Şaqaviyê gerdenmar

Ji Wîkîpediya
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Şaqaviyê gerdenmar
Şaqaviyê gerdenmar, li parka neteweyî ya Souss-Massayê, Maroko
Şaqaviyê gerdenmar, li parka neteweyî ya Souss-Massayê, Maroko
Rewşa parastinê
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Animalia
Filûm: Chordata
Çîn: Aves
Kom: Ciconiiformes
Famîle: Ardeidae
Cins: Ardea
Cure: A. purpurea
Navê zanistî yê latînî
Ardea purpurea
(Linnaeus, 1766)

Şaqaviyê gerdenmar (bi latînî: Ardea purpurea) balindeyeke famîleya şaqaviyan e.

Şaqaviyê gerdenmar 80 sentîmetreyan dirêj e. Ji rengê şaqavî biçûktir e. Pişt û çeng risasiyekî bi ser qehwayî ve ne. Kulovank û kofîk reş in. Sermil xemir, bi ser rengê mor ve ne. Sing qemer e û berzik reş e. Ser û gerden sorekî qemer in. Erzink û alek spî ve ne. Rav û gîxên reş û zirav li dirêjayiya gerdena wî ne. Pê keskekî bavzerî risasî ne û çav zer in û nikil risasiyekî bavzer e.

Di navbera îlonê û nîsanê de bi rêbarî li Kurdistanê dihê dîtin. Li nîvek û başûrê Ewropayê û Afrîkaya navîn û başûr û li Tirkmenistanê û Qefqazê û bakurê Îranê û li Îraqê (li nişîv) têjikan tîne derê. Li peravên erebî bi rêbarî dihê dîtin.

Şaqaviyê ku bi hewa ketiye.

[biguherîne] Çavkanî

  • Îsmaîl Taha Şahîn (2006). Balindeyên Kurdistanê. Spîrêz, Dihok. (Bi tîpên erebî ye, ji bo tîpguhêziya latînî û wîkîpedyandina nivîsê, bikarhêner MikaelF).
  • H. Heinzel, R. Fitter û J. Parslow (1995). Türkiye ve Avrupa'nin Kuşlari (Kuzey Afrika ve Orta dogu dahil). Türkiye Dogal Hayati Kuruma Dernegi, Stenbol. ISBN 975 94098 28
Amûrên kesane
Valahiya nav
Çalakî
Navîgasyon
Beşdarî
Qutiya amûran
Zimanên din