Şemsedînê Şehrezûrî
Xuyakirin
Şemsedînê Şehrezûrî | |
---|---|
Navê rastî | شمس الدين الشهرزوري
Şemsedîn Mihemed bin Mehmûd eş-Şehrezûrî |
Jidayikbûn | 1240 ? |
Mirin | Di dû 1288-1300 an de ? |
Esil | Kurd |
Bernav | Şehrezûrî |
Hevwelatî | Xanedana Eyûbiyan |
Pîşe | Fîlozof, Dîroknas, Bijîşk |
Bandorbar | Arîstoteles, Şihabedînê Suhrewerdî, Qutbedîn Şîrazî, Zanyarên Misilman |
Dîn | Îslam |
biguhêre |
Şemsedînê Şehrezûrî (jdb. ? - m. 1288î şûnde ?) dîroknas, bijîşk û fîlozofê misilman yê kurd e. Ew li ser felsefeya Şîhabedîn Suhrewerdî xebitiye û fikrê Îşraqîtiyê berdewam kiriye.[1][2]
Jiyana Şemsedînê Şehrezûrî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Şemsedînê Şehrezûrî yan jî Şemsedîn Mihemed bin Mehmûd eş-Şehrezûrî di sala 1250î de li Başûrê Kurdistanê li bakurê Şehrîzûrê hatiye dinyayê. Wî li ser metafizîk, dîrok û felsefeya Îslamê gelek kitêb nivîsandine, lê tenê pênc kitêbên wî gihane roja me. Gelek fîlozof di bin bandora wî de mane.[3]
Tê texmînkirin ku Şehmsedîn ji sala 1288an çend sal şûnda wefat kiriye.
Kitêbên wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Pênc pirtûkên wî yên ku gihane roja me ev in;
- Resailû şeceret ûl îlahiyye fî ulmîl heqayiqî rabbaniye (Ev pirtûk li ser mentiq û metafizîkê ye).
- Kîtab ûl Rûmûz
- Rawzat ûl efrah we nuzhetul ervah (Ev pirtûk bi pirranî li ser jiyana pêxember û fîlozofan e).
- Şerh ûl hîkmet
- Et Tenkîhat fî şerhî telwîhat
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Michael Privot, « Some Notes on the Typology of the Works of al-Shahrazûrî al-Ishrâqî », Journal of Islamic Studies 12/3, 2001, p. 312-321.
- ^ http://www.ithacapress.co.uk/creator/ibn-al-salah-al-shahrazuri[girêdan daimî miriye]
- ^ Yrd. Doç. Dr. Burhan Köroğlu Philosophy of Shahrazuri and Its Place within Islamic Philosophy