Şevket Dursun

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.


Şevket Dursun
Jiyan
Jidayikbûn1914
Cizîra Botan, Bakurê Kurdistanê
Mirin8 çiriya paşîn 1976
Enqere, (Tirkiye)
Partiya siyasîCHP 1957 - Parlamenterê Mêrdîn
PerwerdeZanîngeha Enqere
PîşeSiyasetvan, parêzer
biguhêreBelge

Şevket Dursun (jdb. 1914 Cizîra Botan - m. 8 çiriya paşîn 1976, Enqere), parêzer, hilbijartinên 1957an de parlamenterê Mêrdînê a partiya CHP bû. Zimanê erebî û hindek fransî zanibû. Zewicî û bavê çar zarokan bû.[1]

Jinenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şevket Dursun di sala 1914an de li Cizîra Botan hate cîhanê. Bavê wî Hacî Dursun di salên neqeba 1926-1930an de serokatiya şaredariya Cizîrê kiriye. Şevket Dursun, dibistana seretayî li Cizîrê, ya navîn jî li sala 1937an de Amedê Lîseya Zîya Gökalp xwend.

Di sala 1947an de Zanîngeha Enqere ya Hiqûqê xwend. Piştî wê, li Mêrdîn û Cizîrê parezeriyê dike. Hilbijartina giştî ya sala 1957an de li Mêrdînê bi partiya CHPê de têkilê meclîsê dibe. Piştî darbeya eskerî ya sala 1960î de demeke dirêj li Enqereyê parêzeriyê dike.[2]

8ê çiriya paşîn a 1976an de li Enqere çû ber dilovaniya Xwedê. Gora wî niha li Cizîrê ye û gorîstana malbatê hatiye veşartin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ [1] Girêdana arşîvê 2016-03-04 li ser Wayback Machine, TBMM Albümü.
  2. ^ [2] Girêdana arşîvê 2020-02-23 li ser Wayback Machine, tbmm.chp.org.tr