Merta û Şêx Heyder ji dayik bûye. Bavê wî, Şêx Heyder, şêxê terîqeta Sefewî (sofîyan) û Şêx Heyder kurê damezrênerê Terîqeta Sofîyan Safiyedînî Erdebîlî (1252–1334) ye ku bi eslê xwe Kurd e.[7][8][9]

Dayika wî Merta ku bi navê Halîma Begum dihata naskirin, keça Hesenê Dirêj Uzun Hasan ku mîrê xanedana Tirkoman Aq Qoyunî bû, ji jina wî ya yewnanî ya pontî Theodora Megale Komnene bû ku bi navê Despina Xatun dihate naskirin. Despîna Xatûn keça Împarator Yûhenna IV a Trebzonê bû. Despina Xatun ji bo ku Împeratoriya Trebzonê ji tirkê osmaniyan bê parastin bi Hesenê Dirêj re bi peymanekê ji bo parastina Împeratoriya Trebzonê zewicî bû. Îsmaîl neviyê împeratorê Alexios IVÎmperatoriya Trebzonê û padîşahê Gurcistanê Aleksander I e.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Îsmaîl bi ketina Tebrîzê xwe şah îlan dike,wênesaz Chingiz Mehbaliyev

Di sala 1488an de, bavê Îsmaîl di şerekî li Tebasaran de li dijî hêzên Şîrvanşah Ferrux Yassar û serdarê Aq Qoyunî ku federasyoneke eşîrên tirkan bû wê demê piraniya Îranê kontrol dikir, hate kuştin. Di sala 1494an de, Aq Qoyuniyan Erdebîlê dagirkirin, Elî Mîrza Sefewî ku kurê Heyder yê mezin bu kuşt û li wir neçar man ku dema Şah Îsmaîl 7 salî wî de, ji bo neyê kuştin li Gîlanê veşartin. Şah Îsmaîl li wir di bin hikûmdariya Kar-Kiya Siltan-Elî Mîrza de, hate parastin ji alimên wir perwerdehiya xwe wergirt.

Dema ku Îsmaîl gihîşt 12e saliya xwe, ji veşartgehê derket û tevî peyrewên xwe vegeriya Rojhilata Kurdistanê ya îro. Desthilatdariya Îsmaîl bi alîkariya eşîrên tirkmen qizilbaş ên Anatoliya û Azerbaycanê û eşîrên Kurd ên ku piştevanî dane Şah Îsmaîl, pêk dihat. Tirkên osmaniyên din ku li beşa Bakûrê Kurdistanê ya îro diman, li dijî desthilatdariya Şah Îsmaîl her dem di nav şer û pevçunan de bûn.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Tapper, Richard (28 tebax 1997). Frontier Nomads of Iran: A Political and Social History of the Shahsevan (bi îngilîzî). Cambridge University Press. ISBN 978-0-521-58336-7.
  2. ^ Linda., Dannenberg, (1997). French tarts : 50 savory and sweet recipes. Artisan. ISBN 1-885183-39-9. OCLC 35886657.{{cite book}}: CS1 maint: extra punctuation (lînk) CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  3. ^ Kamal, Muhammad (2006). Mulla Sadra's Transcendent Philosophy (bi îngilîzî). Ashgate Publishing, Ltd. ISBN 978-0-7546-5271-7.
  4. ^ Elaine., Savory, (1998). Jean Rhys. Cambridge University Press. ISBN 0-511-03786-4. OCLC 614726217.{{cite book}}: CS1 maint: extra punctuation (lînk) CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  5. ^ "SAFAVID DYNASTY – Encyclopaedia Iranica". web.archive.org. 25 gulan 2022. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 25 gulan 2022. Roja gihiştinê 23 adar 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  6. ^ "SAFAVID DYNASTY – Encyclopaedia Iranica". web.archive.org. 25 gulan 2022. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 25 gulan 2022. Roja gihiştinê 23 adar 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  7. ^ Tapper, Richard (28 tebax 1997). Frontier Nomads of Iran: A Political and Social History of the Shahsevan (bi îngilîzî). Cambridge University Press. ISBN 978-0-521-58336-7.
  8. ^ Linda., Dannenberg, (1997). French tarts : 50 savory and sweet recipes. Artisan. ISBN 1-885183-39-9. OCLC 35886657.{{cite book}}: CS1 maint: extra punctuation (lînk) CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  9. ^ Kamal, Muhammad (2006). Mulla Sadra's Transcendent Philosophy (bi îngilîzî). Ashgate Publishing, Ltd. ISBN 978-0-7546-5271-7.